“Bi nexweşiya penceşêrê min fam kir ku nivîsandin derman e”

Min dixwest ez wergerandina dîwana xwe temam bikim, di destpêkê de ev yek gelek zehmet bû lê bi rastî min karibû xwe bigihîştanda kompîtora xwe û wergera dîwana xwe berdewam bikira. Wê demê helbestên ku min werdigerandin û kar ez xilas kirim. Ez hêza xwe ji hezkirin û baweriyê digrim, baweriya tiştên ku dinivîsînim.

ZIHÛR MEŞRIQÎ
Tûnis - Helbest ji êşê çêdibe, piştî tecrubeya wê ya bi nexweşiya pençeşêrê re bawer dike ku nivîsandin derman e û kar jî dibe alîkar ji bo ku mirov bi jiyanê ve were girêdan. Helbetvana Tûnisê Fatma Bin Fadîla xwediya çar dîwanên helbestan û romanek e her wiha wê sê dîwanên helbestan, ji bo helbestvanan wergerandiye zimanê Fransî. 
Helbestvan Fatma Bin Fadîla ji bajarê Mekser ê bakur rojavayê Tûnisê ye, li Enstîtuya Rojnamevanî xwendiye ew der barê tecrubeya xwe ya bi penceşêrê de ji me re axivî. 
Tu nivîsên xwe çawa pênase dikî?
Ez li ser hezkirinê nanivîsim lê bi hezkirin dinivîsim. Berê, li ser evînê wekî hêmanek helbesta Erebî dihat nivîsandin kê evîn li gel min ne hêmanek e, ez di hundirê hezkirinê de dinvîsînim. Li ser jin, welat û nexweşên peceşêrê, li ser karmend û şagirtên dibistanê, li ser xortekî ku gule lê ketiyê û li dayika xwe vegeriyaye, li ser dayikeke ku nan dipêje ji bo ku em bixwînin û bixwin dinivîsînim. Ez nikarim ji çerxa evînê derkevim ji ber ku ew bi her tiştî ve girêdayî ye.  
Tu hêza xwe ya bedew di nîvîsê de ji ku digrî?
Ji ber ku ez bi hêz im û dikarim nanivîsînim lê belê ez bi hêz im ji ber ku dinivîsînim. Tecrubeya min a bi nexweşiya penceşêrê re hişt ku bawer bikim nivîsandin derman e û kar jî dibe alîkar ji bo ku mirov bi jiyanê ve were girêdan. Nivîsandin mêjî çalak dike û bi mirov re dibe alîkar da ku li ber xwe bide. Ez li hemberî vê nexweşiyê li ber xwe didim. Tê bîra min dema ku ez tedawî dibûm min hemû hêza xwe ji dest dida û hema min ê xwe teslîm bikira.  
Tu dikarî ji me re li ser berhema xwe ya bi navê “Pêsîrveşêra bi çavekî” biaxivî?
“Pêsîrveşêra bi çavekî" berhema min a pêncemîn a helbestan e piştî berhemên min ên "Çima tazîbûna min we ditirsîne" di 2003’yan de û zeviyên şekir a 2021’ê.  
Bi gelemperî ez di weşandina pirtûkan de lez nakim, lê "Pêsîrveşêra bi çavekî" ku dê di demek nêz de were weşandin, ango di heman sala ku berhema "Zeviyên şekir" hat weşandin, ne pirtûka min e û mafê min tune ye ku ez wê capê rawestînim, ew pirtûkek jinên din e ku bi bêdengî li ber xwe didin û bi bêdengî serfiraz dibin hin ji wan bi bêdengî diçin jî.
Tu rastiya helbestvaniya Tûnisê ya îro çawa dinirxînî?
Bêguman, nirxandina min dê bi bandor be, ji ber ku min li Tûnisê ji xeynî çend destkeftiyên helbestî yên jinan nedît. Ez tenê li ser vê mijarê hin têbîniyên gelemperî pêşkêşî dikim. Li aliyekî derketina medyaya civakî şûrek duçar bû ku hişt em gelek helbestvanan nas bikin û li aliyekî din medaya civakî derî li pêş kesên ku eleqeya wan bi nivîsê re qet tune ye vekir. Ya duyemîn, qada azadiya derbirînê ku şoreşê diyarî helbestvanan kir ji bo vê miqdara mezin a helbestên ku birînên welatê xwe vedikin bû çirûskek…
Helbesta jinan a redkar bi zelalî derket holê û hejmarek mezin ji helbestvanên jin ji bêdengiya xwe derketin  û li hemberî kevneşopî û polîtîkayan bertek nîşan dan. Hin kes vê teqîna helbestê ya jinan li Tûnisê wekî pirsgirêkek neyînî dibînin lê ez bi tevahî tiştekî erênî dibînim. 
Tu rewşa jinên Tûnisê îro bi çi rengî dinirxînî û gelo hîn jî gef li destkeftiyên wê tên kirin?
Rast e, statuya jinên Tûnisî, ji dema weşandina Qanûna Rewşa Kesane di Tebaxa 1956’an de ku pirjinî qedexe kir û mafê xwendin û xebatê da jinan, li gorî rewşa jinên Ereb û navneteweyî wekî rewşek pêşketî tê hesibandin lê hemû maf jî jinên Tûnisê ji rengên tundiyê naparêze. Tundiya madî, manewî û aborî. Şoreş bû derfetek ji bo ku mafên jinan were bidesxistin û hevsengiyeke di navbera her du zayendan de pêk were, jin derketin xwepêşandanan û banga maf û wekheviyê kirin. 
Têkoşîn û tevgerên jinan piştî 14’ê Çileya 2011’an dest pê kir. Di sala 2017’an de Parlamentoya Tûnisê qanûnek derxist ji bo ku tundiya li ser jinan ji holê rabe. Lê ev qanûn divê ku bi rastî were pêkanîn. Ji bo vê yekê jî hewce dike ku hevahengiya rastîn di navbera saziyan de were kirin. Hêzên  desthilatdar dixwazin jinan vegerînin qadên yekem ên cudakarî û zordariyê.  Lê tevî vê yekê dengê jinan bilind e ji ber ku riya li pêşiya wan dirêj e.
Kîjan helbestvan bêtir nêzî te ye û bandorê li kariyera te ya afrîner kir?
Di helbestê de bi qasê nivîsê, nav bala min nakşînin. Weke hemû ciwanan dema ku temenê min 15 salî bû, bi helbestên Nîzar Qebanî yên li ser jin û evînê bandor bûm. Piştre helbestên Mehmûd Derwêş ez ber bi xwe ve kişandim. Bi demê re min hin helbestên din vedîtin, wek Liwîs Aregon, Cak Birêfir û hwd. Bi rastî helbestê ez dorpêç kirim. Ez hewl didim nivîsên ku dişibin min binivîsim.