Ji Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Don Kîşot

Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika xwe ya Don Kîşot derket pêşberî şanohezan û rastî eleqeyek mezin hat.

 

Amed - Taybetmendiya listikê ew e ku yekem car e ji romana Don Kîşot (Don Kîxot) wek lîstikek Kurdî derdikeve ser dikê. Lîstik ji romana Miguel De Cervantes a Don Kîşot hatiye wergirtin. Ferhad Feqî ku seneryo amade kiriye di heman demê de derhêneriya lîstikê jî dike. Wergêra lîstikê jî ji aliyê nivîskar Dilawer Zeraq ve hatiye kirin. Lîstik yekem car îro hate pêşandan. Di roja yekemîn de eywana şanoyê tijî bû. Lîstîk îro bi eleqeyeke mezin hat pêşwazikirin. Her wiha lîstik dê sibê jî bê pêşandan.