“Bi karê hunerî nexweşiya xwe ji bîr dikim”

Remziye Ehmed ku nexweşiya penceşêrê pêre peyda bûye, da ku nexweşiya xwe ji bîr bike di gelek pêşangeh û festîfalan de bi çêkirina bebekan bejdar dibe û karê destê xwe nîşan dide.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Pêncewîn- Remziye Ehmed a ji bajarê Silêmaniyê ye bejdarî festîfala hunerî ya Pêncewîn bûye, li ser dezgaha xwe bebekên ku cil û bergên Kurdî li ber kiriye li gel xwarinên Kurdî daniye û bi rukenî pêşwazî li dîdaran dike.

“Van karan wisan kiriye ku ez nexweşiya xwe ji bîr bikim”

Remziye Ehmed a destrengîn nexweşiya penceşêrê pêre peyda bûye, di sala 1967’an de ji dayik bûye û di sala 1992’an de dest bi karê dest kiriye. Di nava destkariyên wê yên hunerî de karên seramîkên sar û tabloyên folklorî yên Kurdî jî hene. Remziye Ehmed wiha behsa kêrhatiyê xwe yên hunerî kir: “Nexweşiya penceşêrê bi min û hevjînê min re peyda bû. Hevjînê min ji ber nexweşiyê berî 3 salana jiyana xwe ji dest daye. Ez jî heta niha bi xebitinê xwe mujil dikim. Ez karê seramikên sar û xwarinên Kurdewarî çêdikim daku çanda Kurdî bidim jiyîn û pêre jî êşa xwe ji bîr bikin. Ez xwe bi çêkirina bebekan mijul dikim û van karan wisan li min kiriye ku nexweşiya xwe ji bîr dikim.”