Bi hûnera xwe ji bo kesên pêdawistiyên taybet dibe hêvî

Jina ciwan Sînor Kerîm ku xwedî pêdawîstiyên taybet e du meh in karên destan çêdike û bi vê xebata xwe ji bo hemû kesên xwedî pêdawîstiyên taybet dibe hevî û çavkaniya hêzê.

ASÛDE MIHEMED

Şarezûr – Jina ciwan Sînor Kerîm a 21 salî ji bajarokê Seyîd Sadiq ya girêdayî bajarê Silêmanî ya Başurê Kurdistanê ye û heta pola 10’emîn xwendiye.  Sînor Kerîm a 18 sal e Endama Komaleya Bejin Bostên Silêmanî ye, yek ji wan kesên xwedê pêwîstiyên taybet e û bi îrada xwe li hemberî zehmetiyên ku pe re rû bi rû dimîne têdikoşe. Sînor Kerîm li ser jiyana xwe, hûnera ku pê re ji gelek kesan re dibe hêvî û çavkaniya hêzê qal kir.

‘Hemû kes dikarin bixebitin’

Der barê hunera karên destan de, Sînor Kerîm wiha got: “Xebat hestek gelek xweş e, ez gelek pê kêfxweş dibim, hem di aliyê derûnî de, hem jî di aliyê madî de alîkariya min dike. Hemû kesên bi tendirust jî û yên xwedî pêwîstiyên taybet jî dikarin kar bikin.”

Sînor Kerîm di pêşangehan de berhemên xwe bi xelkê daye nasîn û firotiye. Bi beşdarbûna pêşangeha yekem dikaribû berhemên xwe nîşan bide. Sînor Kerîm wiha behsa xwe dike: “Min destpêkê li mal dest bi kar kir, piştre ez beşdarî dewreyeke perwerdeya hunera karên destan bûm. Di nava 13 keçan de ez tenê xwedî pêwîstiyên taybet bûm. Ew dewreya perwerdeyê bû sedema destpêkek baş ji bo ku heta niha kêrhatiya xwe ya hunera karên dest berdewam bikim.”

‘Gelek kes piştgiriyê dide min’

Sînor Kerîm wiha behsa pêşwazîkirina xelkê ji bo karê xwe dike û dibêje: “Piştgiriya wan ji bo min cihê kêfxweşiyê ye ji bo ku karê min ecibandin pir bextewar bûm. Ji bo ku ez di medyaya dîjîtal de malperek taybet vekim û berhemên xwe nîşan bidim piştgiriya min dikin. Ez berhemên xwe li gorî fikrên xwe çêdikim û her wiha ji bo fêrbûnê, sûdê ji medyaya dîjîtal jî digrim. Daxwaza min ji jinan ew e ku bi xwe kêrhatiyên xwe keşif bikin, xwe bibînin û li ser kêrhatiyên xwe bixebitin.”