Bi helbestên derbûyî Fatma Aras

Fatma Aras, helbestên ku nivîsîne ji ber zexta civak û malbata xwe, bi salan di çaviya xwe de veşartiye. Tevî vê yekê jî wê dest ji nivîsê bernedaye. Salek piştî ku li atolyeyek helbestê, tiştên nivîsîne ji çaviya xwe dertîne û parve dike, pirtûka wê ya yekem a bi navê “Veşartî me” (sakliyim) derdikeve. Dûre jî tevî ku gelek pirtûk nivîsîne; hesta ku ji pirtûka xwe ya yekem girtiye bi gotinên “Wekî ku min bebikek girtibê hembêza xwe. Wekî hesta dayiktiyê bû” pênase dike.

ZEYNEP PEHLÎVAN 
Îzmîr- Berê min vê carê jî ket mala nivîskar û helbestvan Fatma Aras. Ji ber ku hemû kafeyên em rûnên ji xwe re çend gotinan biaxivin girtîbûn, bi hemû germahiya xwe min li mala xwe kir mêvan. Dengê wê hem di telefonê de germ bû hem jî nêzîkahiya germ li mala xwe jî nîşan da. Li aliyekî mêvanperweriya wê, li aliyekî jî dema ku min kesayetiya wê ya çalak a netebitî dît; pir bi ber ketim ku ji ber temenê xwe bi mehan e ji ber qedexeyê nikare derkeve derve.
 Kesên eleqeya wan a taybet ji helbestê re heye, Fatma Aras zêdetir bi pirtûkên “Çivîkên ku asîmanê wan kêm bûye” “Veşartî me” “Gotin û xencer” an jî “Bendewariyên bi êş” dinasin. Li pişt pirtûka ku ji bo min îmze kiriye, hevokên yek ji helbestvanên mezin ên Îzmîrê Veysel Çolak ên “Pêşerojek ku hemû mirovan wekhev dike pêşniyar dike. Ji ber vê yekê biyanîbûna di ziman de zêdetir bi wate dibe” nivîsîne. Ez bê sebir dibim; dixwazim hema zû li ser rêwîtiya jiyanê û helbestvaniya Fatma Aras a ji Îdirê heta Îzmîrê biaxivim. Ji bo axaftinê kameraya xwe amade dikim.
“Her hevoka jinan wekî maniyek bû”
Fatma Aras, di 24’ê Sibata 1954’an de li gundê Aratana Jor ê Aralıka Îdirê hatiye dinyayê. Bi gotina wê; ew gund li qûntara Çiyayê Agirî, di sînorên Çemê Erezê û li keviya sê welatan bûye. Li gund wan deman; hinek xizmên wê li Yekitiya Sovyetan, hinek jî li gund jiyane. Zarokatiya Fatmayê, bi şahidiya lorîkên wan jinan derbas dibe.
“Axaftina hemû jinên li gund, wekî biwêjek pir taybet dihatin guhên min. Dema zarok bûm, her dem bala min li ser wan bû. Ez di nava wan mirovên ku bi maniyan behsa xizmên xwe yên li Yekitiya Sovyetê dikirin de bûm. Meta min Cevahîr jî tam jinek wisa bû. Ez pir heyranê wê bûm. Gelek caran min dixwest li mala meta xwe bimînim. Ji ber ku ji wê çanda pir taybet bi bandor bûbûm hê di pola çaran de min helbesta hece nivîsî. Dema ku min cureya helbestên 6+5 dinivîsî, ji bo zarokek di wî temenî de îmgeyan bi kar dianî. Dema ku min bi hevalên xwe re li rojnîvîsan nihêrî min dît. Çîroka min a nivîsandina helbestan tam wiha dest pê kir.
“Ger te helbest binivîsanda digotin qey tu evîndar î”
Dema ku Fatma di temenê biçûk de dest bi nivîsandina helbestan dike, birayê wê yê mezin vê yekê xweş nabîne. Fatma wê rewşê bi gotinên “Li gundê me nivîsandina helbestê bi eşqê ve girê didan. ango ger keçek ciwan rûnişta helbest binivîsanda, ev yek teqez dihat wê wateyê ku ew ew evîndar bûye. Ev mijar, di wê demê de qet nedihat nîqaşkirin jî” behsa wê demê dike.
“Ji ber zexta li ser xwe, min bi salan helbestên nivîsîbûn, di çaviya xwe de veşart. Her çiqas min nîşanî kesek nedida jî min her dem dinivîsî. Li aliyekî jî ez baş pêbawer nebûm ka tiştên dinivîsim helbest in an na. Lewre li derdora min ne helbestvan ne jî kesek di wî temenî de binivîse hebû. Wê demê li gund pirtûkek li ser vê mijarê tunebû bixwînim. Piştî salan min navê pirtûka xwe ya yekem ji ber wê rewşa tê de mezin bûm kir “Veşartî me.” Belê ez Fatma Aras bûm lê di nava xwe de veşartî bûm.”
Pirtûka wê ya yekem di sala 2008’an de hat çapkirin
Fatma lîseyê li Îzmîrê dixwîne dûre li Zanîngeha Anadoluyê AOF Beşa Têkiliyên bi Gel re dixwîne. Dûre diçe Elmanyayê çendekî li wir dijî û tam di wê pêvajoyê de helbesta wê ya yekem, di rojnameya Hurriyetê de di çapa li Ewropayê de tê weşandin. Dema vedigere welat dibe teknîsyena kîmyayê û dest bi xebatê dike. Di sala 1999’an de ji MTA’yê Şaxa Îzmîrê malnişîn dibe. Di sala 2007’an de piştî ku tevli atolyeya helbestan a ji aliyê Veysel Çolak ve tê birêvebirin dibe, risteyên wê yên ku bi salan di çaviyan de veşartî mane derdikevin derve.  
“Di sala 2007’an de roja ku Xelatên Helbesta Homeros dihatin dayîn ez çûm atolyeya helbestan a Veysel Çolak. Dûre ez her hefte ketim dersan. Piştî ku mamosteyê me nivîsên min xwend got ku helbesta min a hece di asteke baş de ye. Piştî vê pêvajoyê pirtûka min a yekem hat çapkirin. Ji ber ku min di asta heceyê de nivîsîbû min xwe wekî rêwiyek ku bê bilêt siwarê keştiyê bûbe hîs dikir. Min xwe wekî ku hatibim vederkirin, li kenarek mabim didît. Vê carê min zêdetir helbestên serbest nivîsîn. Di sala 2012’an de pirtûka min a duyem bi helbestên serbest bi navê “Çivîkên ku asîmanê wan kêm bûye” hat çapkirin. Dûre pirtûka min a bi cureya nameyan “Nameyên ji jiyanê re” û yên bi navê “Bendewariyên bi êş” “Gotin û xencer” “Çiya, av, tirs” derketin.”
“Jinên me ji xweliya xwe diafirin”
Fatma ji bo ku dubareyî çênebe ne tenê helbest; cureyên nivîsê yên bîranîn, çîrok û name jî dinivîsîne. Di nameyên xwe de ji bo Çiyayê Agirî, Karacaoglan, evîn û jinan dinivîsîne... Bi taybetî ji zarokatiya wê ve ji ber girêdana taybet, her dem li ser jinan dinivîsîne.
“Ez her dem jinên me dişibînim çivîka Enqayê. Her car, ji xweliya xwe diafirin. Jinên me gelek bi hêz in lê li erdnîgariya ku ez lê mezin bûm jin, ji ber wateyên ku li gotina hurmet ji bo wan hatibûn barkirin di nava bêdengiyê de bûn. Kesê li dijî wan jî hewl dida vê bêdengiyê bi kar bîne. Di demên dawiyê de ev rewş êdî li wan deran jî nema. Jinên me îro pir zana û bi hêz in. Çi bixwazin dikarin bikin. Mînak ez nebûm dayik lê dema min pirtûka xwe ya yekem dît tişta min hîs kir tu carî ji bîr nakim. Ez di cihê xwe de mabûm. Wekî ku min bebikek girtibe hembêza xwe. Dûre pirtûkên din jî dema hatin çapkirin hestên xweş jiyam lê kêfxweşî û hesta ku pirtûka min a yekem dabû min, pir cuda bû.”