“Bi fikrên azad çîrokan dinivîsînim”

Nivîskar Şems Enter 26 sal in kurteçîrokan dinivîse, çîrokên wê ji bûyerên jiyana wê ne. Şems bi zimanê Erebî çîrokan dinivîse lê dibêje ku di demeke nêz de ew ê çîrokên bi zimanê Kurdî binivîse û pirtûka wê jî çap bike.

 
 GULISTAN HISSEIN HAMID
Qamişlo – Gelek mirov hene di temenekî biçûk de hestên dilê xwe û bûyerên jiyanî yên pê re derbas dibin ji xwe re weke çîrok dinivîsîne. Bi vê yekê re ew pisporiya nivîsandina çîrokan bi wan re bi pêş dikeve û dibin xwedî berhemên bi nirx. Nivîskar Şems Enter bi temen 52 salî ye ji navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişlo- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev 26 sal in ew ji bûyerên jiyana xwe kurteçîrokan bi zimanê Erebî dinivîsîne. Piraniya çîrokên ku dinivîsîne der barê zordarî, zehmetî û tundiya ku li ser jinan tê meşandin e. Têkildarî mijarê nivîskar Şems Enter behsa serpêhatiya jiyana xwe û nivîsandina çîrokan kir.
26 sal in çîrokan dinivîsîne
Şems qala kurtejiyana xwe kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dema ku min dest bi nivîsandina çîrokan kir, temenê min 15 salî bû. Min xwendina xwe temam kir û fakulteya perwerdeyê xwend. Dema temenê min biçûk bû, min di dema wê de hemû bûyerên bi min re derbas dibû, dinivîsand.  Heta roja îro jî ez çi bijîm, pênûsa min wê dinivîsîne. Ez nivîskara kurteçîrokên Erebî me, mixabin heya niha kûrahiya nivîsandina çîrokên Kurdî bi min re bi pêş neketiye. Sedem jî vedigere serweriya rejîma Sûriyeyê di dibistanan de û qedexeya zimanê Kurdî di demên me de. Ev demek e ez xwe hînî zimanê Kurdî dikim û ez ê çîrokan jî bi zimanê dayikê binivîsînim. Îro li tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê şagirt bi zimanê Kurdî dixwînin, pêwîst e her kes li zimanê xwe vegere, ji ber zimanê me nasnameya me ye. Hewldanên min hene pirtûkên bi Kurdî binivîsînim. Malbata min her tim piştgiriya min dikir û bi min re alîkar bûn. Her wiha hevjînê min jî rê li pêşiya min negirt û min karê xwe yê nivîsandinê berdewam kir.”
“Naveroka çîrokan êş, zehmetî û tundiya li ser jinan e” 
Şems bal kişand ser zehmetiyên tê de derbas bûye ku jê nivîskariya wê ji çîrokan re pejirî û wiha pêde çû: “Di jiyanê de pir zehmetî min derbas kirine, min dixwest ez van zehmetiyên xwe weke çîrok bînim ziman, ji bo wê her min dinivîsandin. Di wê demê de cihên çapkirinê tunebûn, ger hebûna jî pir kêm bûn. Nivîsên min hemû li gel min diman û her dem hêviyên min hebûn wê rojekê ev berhemên min bibin pirtûk. Di civaka me de jî çanda xwendinê pir hatiye paşguhkirin û ji sedî 30 kes pirtûkan naxwînin. Tevî zehmetiyan jî min dikaribû nivîsandina çîrokan berdewam bikim. Berhemên min 4 pirtûkên kurteçîrokan in û hemû jî ji rastiyên jiyanê min nivîsandine. Naveroka çîrokan êş, zehmetî û tundiya li ser jinan vedibêje, ez dixwazim bi vê xebata xwe dengê jinan û êşên wan bi hemû civakê re parve bikim. Ez pir bi nivîsandinê ve girêdayî me dema ku radihêjim pênûsê ez dikarim hemû hestên di nava dilê xwe de birijînim ser kaxezê.”
“Ji bo avakirina civakeke zana çanda xwendinê pêwîst e li pêş be”
Şems projeyên xwe yên pêşerojê anî ziman û wiha bi dawî kir: “Dema ku min dest bi nivîsandinê kir, pirtûkên herî zêde min dixwendin, pirtûkên Newal El-Sedawî bû. Min ew weke pêşenga xwe di aliyê nivîsandinê de didît, ji ber ew jineke xwedî fikir û nêrîneke azad e di mijara jinan de. Ez jê hîn bûm, bê tirs binivîsim. Pêwîst e hemû jinên ku ji nivîsê hez dikin êdî bi baweriyeke xurt berhemên xwe derxin. Ji bo avakirina civakeke zana çanda xwendinê pêwîst e li pêş be. Di demên pêş de pir projeyên min ên nivîsandinê hene, projeya min a sereke jî ez niha pirtûkeke kurteçîrokan bi zimanê Kurdî çap bikim. Ez pir ji nivîsandinê hez dikim û naxwazim rojekê pênûsa min bê nivîs bimîne.”