‘Bi Egrîceyê me xwest em aliyê jinan ê hunerî nîşan bidin’

Klîba “Egrîce” yekemîn berhema Rêxistina Merziye ye, armanca wê nîşandana têkoşîna jinên Kurd e. Bi riya cil û berg, xala li ser rûyan, hêza çand û hunerê nîşan dide.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Klîba “Egrîce” ku mijara wê azadî û vîna jinan û felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ye di 6’ê Îlonê de li ser platformên medyaya dîjîtal hate weşandin.

Klîba ‘Egrîce’ weke yekemîn berhema Rêxistina Merziye ye, ji bo pêşxistina şiyanên hunerî yên jinan ku li ser kanala taybet a Rêxistina Merziye hatiye belavkirin e. Hersê dengbêjên navdarên Kurd ên jin Esrîn Seferî, Jîwer Husên û Julya Husên dibêjin û di heman demê de di klîbê de rol dilîzin.

Her wiha karê derhênerî û awazê ji aliyê hunermendê ciwan Pêşewa Remezan hatiye kirin û gotinên klîbê jî ji aliyê Seher Mûêzî ve hatiye nivîsin. Şêwazê klîbê bi temamî ji şêwazê klîbên hunerî yên Başûrê Kurdistanê cuda hatiye kişandin ku 41 kes weke rol di klîbê de dilîzin. Derhêneriya govendê û lîstikên di klîbê de ji aliyê mamoste Firyad Hesen ve hatiye kirin.

‘Armanca me bi klîbê nîşandana aliyê jinan ê hunerî  ye’

Rêvebera Rêxistina Merziye, Ziryan Ehmed wiha behsa klîba Egrîce kir: “Armanca me ya çêkirina klîbê, nîşandana hêza jinan di hunerê debû. Niha hebûna jinan di klîban de ne weke asta pêwîst e. Bi riya klîba Egrîce tê diyarkirin ku jin xwedî cihekî girîng in. Gotinên klîbê jî ji aliyê Seher Mûêzî ve hatiye nivîsin. Şeş kes di berhemdana klîbê de beşdar bûne, 41 kes weke rol di klîbê de dilîzin. Klîba Egrîca di sê mehan de temam bû. Banga min ji bo xwediyên berheman, bi taybetî hunermendên jin ew e ku Rêxistina Merziye weke mala xwe ya hunerî bibînin û ji bo berhemên xwe yên hunerî bên birêxistinkirin. Daxwaza me ew e ku hunermend werin ji bo hiştina çanda hunerê, karê hunerî bikin.”

‘Klîb hêza jinan derdixe holê’

Stranbêj û aktora klîba Egrîce Julya Hisên wiha behsa yekem berhema xwe ya hunerî di klîba Egrîce de kir û got: “Ev zêdeyî salek e strana Egrîce hatiye tomarkirin. Çend mehan karê kişandina klîbê berdewam kir. Ez gelek kêfxweş im ku min di klîbê de rol girt û serkeftî bûm. Destpêkê kesek li gel me tunebû, piştî reklama karê me li ser torên medyaya dîjîtal hat kirin gelek hevalên me alîkariya me kirin. Destpêkê di klîbeke weke Egrîce de lîstîn karek nû bû lê belê ez kêfxweş im ku dikaribûm bi awayekî cuda stranan bibêjim. Egrîce peyamek mezin dide jin û mêran. Hêza jinan derdixe. Derxistina hêz û tevgerên weke ya mêran, nîşan didin ku jin jî dikarin weke mêran tevger bikin. Encamdana tevgerên me şerê di navbera zayendperestî û jinan de nîşan dide. Em li hemberî aqilê mêr û ji bo wekheviya têdikoşin.”

‘Egrîce şanaziyek mezin e’

Julya Hisên detnîşan kir ku karek weke ‘Egrîce’ şanaziyek mezin e ji bo hunermend û dostên hunerê û wiha got: “Egrîceya min heye, weke stranbêj û aktor başdar bûme. Ez dixwazim karên weke Egrîce werin pêşiya min. Ev klîb ji aliyê guhdaran ve rastî eleqeyek baş hat lê belê beşek din gotin ku weke hunera Rojavayê Kurdistanê çêbûye. Wisa be jî asayî ye lewre em hemû Kurd in û kar ji bo têkoşîna jinan dikin, armanca me ew e ku em hunera pêşketî li Başûr biafirînin. Egrîce nîşaneya vê yekê ye. Bi riya klîba Egrîce em hewl didin hêza jinan derbixin. Jin xwedî hêza biryardayînê ne, pêwîstî bi biryardayîna mêr tune ye ji bo jiyanê. Jin her dem bi riya çalakiyan jiyanê bi pêş dixin. Divê em hemû ji bo azadiya jinan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ têbikoşin.”