'Bi dengbêjî û stranan dîroka me zindî dibe'

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Diyana Murad der barê stranbêjiya Kurdî de got ku bi riya kar û xebatên xwe mîrateya Meryemxan, Eyşe Şan û Şakiro berdewam dikin.

VIYAN AMED

Qamişlo – Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Diyana Murad ku stranan dibêje û di heman demê de li gîtarê dixe, têkildarî stranbêjiyê û hunerê nêrîna xwe ji me re anî ziman.

‘Hestên xwe bi stranan vedibêjim’

Diyana Murad di destpêka axaftina xwe de naskirin û hezkirina xwe ya ji stranbêjiyê re wiha anî ziman: “Ez ji Efrînê me û bi destpêkirina şoreşa Rojava re ji zaroktiyê de min dest bi xebatên Hîlala Zêrîn kiriye. Di nava gelek komên hunerî de min cih digirt, ji bo munasebtên cuda yên wekî 8’ê Adarê û 21’ê Adarê me stran digotin. Dayik û bavê min jî cihê xwe di nava çand û hunerê de digrin, vê yekê bandor li min kir ku ez jî di hunerê de xwe  pêş bixim, malbat di vê milê de bû alîkar. Ez hestên xwe piranî bi riya stranan vedibêjim. Bi stranan peyamên girîng tên dayîn lewma roleke stranbêjiyê ya mezin di nava civakê de heye. Hêza stranan pir mezin e bandorê li civakê jî dike.”

Qrikirina çandî

Diyana Murad di berdewamiya axaftina xwe de  bal kişand ser qirkirina çandî û bandora şoreşa Rojava ya li ser xebatên çand û hunerê û got: "Ji bo qirkirina çanda me ya kurdewarî bi salan dewleta Tirk, rejîma Sûriyeyê û Îran, bi polîtîkayên curbecur êrîşî me dikin. Her çiqas civaka me xwe ji qirkirinê parastibe jî mixabin di bin bandora çanda Tirk, Ereb û Farisan de jî maye. Belê bi Şoreşa Rojava re me xebatên çand û hunerê di asteke mezin de bi pêş xist. Beriya şoreşê jî xebat hebûn lê veşartî dihatin kirin, vê yekê bandoreke mezin li ser xebatan dikir û diteyîsand. Her wiha beriya şoreşê derfetên perwerdeyê kêm bûn, bi saya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, rê li pêşiya vê yekê jî hat vekirin û astengî ji holê hatin rakirin.”

'Stran xîtabî hestên mirovan dikin'

Diyana Murad destnîşan kir ku stran xîtabî hestên mirovan dikin û wiha pê de çû: “Stran ruh didin mirovan her wiha dikare te araste bike. Mixabin dijmin jî vê xalê carna li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Hêzên desthilatdar, stranan jî li dijî civakê bi kar anîne ji bo ku bandorê lê bikin. Bi taybetî jî stranên arabesk di nava ciwanan de belav dike. Stranên arabesk ruh û hestên mirov dikujin û enerjiya mirovan tune dikin. Dijmin dixwaze civakê ji cewherê wê dûr bixe û bê moral bimîne.”

'Em ê mireteya Eyşe Şan, Meryemxan û Şakiro berdewam bikin'

Diyana Murad diyar kir ku ew bi riya çand û hunera xwe li hemberî dijmin têdikoşin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bi Şoreşa Rojava re hişyarbûnek di nava civakê de çêbû. Bi riya kar û xebatên xwe em mîretaya Eyşe Şan, Meryemxan û Şakiro berdewam dikin. Bi dengbêjî û stranan dîroka me zîndî maye. Em wekî jinên Kurd, pêwîst e dijminê xwe nas bikin û şiyar bin. Di heman demê de bi riya çand û hunera xwe feraseta dijmin tune bikin û ji kokê ve rakin.”