Bi çîrokên xwe hewl dide hişmendiya civakî bilind bike

Nivîskar û çîrokbêja Misrî Rania Hilal vegerandina xalên zagonê bi zimanek ê rojane çîrokên jinan vedibêje kir pirtuk, hedef dike ku derbarê mafê jinan de hişmendiya civakî bilind bike.

ASMAA FATHI

Qahîre – Nivîskar û çîrokbêja  Misrê Rania Hilal derbarê darazên ku di civakê de bûne qalib, hin atoleyên perwerdê lidarxist. Piştî atolyeyan Rania Hilal ya li ser madeyên zagona Misrê xebat da meşandin, di encama xebatên xwe de mafê zagonî çîrokan bi zimaneke rojane kir pirtuk. Armanca Rania Hilal ew e ku bi van xebatan derbarê mafê jinan de hişmendiyê ava bike. Rania Hilal ku bersiva pirsên ajansa me da diyar kir ku di çîrokên pirtukê de cîhana jinan, rastî û derbarê pêşerojê de fikrên xwe vegotiye.

*Di nivîsên we yên li ser jinan de taybetmendiyên derketî pêş kijan in?

Heta niha 4 pirtukên min hatiye weşandin. Dû ji van hunera Ereb û Fona Çandê û komkiriyek kin ya bi sernavê ‘Xaçera Rastiyê’ ku di sala 2014’an de xelata Sawiris girtî bû. Bi piştgiriya ofîda Mafê jinan ya Komara Federal a Alman di sala 2015’an de min pirtukek bi navê ‘Çîrokên rewşa şexsî’ weşand û ev ji bo min ceribandinek bû. Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên zagona statuya şexsî, bi taybet ceribandinek derbarê valatiya li dijî hiqûqê bû. Xebatên min, di aliyê jinan de ji bo avakirina hişmendiya civakê bi zimanê rojane yê Misrê vegeriya çîrokan.

Di heman salê de, kovara Shakmjiya ku nivîskar û ressam bejdar bûn, bi bejdariya weqfa feminist a Nazra min xebatek din jî berhem da û divê demê de min firsend dît ku dû çîrokên romanên xêz ku awayek yê nû ê nivîsê peşkeş bikim. Koleksiyona min ya çîrokan a piştre di sala 2020’an de bi navê ‘Di Deh gavan de li pey sihê’ hat. Di vê pirtukê de min rojnivîska jinek di xebite û bi çavek cûda li cîhanê meyze dike girt dest. Niha jî koleksiyona min ya çîrokên kurt ên ‘Xwendinên qedexe’ hatiye çapkirin heye û ez di qonaxa ku di pêşerojê de romanekê binivîsîm de me. Bi giştî çîrokên min fikrê min yê der barê cîhana jinê, rastiya wan  û pêşeroja wan de ye. Heta hinek qeyaranên jinan û êşên wan di çarçoveya darazandina civakê de bi awayek cûda digre dest. 

‘Min xwest xwendevan hemû hirguliyên Zagonê bibînin’

*Lihev anîna çîrokên zagona medenî dibe ku zor be, xalên vê zagonê û ‘çîrokên jinan’ valati û bandora li ser jinê vedibêje we çawa vegerand zimanek rojane?

Ev xebat ji bo min bi taybet gelek zehmet bû. Ji ber der barê ‘rewaş statuya şexsî’ de her qad hemû tiştên dihat gotin û di meşandina vê xebatê de ne bi awayê ku bi min re bibe alîkar bû. Li vê derê min dest bi lêkolînkirina zagon û tesbîtkirina valetiyan kir. Di heman demê de ez li jinên ku pirsgirêk jiyan dikirin geriyam û min guhê xwe da pêvajoya ku wan jiyan kirî û min şopand. Ji bo ez vê çîrokê binivîsim gelek bû alîkar. Armanca min hemû xwînerên zagonanan hemû hurguliyên jiyanê bi qeyranê wê ve bibinin. Piştre mudaxeleya zagonî, ka edalaneya yan ne yan jî di aliyê mafê jinan de nerênî bandor dike û valatî heye yan ne lêkolînkirin bû.

‘Şikandina rola mêr, mijarek zehmet e ku ji bo wê xebatek dirêj pêwîst e’

*Di atolya bi navê ‘Tama Axaftinê’ ya we li darxsit de, we perwerdeya xilukariyê da. Hun dikarin derbarê xebatên xwe yê atölyeye de zanyarî bidin?

‘Tama Axaftinê’ ceribandinek cûda ye. Ez ji nivîsîn û xwarin çêkirinê hez dikim. Her dû jî xilûkarî dixwaze. Ev jî tiştek wiha ye ku her dûyan bi hev ve gire bide. Xwarin li ser mirovan rewşa tendirûstî û psikolojik sînordar namîne, di demên cûda yê jiyanê de bandorê wê lêkolîn dikin, ez çûm li ser antrepolojiya xwarinê li atolye min mufredat amade kir. Ev xebat di heman demê de çandî, dîrokî û erdnîgariye. Ji ber di avakirina fikir û rêbazan de raste rast bandora wê heye. Ger hûn binivîsin yên li beramberî we wê vê cûda, û bi awayek xilukar  bibînin. Mînak bi pêşkêşkirina xarinekê li beramberî kesek din xilas nabe, pêvajoyek entelektuel ku gelek hestan digre nava xwe ye.

Hestên jinan di mijara xwarinçêkirinê de digihe zayendperstiyê. Ji ber bi hezaran sale, civak ji jinan li benda rola xwarinçêkirin û danîan wê ji jinan hêvî dikir. Di atolye de mêr qebul, erêkirin û heta bejdarî çêbûye. Eve jî rola mêran dişkêne. Ev şikandin xebatek dirêj jêre divê, mijarek tevlîheve. Jin di rewşek bê hal dene, ji xwarinçêkirin, xwebitandina zarokan ya dersê, heta li dijî hemû pêwîstiyên malbatê dabîn bikin bi rola zextê re hate sînordarkirin.

‘Beşdariya jinan a çandê, piranî beriya pêvajoya zewacê çêdibe’

*Demek dirêj hun di qada çand û hunerê de xebitîn. Hun bejdariya jinê divê qadê de çawa dinirxînin?

Bi giştî beşdariya jinan ya çandê beriya zewacê çêdibe û ji bo pêşxistina vê kêrhatiyê xebatên atolye, heta semînerên çandî û lê nêrîna komên nîqaşker tê texmîn kirin. Piştî ku di zewicin û bi taybet bi welidîna zaroka yekem re bi temamî balê didin ser malbatê.

Gelek jin piştî ku di zewicin, ji ber bendewariyên civakê û hişmendiya wê dikevin xefikê. Jin ji bo xwe dem naveqetînin û berûvajî tên deqkirin. Bejdariya seminer û xebatekê yan jî derketina geştê herî zêde dikarin dû seet dem jêre veqetînin. Ev rastî rê li ber paşdexistina xeyalên gelek jinan vekiriye. Li vêderê ji bo xwe pêşbixin dibin qûrbanê rekabeta ne heq ku divê kedek mezin jêre bidin.”