Bi çiqên dara tewî zarokan ji nezerê di parêze

Ji çiqilê dara tewî ya pîroz sê goşeyên bi morîyan çêdike û ji bo parastinê bi zarok û malan vedike.

 

HÊVÎDAR TALÎ
Musil - Ji bo parastina mal û can li her herêmê sîmgeyên cuda tên bikaranîn. Yek ji wan simgeyan jî dara tewî ye. Ev dar li gelek herêmên çiyayî heye. Piranî li warê lîlozan zozanên bilind ên Zagrosan ku befir lê naqede tê dîtin. Her herêmek a kevanên Zagrosan li gorî xwe navek lêkiriye û bi şêweyekê pê bawerkirine. Li herêma goyan ew tawi ye, li Cizîra Botanê sinc, li Amedê tiok, li Serhedê tiew, li Wanê sinc, bi zaravayê soranî tayla û bi zimanê tirkî jî dardagan e. Fêkiyên wê dişibe guhîjan hinekdin biçuk û bitamin. Li hinek deveran jî ji fêkiyên wê şîrînî çêdikin. Ji fêkiyan zêdetir bi pîroziya xwe tê zanîn. Li bajarê Sîne ya Rojhilatê Kurdistanê bi navê wê goristanek heye û piranî li ser goristanan ev dar tê çandin. Li heman herêmê çiqên wê jêdikin biçuk biçuk parçe dikin, bi ta ve dikin û weke tizbiyan bi mebesta parastinê bi derguşa zarokan ve dikin. Hinek caran jî ji bo parastinê xweşik çêdikin û dixin destpêçka pê zarokan dipêçin.
Baweriya bi çiqên darê
Baweriya welatiyên herêmên Zagrosan jî piranî cureyên daran bûne, weke dara beruyê, yek ji darên ji bo baweriya parastina zarokan bikartînin jî dara tawi ye. Dara tawî li herêmên çiyayî şîndibe, pir bilind, ji xwe bawer û bixemle. Çiqê dara tawî tînin qaşilê wê ser de dibin xweşik zirav dikin û paşê bi moriyan şêwe didinê û bi zarokan ve dikin. Weke sêgoşeya hermelê hinek din biçuk çêdikin, ruşiyê hermelê dazdene, yên wê du, sê û hinek caran jî çarin. Dibe ku çar ruşiyên wê jî wateya çar demsalane. Dema diqedînin li ser milê zarokan bi kincê wan ve dikin. Hem gelek xweşike hem jî weke baweriya welatiyên herêmê ji bo parastinê ye. Ev sîmge ne tenê parastina zarokan dike, her wiha ji bo parastina mal, bax, baxçe û ajalan jî bikar tînin. Li herêmê ji çandiniyê zêdetir sewalvanî heye, ji ber wê jî weke zarokên xwe ji sewalên xwe jî hezdikin. Gelek caran wê sîmgeya parastinê bi berx an jî karikên xwe yên herî biçuk û xweşik ve dikin. Ji ber li gorî wan dema nezer li sewalek xweşik bikeve, ne tenê ew sewal dimire, mirin dikeve nava hemû sewalên wan ji bo wê jî dara tawî pêve dikin. Ji jinên vî darikî xweşik û bi wezin li hev tîne, di nava moriyan de şêwe dide û bi zarokan ve dike Hacer Tok e. 
Hacer Tok yek ji penaberên wargeha Mexmur a ser bi bajarê Musil ê İraqê ye. Di sala 1994 de ji navçeya Qilebana Şirnexê ji ber zextên dewleta tirk neçar dimine bi malbata xwe re penaberî Herêma Başurê Kurdistanê ya Federal dibe û niha jî li wargeha penaberan dijî.
Hacer Tok nikare cardin vegere li ser warê xwe û li wergeha penabera ya Muxmur jiyanek nu ji xwe re avakiriye. 
 ‘Min a despêkê bi berxika xwe ve kir’
Hacer ji dara tewî ya ku li gor baweriyan zarok û mal ji xirabiyan diparêze diyariya çêdike. Di temenêkî piçuk de ji dayîka xwe Hacek Tok ferî vê deskariyê dibe. Hacer wuha qala wê hunera destkarî û zarokan ji nezerê di parêze dike: “Dema zarokbûm pîra min û dayika min ev dar despêkê bi wezin çêdikirin, paşê jî xweşik bi moriyan li hev danîn û bi zarokan ve dikirin. Ew karek mijulahiye û gelek demê wan digirt. Li gel karê gund ê zêde ku ji wan çênedibû çokê xwe bin xwe de bikin, ser de jî bi vê darê re mijuldibûn. Ev mijulbûna wan bala min kişand û ez jî bi saetan li kêleka wan diruniştim û min li ber destê wan dinêrî. Bi temaşekirinê re ez jî hînbûm û min jî despêkir. Despêkê min alîkariya pîra xwe dikir, paşê jî min bi tenê yek çêkir. Dema min qedand gelek kêfxweşbûm û hema min dest bi yekî din kir. Ya despêkê min çêkirî, min bi berxika xwe ya herî min jê hez dikir ve kir. Ji wê rojê heya niha ez jî weke pîra xwe Medîna ya temenê wê ser sedê rebû hîna bi baweriyek mezin çêdikir, ji vê darê bawer dikim û ji bo parastina zarokan çêdikim.”  
Pêvajoya amadekirine ji bo Hacer wek hobiyek pêşdikeve û Hacer her dema xwe ya vala bi çêkirin û xemldayîna dara tewî derbasdike. Hacer  bi wan peyvan girêdanbuna di navbera xwe û dara tewî de tîne ziman: “Li gund ê xwe me karê sewalvaniyê dikir. Rojane em diçun nava herêmên daristan bêriyê yan jî ji bo zivistanê me giya ji sewalan re berhev dikir. Bi şevan jî piştî xwarinê li ber çayê re me karê dest dikir. Min wî demê xwe dida van darikan û amade dikir. Li ser rêya palehiyê û bêriyê her ku rastî darek tawiyê dihatim min çend çiq jê dişkandin û danî. Ji ber wê jî ticarî ji malê xelas nedibû.”
‘Ji deverên çiyayî çiqên dara tawiyê dixwazim’
Hacer a ji jiyana palehî û bêriyê niha dur bilêv kir ku ew çiqên heman darê ji herêmên çiyayî dixwaze û wiha pêde çu: “Her çendî êdî nikarim li gorî dilê xwe şaxên darê bi xwe binêrim û jêbikim jî min dest ji karê xwe bernedaye. Ez ji herêmên çiyayiyên ew dar lê heyî şaxên wê dixwazim, ji min re dişînin. Li vêderê jî çêdikim û baweriya pîra xwe Medînayê jîndar dikim. Ji ber zehmetiya peyda kirina darê û çêkirinê êdî piranî li cihê wê çavşîngan dixebitînin. Ez tiştekê di cihê dara tawiyê de nabînim û naxim cihê wê. Çawan be ezê wê darê peyîda bikim û çêkim. Baweriya pîra min ji bo min mînake û ez ê hînî keça xwe jî bikim. Di wê baweriyê deme hemû jin weke min, tiştên berê ji dayik û pîrikên xwe hînbûne didomînin û hînî zarokên xwe dikin. Ji xwe wiha nebûya, baweriya dara tawiya hezarê salan dê çawan heya niha hatiba û ez ê çawan ji pîroziya wê hayîdarbûma.”  
Li cem bawerî û netewan di xwezayê de dar, ber û avên pîroz hene. Di xwezayê de her tişt bi wateyê û pîroze. Wek dara tewî li Rojavayê Kurdistanê heya herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê piranî ji bo parastina ji nezerê giyayê hermel bi malên xwe ve kirine. Li herêma Êlihê ya Bakurê Kurdistanê û hinek cihên dinê jî nanekê bi serê deriyê xaniyê xwe ve dikin. Ew nan bi salan li ser derî disekine. Piranî dema endamek ji malbatê li rêyek durbe, li cihek xerîb be dema nêzî hatinê dibe ew nan dikeve xwarê. Weke van gelek sîmgeyên bi dirêjahiya demê pîroziya xwe di nava civakan de parastine hene.