Bi çêkirina selikên ceh û genim dabara malbata xwe bi rê ve dibe

Amarja Ferec Elî Nasr jineke penaber ya ji Tawerga ye, ji bo dabara malbata xwe bi rê ve bibe bi darên nexîl, selikên genim û ceh çêdike.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bîngazî- Di şerên rû didin de kesên ku herî zêde ji şer bandor dibe û bedêl dide jin û zarokin. Di van şert û mercên dijwar û taliya jiyanê de ku malbatên penaber di nava kampan de dijîn, piştî ku hikûmetên li pey hev di vegera malên wan de bi bin ketin, malbat li derveyî kampan li serxwebûn û avakirina jiyanek nû geriyan. Yek ji wan malbatan Amarja Ferec Elî Nasr e ku piştî jiyana zehmet a 6 salan li kampên bajarê Bîngazî de biryar da ku jiyaneke nû ava bike. Amarja Ferec Elî Nasr 77 saliye û li bajarê Ajdabiyê di malek biçûk de bi malbata xwe re dijî. Kenê wê li ser rûyê wê yê qehweyî ye ku salên dijwar û zehmetiyên koçberiyê li ser rûyê wê neqişandiye. Ev reng niştecihên bajarê Tawerga ji niştecihên bajarên Bakurê Lîbyayê cuda dike. Tevî îmzekirina peymana veger di Adara 2017’an de û derxistina Desteya Serokatiyê di Kanûna yekem di heman salê de biryara destpêkirina vegera penaberan ji bo bajarên xwe di destpêka Sibata 2018’an de hate girtin, lê kesên ku dixwastin vegerin malê xwe ji aliyê komên çekdar ve hatin astengkirin. Amarja Ferec Elî Nasr di derbarê jiyan, ked û koçberiyê de nêrîna xwe parve kir.

“Beriya koçberiyê jiyana me asayî bû”

Amarja Ferec Elî Nasr beriya ku koçber bibe karê ku ew bi malbata xwe re dimeşand wiha parve dike: “Beriya ku em koçber bibin ez, hevjîn û zarokên min, me di projeya hikûmî ya mirîşkan de kar û xebat dimeşand. Jiyana me asayî bû. Bi mûçeyek mehane ya ku bi qasî 500 dînarên Lîbyayê, ango 100 dolaran me kar dimeşand. Êdî di wan deman de jî mûçeyê hikûmetê têra dayîna xercên mal û lêçûnên xwendina zarokan li dibistan û zanîngehan nedikir, ji lewra zarokên min di dema êvarê de di pîşe û karên cuda de kar dikirin ji bo ku alîkariya malbata xwe bikin.”

“Mal û milkên xwe li Tawerga winda kir” 

Amarja Ferec Elî Nasr wiha behda koçberiya xwe ji Tawerga dike: “Wek her malbatek penaber me ji mal û zeviyên xwe bi penaberiyê re winda kir. Niha li Tawerga tiştekî mîn nîne, mala min şewitandin û darên min mirin. Her tiştê min li Tawerga winda kirin.”

“Bi keda destê xwe selikên genim û ceh çêdike”

Amarja Ferec Elî Nasr wiha qala karê ku bi destê xwe yê kedkar çêdike parve dike: “Malbatên li Tawergayê bi taybetî jin di karên destan ên cîhêreng de dixebitin da ku debara jiyana xwe piştî koçberiyê bikin. Di salên dawî de kel û pel li seranserî axa Lîbyayê bûha bû. Ruxmê kêmbûna pereyan û tunebûnê em karê destan dikin. Ez bi hilberandin û firotina karên destan de alîkariya malbata xwe dikim. Ez bi dilxweziyek mezin selikên ji bo parastina genim û ceh çêdikim. Ez amûra ku çêdikim ji pelê darên nexîl e. Ez di destpêkê de jêdikim, paşê zuhadikim, piştî zûha dibin cardin dixim di nav avê de da ku nerimbûna xwe biparêze û herî dawî wiha dest bi çêkirina selikan dikim.”

“Hêviya min aramiya welatê min e”

Amarja Ferec Elî Nasr amûrên ku ji wan re ji aliyê saziyên girêdayî dewletê ji wan re tên pêşkêş kirin wiha tîne ziman: “Rêxistinên ne hikûmî û saziyên girêdayî dewletê tenê alîkariyên mirovî ên mîna betanî, kel û pelên mitbaxê û alavên ku di malê de têne bi kar anîn pêşkêş dikin. Bes daxwaziyek min heye ew jî qenciya welatê xwe û rehetiya wî dixwazim. Ruxmê êş û zehmetî hene, lê hêviya min ewe ku rewşa Lîbyayê aram bibe da ku jiyanek xweş ji malbat û zarokên xwe re misoger bikim.”