Bi boneya 8’ê Adarê li Cezayîrê çalakiyên hunerî despêdikin

Li Cezayîrê di lîsteya bernameyên pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de çalakiyên cihêreng ên hunerî dê cîh bigirin û heta 10’ê mehê bidome.

Cezayîr- Li Cezayîrê bi mûnasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê wê kovara "La Place" ku têde behsa hunera jinan, qetilkirinên li Cezayîrê û têkoşîna jinan dike. Kovara "La Place" behsa hunera jinan, qetilkirinên li Cezayîrê û têkoşîna jinan di dirêjahiya dîrokê de û heya roja îro dike. Her wiha wê li Wehran jî di 9 û 10'ê Adarê de festîvala yekem fîlmê jinan despêbike.

Dê mijarên hejmara dûyemîn a kovara Nîvsalane a "Ez û ew" ku ji aliyê rojnamevan jacline Perino û Emine Mûsa ve bê amadekirin jî li ser huner û civaka 5 welatên Mexribî be ku dengê jinên Mexribê bike yek û daxwazên wan ragihîne.

Di Şanoya Neteweyî a Cezayîrê de rola jinan

Wê 8'ê Adarê di Şanoya Neteweyî ya Cezayîrê de şanoya Îspanî ya Elena Jadel "Deng" û Marta Robelez "Kompozîsyon, gitar û koro" bi serenavê "The Women of my life, Las Mujeres de mi vida" jî bên nîşandan.

 Parêzgeha Wehranê ya Cezayîrê bi destpêkirina rojên destpêkê yên fîlmên jinan ên ku dê di 9 û 10'ê Adarê de li peymangeha Fransa ya li Wehran ê were organîzekirin, Roja Jinên Cîhanê jî were pîrozkirin.

Her wiha wê di pêşandana filîman de balê bikşînin ser derhînerên Cezayîrî bi rêka pêşkêşkirina karê wan ên wekî fîlmê "heta Axir Zeman" ê derhîner Yasmîn Şiwîx û fîlmê "Heyat min Eltecarub" yê derhîner Zelîxa Tahir, her wiha civîn û koxebat bi pêşengiya lîstikvan, hûnermend, derhîne û pisporên sînemayê yên wekî Sabrina Boukhrassa û Sonia Ahno werin lidarxistin