Bi berhemên xwe yê bi nexş û çêkirina kilaşan îlhamê dide jinan

Şoxan Kamil a 6 salin kilaşan çêdike bi berhemên xwe yê bi nexş û çêkirina kilaşan îlhamê dide jinan. Şoxan Kamil a bi rêya karê xwe hewl dide çanda Kurdî bi parêze, dixwaze vê karê fêrî nifşên nû bike.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Şoxan Kamil ku li bajarê Silêmanî jiyan dike, ev 6 sal e karê çêkirina kilaş dike. Ji derveyî wê jî ev 15 sale karê nexşandina elêk û amûrên cûda dike. Firoşgehek taybet ya Şoxan Kamil ku xeyalên wê bû heye û hemû berhemên xwe di firoşgeha xwe a taybet de bi cih kiriye û kesên ku bixwazin serdana firoşgeha wê dikin. Şoxan Kamil diyarkir ku hê di temenê zaroktî de gelek ji karê dest û nexşandinê hez kiriye.

 Şoxan Kamil a di temenê 14 salî de dest bi karê nexşandinê kiriye, wiha got: “Salên berê jî jinan dixwest li ser cilên wan ên malê û meksiyan nexş hebin û niha zêdetir dixwazin nexş li cilên Kurdî hebin. Di demê berê de zêde giringî nedidan cilên Kurdî. Niha çanda Kurdî zindî kirine û hez dikin ku li ser cilên Kurdî nexşên cûda hebin.”

‘Fikrê nexşên li ser cilan min jî xwezayê girt’

Şoxan Kamil derbarê nexşên cûda ên li ser elek û cilên kurdî de diyarkir ku ji xwezayê ilham digre û wiha got: “Ez li gora fikrê xwe nexşan çêdikim û hinek ji nexşan ji dîmenên xwezayê digrim. Dema ku diçim geştekê gulekê dibînim, wê gulê li ser kaxezê çêdikim û pişte dixim ser cilan. Hinek caran ew kesên ku tên gel min bi xwe nexşên xwe tînin, da ku ew nexş ji bo wan teybet be. Elekê cilên Kurdî hevjinê min didirû û piştre ez dinexşînim. Destpêkê tenê min cilên xwe di nexşand heta ku baş fêrbûm, piştre min cilên kesên nêzî xwe dinexşand. Ji ber piştgiriya wan û gotinên wan ên ku hêz dida min, min ev kar berdewam kir. Destpêkê bi rêya kesên nêzî xwe û online min berhemên xwe difirot. Lê belê niha di festîvalan de ez berhemên xwe didim nasîn û di firoşim.”

‘Min hewla zindîkirina kilaş da’

Şoxan Kamil anî ziman ku ew beriya 6 salan beşdarî dewreya perwerdeya taybet ji bo fêrbûna çêkirina kilaşên jinan bûye û wisa fêrî çêkirina kilaşan bûye. Şoxan Kamil wiha got: “Bi rêya medyaya dijîtal min reklamê dewreya perwerdeya ji bo 7 rojan dît, min biryar da beşdar bibim û ger ji bo firotinê jî çênekim, ezê ji bo xwe çêkim. Lê belê niha li ser daxwazên gel çêdikim û hinek caran li gora fikrê xwe jî çêdikim. Destpêkê dema ku min dest bi vî karî bikim ez rastî gelek rexne û gotinên ku çanda kilaşên jinan tune bûne hatim, lê belê berevajî di kevin de jî çanda kilaşên jinan hebû û piştre hemwelatiyan jê hez kirin û niha daxwazek zêde li ser heye. Kilaş ji bo cilên kurdî û cilên din jî çêdibe, li gora daxwaza kesan, niha rêjeya ew jinên ji bikaranîna kilaş hez dikin zêde bûye.”

Ji bo her kilaşekî 4 roj divê

Şoxan Kamil wiha behsa çêkirina kilaşan kir û got: “Rojane ger berdewamî kar li ser çêkirina cotek kilaş bikim, 4 roj jêre pêwîst e. Ji bi çêkirinê ez tayê taybet ên kilaşan bikartînim. Çêkirina kilaşekê gelek zehmetiyên wê hene ji ber ez nû pêlavekê dikirim û piştre sera wê pêlavê jê dikim û tenê binê wê bikartînim û çêdikim.”

Şoxan Kamil a ji derveyî karê dest ê nexşandin û çêkirina kilaşan, nexşandina amûrên cûda jî dike wiha dibêje: “Ev awayê nexşan daxwaza xelkê li ser zêdetir e û ji bo ciwankariyê di malên xwe de datînin û her wiha ava vexwarinê jî di van termozan de germ nabe û sar dimîne.”

‘Herçend rêgirî hebe divê jin li hember rawestin’

Şoxan Kamil bang li jinan kir ku li pey kêrhatiyên xwe bikevin û got: “Divê jin kêrhatî û hêza xwe derbixin holê. Ne şert e ku kêmek pare bi dest bikeve, ya giring ew e ku xwe pêşbixin û hewl bidin bibin xwedî karê xwe ê taybet. Weke her jinek din ên civakê dema ku min dest bi kar kir, bavê min ji bo min astengî çêkir, lê belê min tu caran dest ji daxwaza xwe berneda, ev jî hişt ku ez serkeftinê bi dest bixim. Ji ber wê giring e jin dest ji daxwazên xwe neberdin û li hemberî astengiyan rawestin û bi serbikevin.”