Bi awaz û stranên xwe têkoşîna gel a li dijî dagirkeriyê radigihîne

Sûzan Bîlal yek ji kesên ku neçar maye ji ber dagirkeriya Tirk ji Efrînê koçber bibe ye. Meryema ku xwedî ruhê hunerî ye, di nava xebatên hunerî de cih digre û dixwaze bi awazên xwe, êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û têkoşîna gel ragihîne.

SIBELIA EL-ÎBRAHÎM

Heleb- Sûzan Bîlal ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ji bajarokê Raco yê kantona Efrînê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçber dibe. Sûzan Bîlal hewl dide bi awaza xwe dagirkeriyê û têkoşîna gel ragihîne cîhanê. Sûzan Bîlal diyar dike ku ji zaroktiyê ve heta niha kêrhatiya wê ya stranbêjiyê heye û da zanîn ku stranên xwe ji çanda Kurdî, Hindî, Tirkî, Erebî digre û çêdike. 

Sûzan Bîlal destnîşan kir ku ji bo kêrhatiya xwe bi pêş bixe di xebatên navenda çand û hunera Cemîl Horo ya li bajarê Helebê de cih digre û got: “Têkiliya min bi awayekî profesyonel bi hunerê re beriya sê salan destpêkir. Dema ku nû beşdar bûm, ez endama komeleyek bûm û piştre beşdarî koma folklorê ya navenda çand û hunerê ya Cemîl Horo ya li Helebê bûm. Armanca min ji vê yekê mezintir bû, min biryar da kêrhatiya xwe ya stran gotinê bi pêş bixim û mezin bikim. Piştre ez beşdarî koma Şehîd Vejîn a tevgera çand û hunerê ya jinan a Hîlala Zêrîn bûm.”

‘Dewleta Tirk dixwaze mîrasa me ya çandî ji holê rake’

Sûzan Bîlal da zanîn ku şer û koçberî nebûye sedem ku ji çanda xwe dûr bikeve û wiha domand: “Ez jî ji ber vê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê beşdarî pîrozbahiyên jinan û gelan bûm. Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê dixwaza mîrasa me ya çandî ji holê rake. Lê belê min hewl da ez vê çandê biparêzim û bidim jiyîn. Ji berê vê jî îradeyek bi hêz û biryardariya min heye û ji bo bigihîjim vê astê her dem xebitîm.”

‘Min destûr neda paşverûtî li pêşiya min bibin asteng’

Sûzan Bîlal amaje bi wê yekê kir ku gelê Efrînê jiyana azad dixwaze û di nava gel de hişmendiya wekheviya civakê heye û wiha domand: “Lê belê tevî vê jî yên ku dixwazin bi pêş bikevin li pêşiya wan paşverûtiyên civakê dibin asteng. Lê belê min destûr neda ev paşverûtî li pêşiya min bibin asteng. Dema ku ez beşdarî koma Şehîd Vejîn bûm cara yekem derketim ser dikê. Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek mezin hatibû lidarxistin, dika min a yekem bû. Ji ber dika min a yekem bû destpêkê min şerm kir lê belê beşdaran bi dirûşmên têkoşînê û silavên ku ji Efrînê re şandin, cesaret dan min.”

‘Di stranên xwe de behsa ax û çanda me ya ku hatiye binpêkirin dikim’

Sûzan Bîlal diyar kir ku awaz û stranan ku dibêje hinek ji wan wergerandiya Kurdî û Erebî û her dem di nava lêgerînan de ye û got: “Dewleta Tirk niha li Efrînê li ser gel zextên dijwar didomîne û mafên jinan binpê dike. Ez jî ji bo ku dengê jinan bigihîjînim hemû cîhanê, di stranên xwe de behsa binpêkirinan dikim.”

‘Min hewl da êşên dayikan vebêjim’

Sûzan Bîlal destnîşan kir ku li dijî pergala neteweya demokratîk li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê heta niha êrîşên dagirkeriya Tirk bênavber berdewam dike û got: “Di van rojê dawî de ciwanên bi navê Hamza ji Efrîna di bin dagirkeriyê de ji cihê xwe bûye di wesayîda xwe de bû hedef. Ciwanê bi navê Hamza ji bo daweta xwe amadekarî dikir, di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Wê rojê ez ji mirina wî gelek bi bandor bûm û ez rûniştim min ev nivîsî. Êşên ku Hamza kişandine, mirina wî, bandora wî ya li ser malbatê, bi taybetî birînên dayikan. Çiqas dem derbas bibe jî ji bo em ji bîr nekin min kir awaz. Bi gotinên awazên xwe min hewl da hinek be jî ez êşên dayikan bînim ziman.”

Divê em xwedî li têkoşîna xwe derbikevin’

Sûzan Bîlal bi bîr xist ku divê yên xwedî aliyên hunerî ne bi xebatan cehwerê xwe derxin holê û wiha got: “Şert û mercên şer ên li herêmê û ji cih bûn her çendî me jinan birîndar bike jî divê em ranewestin û xwedî li têkoşîna xwe derbikevin. Divê hemû şert û mercên ku li pêşiya pêşketin û hebûnê dibin asteng em derbas bikin û ber bi hedefên xwe ve biçin. Jin parçeyek ji hunerê ne û huner herî xweş ji aliyê jinan ve dikare were bedewkirin.”