Bi armanca zindîkirina stranên gelêrî mîhrîcan hat lidarxistin

Mîhrîcana sêyemîn a stranên gelêrî li Kampa Berxwedan a navçeya Fafîna girêdayî Kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Bi dirûşma "Çanda resen vedenga Serdemê ye" Tevgera TEV-Çand a herêma Efrînê li wargeha Berxwedan a Şehbayê, 3'emîn mîhrîcana HAWAR li dar xist. Qada wargehê bi wêneyên pakrewanên hunerê û hunermendên kevnar hatibû xemilandin. Di mîhrîcanê de hemû sazî, dezgeh û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmê, Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê û bajara Helebê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Jin û gelên li kampê amade bûn. Mîhrîcanê piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
"Çanda me li hemberî planên dijmin dikare dibe asteng"
Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û got: "Gelê me yê berxwedêr ê li Kantona Şehbayê dimîne asta têkoşîn û berxwedana xwe li herêma Şehbayê bilindtir dike bi îsrara berxwedanê soza vegera Efrînê dide. Gelên Rojhilata Navîn bi muzîkên xwe yên gelêrî, kevnar, çand û dîroka xwe ya xwedî şaristanî, dikarin li hemberî planên dijimin bisekinin û li ber xwe bidin. Ger îro em bêjin çanda resen vedenga serdemê ye divê ku em bibêjin bi rastî jî di şoreşa Rojava de ev tişt pêk hatiye."
Rêveberiya Tevgera TEV-Çand a herêma Efrînê Newroz Silêman jî got: "Em li hemû dayikên Şehîdan û Rêber Apo pîroz dikin. Weke ku em dizanin bi hezaran salan her tim qirkirin, êrîş û talan bi ser gelê Kurd de hatiye lê di nava wê de gelê Kurd ê berxwedêr li ber xwe dide. Armanca me bi vê mîhrîcanê ew e ku stranên bi hezaran salan û çîrokên devkî hatine gotin werin parastin."
Ehmed û Denîz ku di mîhrîcana duyemîn a di sala 2016' an de li herêma Efrînê bi ser ketibûn û Koma Çiyayê Kurmênc a stranan stranên xwe pêşkêşî gel kirin.
Piştre kurtefîlm der barê amadekariya mîhrîcana Hawar de hat tamaşekirin.
Xebatên amadekariya mîhrîcanê sê meh domiyan
 Endama Komîteya Tomarkirinê nirxandina mîhrîcanê Hîdayet Osman got: "Ji bo vê mîhrîcanê  sê meh in dixebitin, endamên ku tevli mîhrîcanê bûne ji hemû navçeyên Helebê û Şehbayê hatine. Xwediyên dengê Efrînî, dengê xweş dê werin hilbijartin û çanda Efrînê bînin ziman di stranên xwe de. Di mîhrîcanê de dê dengê herî serkeftî heya roja dawiyê berdewam bikin. Di dawiyê de dê sê stranbêj bigihîjînin roja dawiyê. Dijmin her tim dixwaze Kurdan di qirkirinê re derbas bike lê armanca me bi vê mîhrîcanê ew e ku bi riya van mîhrîcanan çanda Kurdan bi pêş bikeve û xwediyên dengê xweş, armaca wan ew e ku dengê xwe bigihîjînin seranserî cîhanê. Di heman demê de jî çanda kevnar heya roja îro hatiye parastin ji ber wê ye ku dijmin dixwaze di qirkirinê re derbas bike lê em ê çanda xwe biparêzin û bi pêş bixin."
“Diya min ji bo beşdarbûnê ez teşwîq kirim”
Rocana Bilko ya ku endamek ji koma mîhrîcanê ye dibêje: "Em bi giştî 21 endam beşdarî vê komê bûne ji vê hejmarê wê 14 kes bimînin. Diya min bû sedemeke sereke ku ez beşdarî beşa stranan bûm û tevli mîhrîcana Hawar bibim. Dema ku ez beşdarî koma stranan bûm min gelek astengî dikişandin lê ev tişt nebû astengiyek herî sereke li pêşiya min û min dengê xwe bêhtir bi pêş xist. Em ê her tim çanda xwe biparêzin û bi riya stranên xwe yên gelêrî zindî bikin. Hêviya min ji hemû keçan ew e ku yên beşdarî vê mîhrîcanê nebûne careke din beşdar bibin ji ber ku hin deng hene di civakê de pêwîst e hest û helwestên xwe derxin holê."
Nedret Biço ya ku beşdarî vê mîhrîcanê bû, bi van gotinan coşa xwe ya ji bo mîhrîcanê anî ziman: "Ev mîhrîcana 3'emîn e lê ya yekem û duyemîn em li ser axa xwe bûn û îsal li Kampa Berxwedan berdewam dike û em bi coş û hezkirineke mezin beşdar bûne. Yên xwedî dengê herî xweş beşdarî mîhrîcana Hawar dibin û dengê zindî astên bilind digrin. Di mîhrîcanê de gelên cuda hatin ba hev û bi coşeke mezin tevli bûn. Em pir kêfxweş in ji ber ku ev mîhrîcan bû sedemz sereke ji bilindkirina moralê me fe."
Mîhrîcana Hawar wê heya 20'ê mehê li Kampa Berxwedan bi dawî bibe.