Bi armanca parastina dewlemendiya çandê li Şengalê şahî

Bi pêşengiya Weqfa Foruma Pirtûkê ya Nînovayê di bin şîare “Nînove Distirê” rêzeşahiyên ku stranên folklorî pêşkêş dike wê bên lidarxistin. Duh yekem şahî li Şengalê dest pê kir.

Şengal - Bi armanca pêşxistina çanda resen a hemû pêkhateyên ku li Nînovayê dijîn û parastina vê çanda dewlemend, Weqfa Foruma Pirtûkê rêzeşahî organîze kirin.

Weke bersivdayîna hêzin dagirker û weke bersiva fermanê ev rêza şahî li bajarê Şengalê dest pê kir. Bi amadebûna şêniyên Şengalê stranên folklor yên Tirkmen, Kurdên Şebek û Êzidî hatin pêşkêşkirin.

“Bi çanda xwe û cil û bergên xwe em xwe diparêzin”

Lîna Mîrza ji xelkên Şengalê bû ku di vê şahiya li hola azadî hatibû lidarxistin de amade bû, ji ajansa  me re axivî û bal kişand ser girîngiya parastina çand û hunera resen û wiha got: “Em gelek kêfxweş in ku îro şahiyên wiha li Şengalê tên lidarxisitin. Bi taybetî jî ger bi rengê Êzidiyan be. Li vir hem Turkmen hem jî Şebek amade bûne. Her wiha em li vir bi çanda xwe û bi cil û bergên xwe yên resen didin nîşandan ku heya dawî em ê çanda xwe biparênzin”

Lîna Mîrza di axaftina xwe de bal kişand ser pêlên koçberiyê û got: “Dibe ku li Şengalê niha bêîstîqrarî hebe lê ev rewşa Iraqê bi giştî wiha ye. Lê di rastiyê de ji bo Êzidyan hem ên ku diçin Ewropayê hem jî yên ku li kampên Başûrê kurdistanê ne, ji derveyê Şengalê ji bo Êzidiyan cihekî bi ewle nîn e.”

Hêjayê gotinê ye ku ev şahî bi heman armancê wê piştî Şengalê dê li Hemedaniyê, Tilefer, Berqele û Mûsilê jî werin lidarxistin.