Berxwedana jinên Kurd û Ulrike li ser dikê bû yek

Li Rojava hunermendên di hilberîna çandî û hunerî de bi saya komunên ku tevî pandemiyê ava kirine, ji heqê hemû zor û zehmetiyan derdikevin. Hunermendan tevî hemû zehmetiyan jî hilberînên xwe didomînin. Yek ji wan hunermendan Şevîn Xelîl e. Şevîn ruhê berxwedanê yê jinên Kurd û Ulrike tîne ser dikê.

GUNAY AKSOY
Qamişlo-Pergal ji ber nexweşiya pandemiya ku li seranserê cîhanê bi milyaran mirov jiyana xwe ji dest daye, di krîzek giran de ye. Xebatên çandî û hunerî jî ji ber krîzê darbên giran xwarin. Dikên konser û şanoyê vala man. Hunermend hemû bêkar in… Lê belê, ev pêvajo li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê cudatir xebitî. Tevî hemû gefên şer ên Tirkiyeyê yên li dijî Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û êrîş û ambargoya rejîmê, hunermend bi derfetên kêm jî hunera xwe didomînin.
Hunermendên ku li Rojava bi afirandina çand û hunerê re mijûl dibin bi saya komunên ku ava kirine ji heqê hemû zor û zehmetiyan derdikevin. Hunermendan ji aliyekê ve bi riya komunan piştgiriya aborî digirin; li aliyê din, hilberînên xwe yên hunerî didomînin. Şoreşa Rojava, ji bo krîz û qeyranên ku ji hêla huner û hunermendên cîhanê ve hatine jiyîn, dibe nefesek nû ji huner û hunermendan re. Şanoya Kurdî li Rojava di bin pêşengiya jinan de hem civakê bi pêş dixe hem jî pêşwazî dike.
Dikên azadbûyî
Teatra Sarya Baran, yekemîn koma şanoyê ya jin ku di nava Kevana Zêrîn de ji hêla jinan ve li Qamişlo, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin e. Ew navendeke hunerê ya girîng e ku lîstikvan, derhêner û senarîstan perwerde dike. Şevîn Xelîl ku ji 13 saliya xwe ve li Tiyatro ya Sarya Baran şanogeriyê dilîze. Di dema rejîma Baasê de her çendî ku şanogerên jin û lîstikvanên Kurd ji ber qedexe û zextan şano nedilîstin jî piştî Şoreşa Rojava li ser dikên azadbûyî şanoyên azad dilîzin.
Di lîstika "Ez Ulrike diqîrim" a ku ji hêla derhênerê şanoyê yê Italyanî yê navdar Dario Fo ve hatiye nivîsandin, lîstikvana şanoyê ya Rojava Şevîn Xelîl ji devê Meinhof bi van gotinan diqîriya:
"Hemû jinên ku hay jê hene tên tepisandin, rûreşkirin, îstîsmarkirin dê fêm bikin ku çima ez li vir im û çima hûn dixwazin min bikujin... Gardiyan, dadger, siyasetmedar, hûn ne di xema min de ne. Hûn ê tu carî nikaribin min dîn û har bikin! Hûn ê min saxlem bikujin…Bi ruhekî bêkêmasî û mejiyekî tam. Ji ber vê yekê dê her kes fêm bike ku hûn dewlet û hukûmeta qetilan in! Dê her kes fêm bike ka demokrasiya civakî çawa ye!"
Berxwedana ruhê jinên Kurd û Ulrike 
Ew qêrîna Şevînê ku li welatekî azad lîstikvanek şanoyê ya jin bû, qîrîna wê li ser dika spî ku cara yekem bi tena serê xwe derket pêş, gihîşt guhên bi sedan temaşevanan. 
Rojnamevana Almanî ya dayika du zarokan Ulrike Meinhof di hucreya xwe de mirî hatibû dîtin. Ew xwedî hêza ku ji bo mirovahiyê wekî jinek şoreşger li dijî hovîtiya kapîtalîzmê li ber xwe dida bû. Dema ku lîstikvana ciwan Şevîn li ser dikê jiyana Ulrike dilîst ruhê berxwedana jinên Kurd û Ulrike bi hev re vedijî. Şevîn a ku destpêkê perwerdeya xwe ya şanoyê li Kevana Zêrîn dît, yekem car bi lîstika bi navê Tabloya Hude derket ser dikê.
Xeyala wê ya herî mezin...
Şevîn, dema ku di temenê biçûk de dest bi şanoyê kiriye ji aliyê malbat û civaka xwe ve rastî tu zextan nehatiye. Lê piştî ku mezin dibe derketina wê ya ser dika şanoyê û lîstikvaniya wê ji hêla malbat û civakê ve wekî şerm tê dîtin. 
Şevîn Diyar kir ku malbata wê dixwest dev ji lîstikvaniyê berde û neçe Kevana Zêrîn, Şevîn got ku wê bi xwe re hêza ku dikare astengiya malbatê derbas bike afirandiye û serî netewandiye li ber zextên malbatêi şanogeriya xwe domandiye. Xeyala herî mezin a Şevînê ew e ku bibe lîstikvan û derhênereke baş. Şevîna ku li pey xeyalên  xwe diçe her astengiyê derbas dike.
Derhêner, lîstikvan, jina bi şewq û deng
Şevîn dibejê ku ji bo jinan ne hêsan e li Rojhilata Navîn di şanoyê de bilîzin û wiha berdewam dike: "Li erdnîgariya me, jin dikarin amûrek muzîkê lê bidin, stran bistrên û wêne xêz bikin lê lîstikvanî û şanogerî wekî 'şermek' tê dîtin. Min ev astengî derbas kirin û malbata xwe îqna kir."
Şevîna ku bi kêfxweşî beşdarî komuna şanoya jinan bû, bi van gotinan komuna jinan a şanoyê şîrovê kir; “Derhêner, lîstikvan, jina bi şewq û deng. Ew nîşan didin ku jin çiqas jêhatî û bi hêz in. Em ji hev hêzê digirin. Em hêzê didin hev. Em hemû êşa hev pir baş dizanin. Em hestên hev temam dikin."
“Qîrîna min”
Şevîn bi derhêneriya nivîskarê Italyanî Dario Fo ya şanoya yek kesî ya "Diqîrim" "Ez Ulrike diqîrim", girîngiya lîstika jiyana Meinhof ji bo xwe bi van gotinan şîrove dike: “Lîstika Diqîrim jî qêrîna min bû. Ji ber ku min nedixwest ez bi serê pêçandî derkevim ser dikê. Serê min bi darê zorê hatibû girtin ji ber ku ez di malbatek kevneperest de mezin bûbûm. Min zehf zehmetiyek kişand ku ez malbata xwe îqna bikim, serê xwe vekim, di dawiyê de min ew îqna kirin. Ew şanaz in ku niha min li ser dikê dibînin.”
Textê derewîn bihejînin...
Bi hezaran û sedhezaran milên jinan vê çiyayê mezin hilbidin ser milên xwe û wisa bikenin ku ev textê derewîn ê hûn li ser rûniştine bihejinîn! Hemû bi hev re biqîrin bibêjin: “Hûn nikarin Ulrike Meinhof bikujin."
Sevîna ku di van gotinên Ulrike de xwe dîtiyê wiha dibejê, "Min jiyana Ulrike bi jiyînê lîst. Ji ber ku çîroka me wekhev e. Ulrike, li dijî dewlet û civakê, min li hemberî malbat û civaka xwe li ber xwe da. Dema ku min ev lîstik lîst yek ji demên herî dijwar ên jiyana min bû. Min li dijî malbat û civaka xwe li ber xwe dida. Jiyana Ulrike bû jiyana min, berxwedana Ulrike veguherî berxwedana min. Qêrîna min a li ser dikê bûye hawara hemû jinên serhildêr û şoreşger.”
“Em bi têkoşînê xwe ava dikin"
Şevîn destnîşan kir ku armanc dike li hemû bajar, navçe, gund û taxên Rojava lîstikên şanoyê pêşkêş bike û dixwaze Teatra Sarya Baran li Rojava bibe akademiya şanoyê.Şevîn destnîşan kir ku divê lîstikvan û derhênerên jin girîngtir bin, ew girîngiyê didin parvekirina perwerdeya xwe ya şanoyê bi jinên ciwan re û mezinkirina lîstikvanên jin ên şanoyê.
Şevîn vê peyamê dide lîstikvanên jin ên ciwan ku nû dest bi şanoyê kirine:
“Bila tu astengî, zext, li pêşiya xeyalên we nebe asteng. Têkoşîna ku em li dijî malbat û civakê dimeşînin me ava dike, îradeyê bi dest dixe û nîşan dide ku em hene."
Di bin siya şer de şano
Şevîn diyar kir ku berî şoreşê, ji ber qedexe û sansura rejîmê ya li dijî şanoyê, hunermend nikaribûn bi azadî şanoyê bilîzin û bûyerên piştî şoreşê wiha diyar kir: “Piştî şoreşê, nemaze lîstikvanên jin ên şanoyê dest bi şanoya azad kirin. Komunên şanoyê li ku derê bixwazin dikarin perwerde bibînin. Pirsgirêkên bêderfetiyê ji holê rabûn. Lê niha şano di bin siya şer û ambargoyê de ye. Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin dikên şanoyê jî hatin dagirkirin. Ji ber gefên şer ên li ser Rojava, em nikarin şanoyên xwe yên plankirî ji bo temaşevanan pêşkêş bikin. Mîhrîcanên me di bin siya şer de tên lidarxistin. Rojava ji her çar alî ve dorpêçkirî ye. Em wekî lîstikvanên şanoyê ji bo parastina welatê xwe, li gorî şert û mercên şer karê xwe dikin. Em li aliyekê, şanoyê dikin, li aliyê din, bi hunera xwe li dijî êrîşan xwe diparêzin."
"Tevî şer jî dê sînoran derbas bikin"
Şevîn diyar kir ku komuna Teatra Sarya Baran dixwaze li çar perçeyên Kurdistanê li derveyî Rojava lîstikên xwe bi zimanê zikmakî pêk bîne û got: "Yek ji xeyalên herî mezin ên min û hevalên min ên lîstikvan ew e ku em dixwazin li Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, li Amed, Wan û Rihayê derbikevin ser dikê. Divê em êşa xwe bikin yek, xwe bigihînin hemû jinan û dengê xwe bidin bihîstin. Divê em bibin yek û bi hunera xwe Kurdistana bûye çar perçe bikin yek." Şevîn zehmetiyên ku şano ji ber şer û êrîşên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pê re re rû maye wiha vedibêje: “Sînemakarek dikare fîlmê xwe bikişîne û li cîhanê nîşan bide. Muzîkjenek dikare stranên xwe bigihîne guhdarên xwe. Lê lîstikvanek bêyî temaşevanek nikare gavek jî biavêje. Lîstikvan bêyî temaşevan nikare bilîze. Di navbera temaşevan û lîstikvan de girêdanek neşikestî heye. Lîstikvan rasterast enerjiya xwe vediguhezîne hiş û dilê temaşevanan. Ji ber vê yekê, şano bêyî temaşevan nabe." Di dawiyê de, Şevîn diyar dike ku şanoyên wan tevî pandemî û şer dê sînoran derbas bikin."