Bertekên xwe yên li dijî şîdeta li ser jinê bi tabloyan vegotin

Di berdewamiya çalakiyên kampanyaya 16 rojî de, pêşangehek taybet a jin û xwazayê ji aliyê komek ciwanan ve hat vekirin û di tabloyên pêşangehê de hêza jinan û êşên ku dikşînin hatin nîşandan.

Silêmanî - Îro li koşka spî ya Yekitiya Niştimanên Kurdistanê YNK li bajarê Silêmanî di çarçoveya çalakiyên kampanyaya 16 rojan ku bi wesîleya pêşîlêgirtina tundîtûjiya li hemberî jinan hatiye destpêkirin de rêxistina jinan Hana Kurd pêşangehek taybet organîze kir. Di pêşangehê de gelek tabloyên jinên şêwekar hatin pêşandan ku piraniya wan behsa rewşa jinan, xweza û tundîtûjiya ku di civaka Kurd de li hemberî jinan tê kirin hat nîşandan.

Di pêşangehê de piranî jinên ciwan beşdar bûn û di tabloyên xwe de fikrên xwe yên li ser jinan vegotin.

‘Bi riya nexşandina tabloyan êşên jinan nîşan didin’

12 şêwekar bi 70 tabloyan beşdarî pêşangehê bûn. Şêwekar Emel Hemesalih ku bi 8 tabloyan beşdarî pêşangehê bû der barê pêşangehê de ji ajansa me re axivî û got: “Ez bi 8 tabloyan beşdarî pêşangehê bûm û piraniya tabloyên min behsa jin û xwezayê dike û wiha behsa mijara tabloyeke xwe kir û got: “Ev tabloya min jinek Kurd e û bi tamamî behsa jiyana wê dike û hemû erkê jiyanê hilgirtiye, ked dide û li hemberî hemû karan jî serkeftinê bi dest dixe. Bi riya tablo û nexşandinên wêneyan êş û hêza jinan derdixim. Ev bi awayekê bandorê li ser ruhê mirov çêdike û wisa dike ku êşên jinan werin hîs kirin. Pêşangehên bi vî awayî gelek baş e werin vekirin û divê zêdetir çalakî ji bo pêşîlêgirtina tudîtûjiyê hemberî jinan werin lidarxistin.”

‘Tabloyên min behsa xwezaya Kurdistan û jinên Kurd dikin’

Şêwekar Xelat Hesên der barê beşdarbûna xwe ya pêşangehê de wiha got: “Ez ji Derbendîxanê bi 5 tabloyan beşdar bûm, tabloyên min piranî Kurdewarî ne û behsa xwezaya Kurdistanê dike, hinek tabloyên min ên din behsa jin, hêz û jîrbûna jinan dike. Em weke şêwekar bi tabloyên xwe behsa rewşa jinan dikin. Gelek girîng e ku pêşangehên bi vî awayî ji bo jinên ciwan hêza xwe derbixin holê û ji bo hişyarkirina civakê di aliyê pêşîlêgirtin tundîtûjiya li hemberî jinan de werin organîzekirin.”