Bernameya Çilkezî deng, reng, çand û dîrok jinên Êzidî ye

Pêşkêşvana bernameya Çilkezî ya kanala Çira Tv. şînda Ekrem da zanîn ku bi riya bernameya Çilkezî wan dikarîbûne destkeftiyên pir mezin di aliyê pîrozbahî û nirxdayîna ji jinên Êzidî re bi dest bixin û ji temeşevanan re pêşkêş bikin.

 
ROJ HOZAN
Qamişlo - Dîroka jinên Êzidî dîrokeke dewlemend e lê di rûpelên dîrokê de hatiye windakirin û tu nirx jê re nehatiye dayîn. Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an êdî jinên Êzidî ji nû de xwe komî ser hev kirin, dest bi avakirina rêxistina xwe ya azad kirin û dîroka xwe vegerandin koka wê ya rast. Di nava van hemû aliyan de gelek jinên Êzidî çîrokên wan ên taybet hene û ji bo parvekirina wê bi civakê re pêwîst bû her çîrokeke bi xwezaya xwe were gotin. Bernameya Çilkezî ya ku di sala 2021’ê de dest bi weşana xwe kir, dikaribû hemû mijarên ku jinên Êzidî têkildar dike bide nasîn. Bi riya vê bernameyê re hestên jinan ên pir kûr derketin pêş û bi rengekî azad dikaribûn bînin ziman. Heya niha bernameya Çilkezî çîrokên jinên Êzidî li Rojavayê Kurdistanê hûnandine û di dema pêş de wê li şengalê berdewamiya xelekên wê bê kirin. Li gel Pêşkêşvana bernameya Çilkezî şînda Ekrem me xwest em keziya çilûyekê li ser bernameyê bihûnînin û zêdetir armancên wê bi riya ajansa NûJINHA’yê bînin ziman.
Bernameya Çilkezî
Şînda behsa bernameya xwe ya Çilkezî ya ku çîrokên jinên Êzidî vedibêje kir û wiha got: “Bernameya Çilkezî bernameyeke civakî ye, çîrokên jinên Êzidî bi taybetî digre dest. Navê bernameya min jî Çilkezî ye, navê bernameyê destnîşanî barçeyek ji xweşikbûna jinan dike. Di civaka Êzidî de di aliyê dîrokî de keziya jinan ango porê wan xwedî cudabûneke bi nirx e, pîrozbahiya wê jî ji vê yekê tê. Di bedewiya jinan de kezî destnîşaniya xweşikbûna jinan e, ya din jî dema êşek di wê civakê de çêbibe destpêkê jinan keziyên xwe jêdikirin. Çilkezî di civaka Êzidî de weke bawerî mirov bigre dest û li gorî lêkolînan, ji çil rojên havînê û ji çil rojên zivistanê tê, ev yek jî desnîşaniyên jinan e û girêdana wan bi xwezayê re ye. Me xwest em aliyên hezkirin û berdewiya jinan bi aliyê baweriyên jinan û girêdana wan bi xwezayê re bidin girêdan û wiha me navê bernameyê Çilkezî hilbijart. Di nava her çîrokeke ji bernameyê de aliyên jiyanî, xweşî, êş, berxwedanî û ked ji devokiya jinên Êzidî  tên girtin û em pê keziyên wan dihûnin.”   
Pêwîstiya çêkirina bernameya Çlikezî
Şînda li ser pêwîstiya çêkirina bernameya Çilkezî axivî û wiha domand: “Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a ku ji aliyê çeteyên DAIş’ê ve bi ser civaka Êzidî de hat, pêwîstiyek hebû em vê civaka ku her bi fermana hatiye helandin ji nû ve zindî bikin û bi cîhanê bidin naskirin. Me hemûyan dizanibû Êzidî hene lê civakeke çawa ye, baweriyên wê çi ne û nirxên jinan çiqasî tê de li pêş in, bi rastî lêkolîn û parvekirinek di van aliyan de pêwîst bû. Bi fermanê re Kurdên Êzidî koçberî Rojavayê Kurdistanê bûn û bi riya ragihandinê tenê me ew didan nasîn weke civakeke ku rastî fermanê hatiye lê ew dîroka wê ya dewlemend me nikaribû bianiya ziman, ji ber ku her di nava rûpelên dîrokê de hatibû çewisandin. Di Rojhilata Navîn de jî civaka Êzidî gelek şaş hatibû fêmkirin bi navên derveyî rêzê ew didan nasîn, cîrantiya wan gelek mirovan qebûl nedikirin, mafên wan di nava civakên din de dihat xwarin û ya herî balkêş jî gelek mirovan heya nanê destên dayikên Êzidî nedixwarin. Me xwest em van şaşîtiyan rast bikin û civaka Êzidî weke hemû civakên li ser vê axê dijîn û xwedî maf in bidin naskirin. Pêwîstî hebû em lêkolînên berfireh bikin û di dîroka vê civakê de kûr bibin heya em van hemû rastiyan ji tevahî cîhanê re raxin ber çavan. Bi riya bernameya Çilkezî re me dikaribû destkeftiyên pir mezin di aliyê pîrozbahî û nirxdayîna ji jinên Êzidî re bi dest bixin û ji temeşevanan re pêşkêş bikin.”
Qehremaniya jinên Êzidî ji dîrokê heta îro berdewam kiriye
Şînda bal kişand ser têkoşîna jinên Êzidî yên ku di dîrokê de destanên qehremaniyê nivîsandine û berdewamiya vê têkoşînê di serdema me ya niha de ji aliyê jinên Êzidî ve û wiha pêde çû: “Di dîroka civaka Êzidî de jinên Êzidî li hemberî gelek fermanan serî hildaye û gelek jinên berxwedêr jî di oxira wê de destanên qehremaniyê nivîsandine. Mînakên wê jî jinên parêzvan Meyan Xatûn, jina hunermend Sûsika Simo xwediya stranên pir xweş ku dikaribû li ser civaka xwe vebêje. Dayika Zero bi berxwedana xwe di civaka Êzidî de tê naskirin, di aliyê eşîrtî de weke jineke xwedî qîmet dihat nasîn û her şêwra wê di her tiştî de dihat kirin. Her wiha bi dehan jinên wekî van jinan hene û di serdema me ya niha de destanên têkoşînê li dijî dijminan nivîsandine mînaka wê jî jinên (YJş) yên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û careke din têkoşna jinên Êzidî ya dîrokî domandin. Dayika Gulo ya ku xwe ji zinaran avêt ji bo nekeve destên DAIş’ê û weke sembola jinên Êzidî niha peykerê wê li şengalê hatiye çêkirin. Min xwest aliyê jin di nav berxwedanê de di bernameya Çilkezî de wiha parve bikim. Aliyê din jî yên çandî, kevneşopî û reseniya jinan di bernameya Çilkezî de hatine gotin.”
Gihandin û parvekirina çîrokên jinan di bernameya Çilkezî de
Şînda behsa xelekên bernameya Çilkezî li gel jinên Êzidî yên Efrînê kir û gihandina jinan di vê bernameyê de wiha anî ziman: “Li aliyê Kantona şehbayê jî me keziyên jinên Êzidî li wir hûnandin. Piştî dagirkirina dewleta tirk a herêma Efrînê, 23 gundên Êzidiyan ên ku di herêmê de hebûn bi temamî hatin valakirin. Jinên Êzidî yên Rojavayê Kurdistanê gelek çîrokên xwe bi xwe re birin warên koçberiyê û pêwîst bû li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hemû jinan ve bên naskirin. Êzidiyan di şerê Efrînê de zirareke ir mezin ji êrîş û hovîtiya dewleta tirk girtin. Me xwest bi rêya bernameya Çilkezî, jinên Êzidî êşên hev nas bikin û li çîrokên hev guhdar bikin, ji ber ku pir çîrokên wan hevbeş in. Carna dema me xeleka bernameya xwe dikişandin, temaşevanên me xwe digihandin me û destnîşan dikirin û digotin ku filan jin jî heye pêwîst e hûn xwe bighîninê û çîroka wê bihûnin. Ev bernama ji aliyê jinan ve pir tê temaşekirin. Her jinek dixwaze jina din jî xwe vebêje her wiha hemû jin xwe tê de dibînin. Gelek zehmetî ji me jiyîn, ji ber bi salan e jinên vê civakê ne derketina pêşberî ekranekê û ne behsa xwe kirine, ji bo wê destpêkê tirsek hebû. Niha ew tirs bûye cihê hêz, îrade û rêxistinkirina jinên Êzidî.”
Bernameya Çilkezî civaka Êzidî li Rojavayê Kurdistanê û li şengalê gihand hev
Şînda bal kişand ser naveroka bernameya Çilkezî di aliyê civakî de û gihandina wê bi civaka Êzidiyên li şengalê û ev yek anî ziman: “Naveroka bernameya Çilkezî hemû detayên jiyana wê jinên Êzidî berî fermanê û piştî wê, yên Rojavayê Kurdistanê jî beriya şoreşê û piştî wê, vedibêje. Her wiha em bawerî, cejn, zehmetiyên jiyanî jî tînin ser ziman. Bernameya Çilkezî nû bû û pir balkêş bû, ji xelekên destpêkê ve pir razîbûn hebû û temaşevanên me pir mereq dikirin. Bi riya danasîna çîrokên jinên Êzidî yên li Rojavayê Kurdistanê me gihandinek bi jinên Êzidî yên li şengalê jî çêkir û pir xwestek hene em niha derbasî şengalê bibin û çîrokên jinan bihûnînin. Cihê şanaziyê ye mirov dikaribe jinan bigihîjîne hev û em dixwazin derbasî cihên din jî bibin û hevpariya jinan bi hev bidin kirin.”
Keziyên çil jinî hatine hûnandin
Şînda projeyên xwe yên pêşerojê der barê bernameya Çilkezî de bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Heya niha di bernameya Çilkezî de me keziyên çil jinî hûnandine. Bi weşana me ya nû re em ê wek ekîba bernameya Çilkezî derbasî şengalê jî bibin. Dema weşanê ya duyemîn dê bernameya Çilkezî li şengalê be. Em serkeftinên mezin ji vê bernameyê re dixwazin û bi hêvî ne ku bibe deng û rengê jinên Êzidî di hemû cîhanê de.”