Berhema Semay Jiyan pênaseya êşa jiyanê ye

Berhema dawî ya derhênera Kurd Viyan Mayî ya bi navê Semay Jiyan li Elmanya derket. Di derbarê vê filmê de derhêner Viyan dibêje: “Min hewil daye bi vê Filmê êşa jin û jiyanê bidim nîşandan.”

TEWAR PÊNCEWÎNÎ
Navenda Nuçeyan - Filmê bêdeng ê bi navê Semay Jiyan berhema herî dawî ya derhênera Kurd a ji bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê Viyan Mayî ye. Ev filme li Elmanya hatiye kêşan, lîstokvanên bi navê Şîrîn Qureşî û Pasar Herkî têde leyîzine, kesên ku keda wan di film de heyî ji çar parçeyên Kurdistanê ne.
Viyan Mayî di derbarê berhema xwe ya herî dawî de got: “Niha xebata filmê me bi dawî hatiye, dawiya film maye. Em dixwazin çend siponsoran ji bo filmê xwe amade bikin, da ku em bikarin bejdarî festîfalan bibin. Filmê me yê bi navê Semay Jiyan behsa jiyan û êşa jinan dike. Ev film bêdenge û tenê bi rêya Semayê jiyanê vedibêje, mijara vî filmî mijarek giring û nû ye. Bi muzîk û semayê em çirokekê bi fikrê Jin Jiyan Azadî didin nîşandan. Senaryoyek din a bi navê Welatê Min jî nêzî dû salane li ser dixebitim. Çîroka filmê min jî çîrokek rast hatiye girtin ku çîroka jinek li gund dijî ye û dû caran bûye qurbanî, cara yekê zorê tê zewicandin û carek din jî bi navê heskirinê dibe qûrbanî.”