Belgefîlmê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’

Endama Komîna Fîlm a Rojava û prodîksera belgefîlmê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’ Safînaz Evdikê dibêje naveroka fîlmê wan behsa stranên evînê yên di nav şer û komkujiya li Şengalê hatine gotin dike û dê ev fîlm beşdarî mîhrîcana cîhanî bibe.

 
ROJDA SEYIDXAN 
Qamişlo – Komîna Fîlm a Rojava her tim bi riya belgefîlman çand û dîroka pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê re parve dike. Di sala 2019’an de Komîna Fîlm a Rojava bi derhêneriya Şêro Hindê li Şengalê dest bi kêşana belgefîlmê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’ kirin. Belgefîlm der barê stranên evînê yên di nav şer û komkujiya li şengalê hatine gotin, amade dibe. Bi riya van dengbêjan dîroka qirkirinê û fermanên ku Kurdên Êzidî pê re rû bi rû mane tê gotin. Têkildarî mijarê Endama Komîna Fîlm a Rojava û prodîksera fîlmê Safînaz Evdikê ji me re axivî.
Amadekariyên fîlmê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’
Safînaz bal kişand ser amadekariyên haziriya belgefîlmê û ev tişt got: “Belgefîlmê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’ ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve hatiye amadekirin, derhênerê belgefîlm Şêro Hindê ye.  Kesên di belgefîlmê de cih girtibûn, dengbêjên Şengalê û mamosteyên dîroknas û lîkolînerên der barê dengbêjiyê û dîroka Kurdî de têgihîştî ne. Belgefîlm beşek ji wan fîlmên me dixwest der barê  dîroka devokî ya li herêmê de bêjin, bû. Di sala 2019’an de me dest bi kêşana belgefîlm kir, di 2020’an de montaja wê hat kirin û di 2021’ê de êdî me da nîşandan. Belgefîlm 52 deqe ye. Naveroka fîlm jî behsa stranên evînê yên di nav şer û komkujiya li şengalê hatine gotin dike, ji ber pir zehmet e mirov dîroka Şengalê bi devokî bêje û parve bike. Bi riya wan dengbêjan dîroka qirkirinê û fermanên ku Kurdên Êzidî pê re rû bi rû mane hatiye gotin loma jî me belgefîlma bi navê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’ pêşkêş kir.”
‘Armanca belgefîlmê parastina çand û dîrokê ye’
Safînazê bal kişand ser armanc û zehmetiyên çêkirina belgefîlm û wiha pêde çû: “Armanca me ya kişandin û nîşandana belgefîlmê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’parastina û nûjenkirina çand û dîroka Kurdî ye. Ji ber her dem derbas dibe mirovên bi temen mezin ên dengbêj û dîroknas dema diçin ser dilovaniya xwe vê dîrokê bi xwe re dibin, di encamê de ev çand tê windakirin. Loma em dixwazin bi derfetên di destên xwe de vê yekê biparêzin. Di van salên ku me belgefîlm amade dikir de em rastî gelek zehmetiyan hatin, yek jê hîna me kêşana belgefîlm bi dawî nekiribû riya Şengalê hat girtin êdî em nikaribûn derbasî Şengalê bibin vê yekê pir astengî ji me re çêkir. Her wiha di aliyê îqnakirina dengbêjên ku beşdarî fîlm bibin me dîsa pir zehmetî kişandin.” 
Beşdarbûna belgefîlmê ya ji bo mîhrîcana cîhanê
Safînazê da zanîn ku belgefîlmê ‘Evîn di Rûyê Qirkirinê de’ beşdarî mîhrîcana cîhanî ya belgefîlman bûye û wiha bi dawî kir: “Di destpêka sala 2021’ê de me belgefîlmê xwe nîşan da. Pêşandana fîlm a yekemîn li mîhrîcana Impact Fîlm li Barcelonayê bû, nîşandana duyemîn li mîhrîcana Global Kurdish li Londonê bû. Em pir bi xwestek bûn ku belgefîlm li Rojava jî bê nîşandan lê mixabin rewşa belavbûna koronayê bû asteng ku neyê pêşandan lê di demek nêz de li tevahî bajarên Rojava dê were nîşandan. Em wekî Komîna Fîlm a Rojava ne tenê çêkirina fîlman wekî erk ji xwe re dibînin, em perpirsyarên parastina vê çandê ne. Niha du fîlmên me tên amadekirin di demên pêş de jî gelek projeyên me yên amadekirina fîlman hene.”