“Belgefîlma Nûjiyan êrîş, şer û jinên şoreşger îfade dike”

Derhênera Belgefîlma Nûjiyan, Jînda Asmen li ser belgefîlma Nûjiyan axivî û got: “Belgefîlma Nûjiyan di sala 2019’an de dest pê kir, di sala 2021’ê de teman bû, îro jî derdikeve pêşberî temaşevanan.”

RONAHÎ NÛDA

Şengal-Belgefîlma Nûjiyan di sala 2019’an ve dest bi amadekariya xwe kiriye û di sala 2021’ê de temam bûye. Derhêneriya belgefîlma Nûjiyan, Jînda Asmen, pevxistin Zinarin Zinar, Jînda Asmen û lîstikvan Ferîde Zade dike. Belgefîlîm li ser têkoşer û rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di 3’yê Adara 2017’an de bi êrîşa pêşmergeyên Roj bi giran birîndar bû û 22’yê Adara 2017’an jiyana xwe ji dest da hatiye amadekirin. Nûjiyan Erhan ji bo ku ji birîna gelê Êzidî re bibe derman, li şengalê gelek têkoşiya û hovîtiya ku gel ji çeteyên DAIŞ’ê dît, bi çav, pênûs, lênûs û kameraya xwe belge kir û nîşanî tevahî cîhanê da. Îro careke din rêhevalên Nûjiyan Erhan, wê didin jiyîn ku belgefîlma bi navê Nûjiyan amade kirine û îro gel careke din wê bi çavên Nûjiyan êşa civaka Êzidî bibîne. Di belgefîlmê de meşa bi rûmet a Nûjiyan Erhan ji Rihayê, heta çiyayên azad, Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê dê bîne pêşberên temaşavanan. Dê fîlm cara ewil di 28’ê Gulanê demjimêr 16:00’an de li bajaroka Xanesor ê Şengalê were pêşandan û 29’ê Gulanê demjimêr 16:00 li navenda Şengalê paşê jî dê li Rojavayên Kurdistanê, cara yekemîn li bajarê Hesekê di 17’ê Hezîranê de bê pêşandan. Ji bo ku em zêdetir naverok û armanca belgefîlma Nûjiyan binasin, derhênera belgefîlmê, Jînda Asmen ji me re axivî.

“Wesiyeta Nûjiyan Erhan bi cih hat”

Jînda Asmen kişandina belgefîlma Nûjiyan wiha rave dike: “Fikra belgefîlmê piştî 2017’an bi me re çêbû. Wê demê ez û Nûjiyan bi hev re li Şengalê bûn. Ev rastî heye ku jiyana her şoreşgerek, fîlm, stran, çîrok û helbestek e. Beriya ku Nûjiyan şehîd bikeve me nîqaş dikir, Nûjiyan digot ku divê tu wek jinek şoreşger min bînî ziman. Piştî Nûjiyan şehîd ket, ev gotin her di bîra min de bû dizanibûm ku divê ez wasiyeta wê bi cih bînim. Piştî mirov hevala xwe winda dike êşek pir giran dijî lê şehîd jî rastiya şoreşê ne. Ji bo em şoreşek pêk bînin û ava bikin gelek bedêl tên dayîn û can tên fedakirin lê li ser armancek ev yek pêk tê. Ya hevala Nûjiyan jî armancek wê hebû. Berpirsiyariya min ew bû ku ez ji bo Nûjiyan xebatan bidim meşandin. Ger min tiştek ji bo Nûjiyanê nekira dê di jiyana min de hin tişt kêm bimaniyana. Ji bo ku em bigihîjin hev diviyabû ku min ji bo Nûjiyanê tiştek bikira.”

“Bi helbestek ketim rê û ev belgefîlm çêbû”

Jînda Asmen diyar kir ku belgefîlîmê di sala 2019’an de dest pê kiriye û wiha domand: “Ez bi helbesteke ketim rê û ev belgefîlm çêbû. Di destpêkê de helbest, paşê senaryo û herî dawî jî biryara kişandina belgefîlmê hat girtin. Îro dê belgefîlm derkeve pêşberî temaşavanan. Hest û mêjiyê min ketin tevgerê û ev belgefîlm derket holê. Cihê ku hevala Nûjiyan lê jiyaye û nefesa xwe ya dawî lê daye, me li wan deran amade kir. Me di sala 2019’an de li Şengalê belgefîlm kişand û di sala 2021’ê de temam bû. Armanca me ew bû ku em roja Nûjiyan Erhan şehîd ketiye di wê rojê de belgefîlmê nîşan bidin lê ji ber şert û mercên li Şengalê em nikaribûn. Me belgefîlmê piranî li Şengalê kişand her wiha li Kobanê, Serêkaniyê, Dêrik û Mexmûrê jî me çend beşên wê kişandin. Rola Nûjiyan Erhan di belgefîlmê de ya Ferîde Zadê ye.”

“Belgefîlma Nûjiyan jiyana şoreşgerên jin tîne ziman”

Jînda Asmen da zanîn ku di Belgefîlmê de jiyana şoreşgerên jin tînin ziman û wiha pê de çû: “Her şoreşgerek li ser armancek dikeve rê û li ser wê armancê di rê de dimeşe. Şoreşger tu caran nasekine, ji ber riyek ne hesan e. Jiyana her şoreşgerek bi jiyanê re hatiye honandin ku navê Nûjiyan bi xwe jî jiyana nû ye. Di nava vê riyê de her şoreşgerek bi şêwazek xwe tîne ziman. Nûjiyan jî xwedî armanc bû ku li ser armanca xwe meşiya. Nûjiyan meşa xwe ji Rihayê dest pê kir, heta çiyayên azad hat, paşê meşa xwe derbasî Şengalê kir. Di nava jiyana xwe ya şoreşgerî de xebata ragihandinê dikir. Nûjiyan meşa xwe veguhert bazdanê û tu carî nesekinî. Nûjiyan li pey armanca xwe meşiya, wekî avê herikî û wekî xezalan beziya. Nûjiyanê xwest rastiyên ku tên jiyîn, di cih û dema wan de bîne ziman û bibe rastî. Di nava vê rastiyê de xwe honand û bû rastiya jinan. Belgefîlîm her jinê digre hundirê xwe, wek armanc li ser Nûjiyan Erhan e. Her şoreşgerek li gorî temenê xwe kedek bêsînor dide û her kêlî temenê ku mirov jiyan û armanca xwe tîne ziman. Mirov dikare bibêje ku jiyan dikare di kêliyê de derkeve holê û xwe bipejirîne. Em bi belgefîlma Nûjiyan, jiyana şoreşgerên jin tînin ziman. Ev erka me ye ku em jiyana şoreşgeren bînin ziman.”

“Nûjiyanê bi kenê xwe jiyanê ava kir”   

Jînda Asmen kesayeta Nûjiyan Erhan wiha tîne ziman: “Li Şengalê fermanek pêk hat û tevahî cîhan bêdeng bû. Nûjiyan û bi hezaran jinên şoreşger herikîn Şengalê û gelê Êzidî parastin. Her kes ji Şengalê direviya lê Nûjiyan û bi hezaran jinan berê xwe didan Şengalê. Ev yek jî kesayeta Nûjiyan Erhan dide diyarkirin. Di nava rastiyê de her kêlî xwe honand. Di kesayeta xwe de hêzek mezin û bi kenê xwe jiyan ava kir. Nûjiyan mirovek zindî û afrîner bû, wek jinek rojnamevan her dem li pey rastiyê bû. Nûjiyan çawa derbasî Şengalê bû dest bi nûçeyan kir û nûçeya wê ya yekemîn li ser zarokên Şengalê bû. Tu carî li benda tiştekî nebû ku tişt werin ber destên wê, li pey jiyanê baz dida. Êşên ku dihatin jiyîn hîs dikir, li ber xwe dida û têdikoşiya. Nûjiyan tu carî dest ji xwe bernedida, diket û careke din radibû ser xwe. Her kesayeta xwe ava kir, jiyana dagirtî jiya û gihîşt qonaxa xwebûniyê. Nûjiyanê ji mirinê jiyan ava kir. Kena wê û sekna wê xweş bû. Bi biryardariyek mezin vîna xwe ava kiribû. Nêrîna wê ya jiyanê ew bû ku di jiyanê de azadiya ava bike.”

“Belgafîlma Nûjiyan 28’ê Gulanê dê li Şengalê bê pêşandan”

Jînda Asmen da zanîn ku dê belgefîlîm cara ewil li Şengalê bê pêşandan û wiha pêl da gotinên xwe: “Me xwest em her kesayetek jin a şoreşger bi Nûjiyanê re îfade bikin. Hevala Nûjiyan tenê Nûjiyan bi xwe ye, hemû şoreşgeran îfade dike. Nûjiyan wek navê xwe bû, di belgefîlmê de jî xuya dike. Me di belgefîlmê de rastiya civakê girt dest. Me hewl da tiştên xweş derxin. Çiqas kêm ma, çi xweş û nexweş bû ew jî biryara temaşevanan e. Em hêvîdar in tiştên xweş derkevin. Em dixwazin cihên ku Nûjiyan Erhan lê jiya û keda wê li wir derbas bû, derxin pêşberî temaşevanan. Li Şengalê gelek keda mezin da ku em ê li wir yekem fîlmê biweşînin û paşê jî cihê ku şehîd ket li Hesekê bû ku dê li wir jî bê pêşandan. Di 28’ê Gulanê, demjimêr 16:00’an de li Xanesora Şengalê yekem car dê bê pêşandan. Paşê 29’ê Gulanê li bajarê Şengal bê pêşandan. Em gelê Şengalê dawet dikin ku werin em bi hev re rojek Nûjiyanê nas bikin. Ez û Nûjiyan Erhan li ser armancek ketin rê, em dixwazin di vir de jî Nûjiyan û gelê Êzidî bigihîjin hev. Piştî ku li Şengalê bê pêşandan, em ê li Rojavayê Kurdistanê û yekem car li Hesekê biweşînin, ji ber ku Nûjiyan Erhan li Hesekê jiyana xwe ji dest da. Li Hesekê di 17’ê Hezîranê êvarên demjimêr 17:00 li hola Serdem dê bê pêşandan. Em gelê Rojavayê Kurdistanê jî dawet dikin ku bê li belgefîlma Nûjiyan temaşe bikin.”

“Belgefîlm bi 3 zimanan bê pêşandan”

Jînda Asmen naveroka belgefîlmê wiha rawe dike: “Em ê bi çavên Nûjiyanê jinên şoreşger, rastiya şer, civak, kirêt û xweşiyê bînin ziman. Gelê me yê Êzidî her dem li derve hatiye hiştin ku dê di fîlma Nûjiyan de rastiya wê nîşan bide. Fermanek çêbû lê cîhanê dengê xwe nekir. Em dikarin bibêjin ku dema ferman li Şengalê pêk hat, PDK reviya. Kîjan gel be jî tu wan di dorpêça  mirinê de bihêlî, mirovahî xilas dibe. Di rastiya PDK’ê de mirovahî li Şengalê xilas bû, rastiya xwe eşkere kir. Berjewendiyên wan hebûn ku dev ji Şengalê berdan. Divê wek Kurd em xwedî li hev derkevin û nasnameya xwe biparêzin. Ev rastî jî di belgefîlmê de derdikeve holê. Me xwest em rastiya şer û siyaseta qirêj bînin ziman. Ev rastî hemû bi çavên Nûjiyanê dê bên pêşberî we. Nûjiyan bi çavên xwe wek jineke şoreşger rastiya civaka Kurd û Êzidî tîne ziman û wan dike yek. Me xwest di belgefîlmê de zaroktiya Nûjiyan Erhan bigrin dest. Her wiha hevalên ku Nûjiyan nas dikin wan kesan jî me xist nava belefîlmê. Di heman demê de Nûjiyan bi xwe jî di belgefîlmê de heye. Hevpeyvîn hene. Bi şêwazê 3 zimanan dê belgefîlm bê pêşandan.”

“Bi sê jinan belgefîlm hate çêkirin”

Jînda Asmen da zanîn ku belgefîlm bi destên jinan hatiye çêkirin û got: “Dema me biryar da ku em ê belgefîlma Nûjiyan çêbikin, me di destpêkê de ekîbek ava kir. Ekîba me ji sê jinan pêk dihat. Ez, Ferîde Zade û Zinarîn Zinar, em ketin rê. Wek produksiyon jî keda me bi xwe bû. Bi sê jinan belgefîlm hat çêkirin. Her wiha keda her kesê ku Nûjiyanê nas dikirin û gelê Şengalê jî di vê belgefîlmê de heye. Em dikarin bibêjin ku ev kar, karê jinan bû. Me xwest em bersiva Nûjiyan Erhan bidin û wê careke din hembêz bikin. Ev belgefîlîm keda her kesê ye û kesên ku temaşe bikin a wan bi xwe ye jî. Hewldana me ew bû ku em Nûjiyanê bînin ziman.”

“Werin em bi hev re li belgefîlma Nûjiyanê temaşe bikin”

Jînda Asmen herî dawî her kese ji bo temaşekirina belgefîlma Nûjiyan vexwend û wiha bi dawî kir: “Her jinek Nûjiyanek e û pêşengiya jiyana xwe dike. Ji bo jinan kar pir in û dikarin di her alî de kar bidin meşandin û jiyana estetîk ava bikin. Huner û zimanekî xweş em ji bo xwe ava bikin. Ji bo vê belgefîlmê em dibêjin hûn li ku derê bin werin em bigihîjin hev. Ez her kesê vedixwînim dibêjim bila werin em li belgefîlma Nûjiyan temaşe bikin.”