Belgefîlma Hêza xelata xwe ya 7’emîn li Portekîzê wergirt

Belgefîlma Hêza ya serpêhatiya jinekê Êzidî ya dîl ket destê DAIŞ’ê û piştî rizgarkirina ji destê çeteyan weke fermandara YJŞ’ê beşdarî pêngava rizgarkirina Reqayê bû, xelata xwe ya 7’emîn li Portekîzê wergirt.

Navenda Nûçeyan - Belgefilma ‘Hêza’ ya serpêhatiya jineke têkoşer û fermandar ya Êzidî ku ji destê DAIŞ’ê rizgarbûye  digire dest, li Mîhrîcana Belgefilman a Portekîzê hêjayî xelatê hate dîtin. Derhêner Derya Denîz xelata 7’emîn diyarî rojnamegera şehîd ‘Denîz Firat’ kir.

Belgefilma ‘Hêza’ ya bi derhêneriya Derya Denîz ku serpêhatiya jineke têkoşer ya Êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar dibe digire dest, hêjayî xelateke din a navnetewî hate dîtin.

Belgefilma ‘Hêza’ herî dawî beşdarê mîhrîcana belgefilman a Portekîzê ya li bajarê Melgaco’yê bû û ev bajar jî bi berxwedêriya xwe ya li dijî faşîzma Salazar tê nasîn! Mîhrîcana Belgefilman ya MDOC-Melgaco ku di navbera 1-7’ê Tebaxê de pêkhat, ji 25 welatan 42 belgefilmên kurt û dirêj beşdar bûn. Li gel nîşandana belgefilman, atolyeyên nîqaşê jî hatin lidarxistin.

Hate gotin, mîhrîcana îsal diyariyê koçberê Fransî, çalakvanê Mafê Mirovan û rexnegirê sînemayê Jean Loup hatiye kirin. Derhêner Derya Denîz diyar kir ku belge filma wan li mîhrîcanê hêjayî xelata ‘Don Kîşot’ hatiye dîtin.

Afat Baz ku bi navê ekîba belgefilma ‘Hêza’ xelatê ji jûrî girt, li ser navê ekîbê ragihand ku xelat diyarî rojnameger Denîz Firat dikin.

Xelata Don Kîşot’ê xelateke taybet e û ji aliyê Komeleya Federasyona Filmên Navnetewî-IFSS ve tê diyarkirin û dayîn.

Denîz Firat 8’ê Tebaxa 2014’an dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dijî Wargeha Penaberan ya Mexmûrê dişopand û agahiyên şer bi ragihandina azad re parve dikir, bû hedefa guleyên çeteyan û şehîd bû.