Belgefîlma Hêza çaremîn car hêjayî xelata belgefîlma herî baş hat dîtin

Li Festîvala Fîlm a Navnetewî ya Film in Focus ku li Bukreş a paytaxta Romanyayê tê lidarxistin, belgefîlma Hêza hêjayî xetala belgefîlmên herî baş hat dîtin.

Navenda Nûçeyan – Belgefîlma Hêza ya yekemîn beglefîlma derhênêr Derya Denîz, li festîvala Fîlm a Navnetewî ya Film in Focus hêjayî xelatê hat dîtin. Belgefîlma Hêza berê jî li Festîvala Fîlm a Navnetewî ya Boden a Îsveçê xelata belgefîlma berî baş, li Bhutan a Aysaya Başur li Festîvala Fîlm a International xelata herî baş, li Festîvala Fîlm a Jinên Serbixwe ya Los Anglesê xelata belgefîlma herî baş hilgirtibû.

Belgefîlma Hêza çîroka jinekê Êzidî ya piştî ketina destê çeteyên DIAŞ’ê salek şûnde bi alîkariya malbatekê Kurd ji destê DAIŞ’ê direve û piştî wê bi beşdarbûna Yekîtiya Jinên Êzidî ya hêza parastina Jinên Êzidî li Reqayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşe vedibêje. Bi xelata belgefîlma herî baş a ji Festîvala Film in Focusê hilgirt, belgefîlma Hêza çaremîn car xelatê bidest xist.

Derhênêr Derya Denîz destnîşan kir ku ew hemu xelatan diyarî gelê Kurd a di nav pêvajoyek zehmet û berxwedaniyek pir mezin de dijî, bi taybetî jî diyarî Êzidî û jinên Şengalî dike. Belgefîlma Hêza dê di mehên Tirmeh û Tebaxê de beşdarî festîvalên navnetewî ya li Îtalya, Portekîz, Almanya, Îsraîl, DYE û Îngîltere bibe.