Bazara Xezayê ya berhemê destê jinên Filistînê dawî bû

Çalakiya Bazara Xezayê piştî sê rojan li pey hev li Şalîhat a Xezayê bi amadebûna girseyên berfireh ên piştevaniya jinên Filistînî û jinên ciwan ên karsaz ku hêjî li zanîngehê dixwînin û derçûyên heya niha derfetên kar nedîtine û dest bi projeyên xwe kirine bi dawî bû.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza – Bazara Xezayê ya ku ji jinên xwendekarên zanîngehê heta jinên di mal de berhemê keda destê xwe kom kirî tê de cihê xwe girtin û keda destê xwe bi dîdaran dan nasîn bi xizmetek baş û kêfxweşiya dîdaran dawî bû. Jinên keda xwe di bazarê de pêşan dan pêre jî kêfxweşiya xwe par dîdaran re kirin.
Damezrînera Bazara Xezayê Amanî Zureikh destnîşan kir ku fikrê bazarê, bi rêya pêşangeha ku piştgiriyê dide Fîlîstînê, di bazara heremî ya di warê bazar û reklam de pispor bûye xwe dispêre çalakiyek bazarê. Amanî Zereikh da zanîn ku beşdarvanên jin bi baldarbûna cûrbecûrbûna goşeyên beşdaran li gel berhem, karûbar, pargîdanî, jêhatî û hûnerên destan pisporên xweyîbûn û klînîkên pisporiyên cûda jî bi mêvanên pêşangehê re têkilî datînin. 
Amanî Zureikh da zanîn ku diviyabû hejmera goşeyên beşdarvanan herî zêde di navbera 12 û 130 da bûya, lê ji ber zêdebûna hejmara beşdarvanan ew vê hijmarê derxistiye 150. Amanî Zureikh destnîşan kir ku pêşangeh yekem ezmûna wê ye di rêkxistin û hevrêziyê de, lê belê ew bi gelemperî hate pejirandin û bi şahidiya serlêderan û xwediyên goşeyên beşdar û ruxmî astengiyên ku derketin holê her goşeyekî guncaw da ku her kes razî bibe. 
Jurî Ebû Bekir a  8 salî ya di nav jinên karsaz de a herî biçûk e ku beşdarî pêşangehê bûye, anî ziman ku beşdarbûna wê di "Bazara Xezayê" de ji bo nîşandana berhemên ku ew bi xwe çêkiriye û piştgirî dayîna dayîka xwe ye. Jurî Ebu Bekîr bal kişand ser vê yekê ku hemu mêvanên pêşangehê kêfxweşiya xwe bi beşdarbûna wê anîna ziman, ji ber ku ew ya herî ciwan e û di nav nifşê xwe de herî zêde kariye bi gel re têkiliyê dêyne. 
ramana "unicorn land"
Li aliyekî din Dîma Sihyon a xwediyê ramana "unicorn land", piştrast kir ku sazî bi amadekirina zarokan re mijûl e ku bibin karsazên ku karibin di temenek biçûk de dest bi projeyên xwe bikin. Dîma Sihyon destnîşan kir ku Jurî Ebû Bekir ji bo van zarokan mînakek zindî ye û wiha domand: "Beşdarbûna min a pêşangehê ji bo ragihandina ramana saziyê pêk hat ku tê de tîmeke pispor pêk tê, ku ji bo jinavbirina xwendewariya darayî kar dike, bi rêya berhemên cûrbecûr yên zarokan di navbera xwarin û broşurên ku tê de kurteçîrok hene.”
"Xebata jinan roleke mezin di pêşxistina derûniya wan de dilîze"
Her wiha Menal Ebû Cehl a xwediyê pirojeya "Kêk û pastaya dapîra min" bal kişand ku ew beşdarî pêşangehê bû da ku berhemên xwe yên ku bi hezkirin hatine çêkirin bifroşe. Wek xurmayên ku ji xurmayên pelçiqandî têne derxistin û şîraniya ku zarokan kêfxweş dike û wiha lê zêde kir: "Projeya min ya ku min sal û nîvek berê çêkiriye, ji ber bihayên wê yên maqûl ji bo hemûyan bi gelemperî tê pejirandin. Xebata jinan roleke mezin di pêşxistina derûniya wan de dilîze, bi riya derxistina enerjiya neyînî û pêşxistina şarezayiya xwe. Her wiha ew bi projeya xwe nûnertiya Filistînê dikin, çi li Xezayê û çi li welatên Erebî.”
Mereh Ebû Semra diyar kir ku ew ji 16 saliya xwe ve projeya xwe ya taybet di firotina diyarî û karên destan de vekiriye. Lê îro ew xwendekara zanîngehê ye û beşa hemşîretiyê dixwîne û hevsengiyê di navbera xwendina xwe û projeya xwe de pêk tîne. Mereh Ebû Semra da zanîn ku sedema hizrandina wê ya li ser damezrandina karsaziyek taybet ew bû nirxa bilind a zanîngehê ku wê dixwest bixwîne. Mijûlbûna wê bi pêşeroja xwe re ew hişt ku hin pereyan qezenc bike beriya ku derbasî zanîngehê bibe. 
Raxad Yûsif a hîna jî di zanîngeheke Filistînî de xwendekar e, amaje bi wê yekê dike ku hewesa wê ya ji berhemên kozmetîk ên sirûştî re hişt ku ew dest bi projeya xwe bike. Lewra wê biryar da ku behremendiya xwe bike çavkaniya debarê, bi hevsengiya wê ya bi xwendinê re ku di pêvajoyên ezmûnan de kar radiwestîne.  Astengiya herî zêde ya ku pê re rû bi rû maye nebûna madeyên xam ên bi kalîte û bihabûna wan a li bazarê ye, ji ber vê yekê ew neçar in ku berhemên xwe bi zirarê bifroşin da ku xerîdar ji dest nedin.
Mereh Ehmed jî hilbijart ku projeya wê ji heriyê be. Ji bo şêwe û modelên cihêreng ên ku li ser kûp û hin berheman hatine danîn çêbike û got wê bi riya Înternetê fêrî wê bû û tevî astengiyên di pileya germahiyê de û dijwariya çêkirina hevîr, lê wê riyek dît ku dahata xwe ya darayî ava bike.