Basma Sadat: Hezkirina min ji rengan re bê sînor e

Wênesaza Cezayîrê Basma Sadat îlhama xêzkirina xwe dispêre welatê xwe û dibêje: “Cezayîr xwedî heft deriyan e ku bi navê deriyên Qesaba jî tê binavkirin. Ên herî navdar "Deriyê El-Wadî, Deriyê El-Cedîd, Deriyê Ezûn, Deriyê El-Zîre, Deriyê Behir, Deriyê Seydî Remezan, Deriyê El-Sebûa", ev derî gelekî mezin in ji daran çêbûne dema ku roj derdikeve tên vekirin û dema ku diçe ava jî tên girtin.”

NECWA RAHÎM
Cezayîr- "Rengên zeytûnî yên herî xweş in bi taybetî li ser derî û dîwarên El-Qasabe." Ev nêrîna wênesaza Cezayîrî Basma Sadat e ku di zaroktiya xwe de behremendiya xwe vedît. Wê li ser kar kir û xwe bi pêş xist. Behremendiya wê ya hunerî hişt ku navendeke wênesaziyê li Qesir Riyas El-Behir, li Cezayîrê veke. 
Wênesaz Basma Sadat 25 salî ye koleja ragihandinê bi dawî kiriye, der barê vedîtina behremendiya xwe û rola malbata xwe û derbasbûna wê ji cîhana hunerî û wênesaiyê re wiha dibêje; "Di zaroktiya xwe de min ji nîgarê hez dikir, meyla min bêtir li ser rengan hebû, eleqeya min bi nîgarê re zû bi pêş ket. Bav û dayika min ev behremendiya min vedîtin, dema ku min rengan tevli hev dikir, wan çavdêriya min dikir. Her dem di hilbijartina rengan de alîkariya min dikirin.” 
“Xêzkirina li ser daran hunera herî kevnar e di dîrokê de”
Der barê avêtina gavên yekemîn ên di warê hunerê de jî wiha dibêje; "Yekemîn gava min di wênesaziyê de li ser kaxizan dest pê kir û ez derbasî komeleya çand û huneran a li Cezayîrê bûm.” Min jêhatîbûna xwe geş kir heya ku min karibû li ser kaxiz, cam û daran nîgaran çêbikira.”
Hunera nîgarkirina li ser daran wekî yek ji hunerên xweşik ên herî kevnar e di dîrokê de tê hesibandin ku mirov ji demên kevnare pê dest pê kiriye. Osmaniyan avahiyên cihêreng bi perçeyên darîn xemilandine.
Basma Sadat wiha li axaftina xwe zêde dike; "Malbata min qedr û qîmet da behremendiya min, wan hişt ku tevli gelek dewereyên hunerî bibim da ku jêhatiyên xwe bi pêş bixim.”
“Min li ser eynik û deriyan xêz dikirin”
Der barê destpêka xwe ya beşdariya di pêşangehên hunerî de wiha dibêje; "Min li ser hin eynik û deriyan xêz nîgar dikirin ku ew jî ji aliyê mamosteyê min ên komeleyê ve gelekî hat ecibandin. Wî pêşinyar kir ku ez pêşkêşî mêvanan bikim. Ev destpêka min a rastîn bû ku piştgirî da min ez derbasî cîhana firçeyê û nîgarê bibim.”
Basma Sadat hezkirinê di nîgarên îslamî û şaristaniya Endelos û têkelkirina rengan de dibîne û dibêje; "Rengên zeytûnî yên herî xweş in, bi taybetî li ser derî û dîwarên El-Qesaba.” 
Di mehên nexweşiya koronayê de li ser hunerê kûr bû
Basma teqez kir ku nexweşiya koronayê bandor li karên wê nekiriye û li hemberî vîn û hêza wê nebûye asteng û wiha domand: "Rewşa tenduristî ya xirab bandorê li min nekir, min demek baş ji tebloyên hunerî yên nû re veqetand da ku ez beşdarî roja cîhanî ya Qesaba û gelek mîhrîcanan bibim. Min zêdetirî 10 karan di navbera tablo û sandiqan de amade kir. Bi nêrîna kesên hatin serdanê gelekî kêfxweş bûm.” 
“Cezayîr xwedî heft deriyan e”
Basma Sadat dibêje ku wê karta hunermendiyê wergirtiye û der barê vê yekê de wiha dibêje; "Di sala 2017’an de piştî ku min karê xwe yê hunerî yê deriyê Qesaba pêşkêş kir, min karta hunermendiyê wergirt. Cezayîr xwedî heft deriyan e ku bi navê deriyên Qesaba jî tê binavkirin. Ên herî navdar "Deriyê El-Wadî, Deriyê El-Cedîd, Deriyê Ezûn, Deriyê El-Zîre, Deriyê Behir, Deriyê Seydî Remezan, Deriyê El-Sebûa", ev derî gelekî mezin in ji daran çêbûne dema ku roj derdikeve tên vekirin û dema ku diçe ava jî tên girtin.”
“Ji rengan gelek hez dikim”
Der barê pirsa me ya ji kê bi bandor bûye de wiha bersiv dide û dibêje; "Ez gelek ji dibistana romantic bi bandor bûm. Hezkirina min ji rengan re di xebata min de xuya dibe û ew e ku dihêle ez di hemû xebatên xwe de xwe bispêrim rengan.”
Basma Sadat hêvî dike ku pêşangehek taybet ji bo wê hebe ku hemû karên wê li hev bicivîne û wiha bi dawî dike: "Ez hêvî dikim ku nîgarên xwe yên bi perçeyên daran xemilandî, pêşkêş bikim û bibim derbûna hestên afrînerî û hunerê.”