Astengiyên jiyanê li pêşiya hêz û kêrhatiya Evîn Sabir nebû asteng

Astengiyên li pêşiya jinan û kesên xwedî pêdawistiyên taybet, her ku zêdetir dibe. Evîn Sabir yek ji wan jinan e ku dest ji hewildanên xwe yên bibe hunermedek serkeftî bernedaye.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Evîn Sabir şêwekar û koleja hunerên ciwan ya Silêmanî temam kiriye. Ji derveyî şêwekariyê xwedî gelek kêrhatiyên cûda ye. Evîn Sabir li rêxistinên taybet yên ji bo xwedî pêdawîstiyên taybet ya bi navê ‘Komeleya Roj ji bo kêmendaman’ kar dike û her wiha çiyager e jî.

Evîn Sabir xwedî pêdawistiyek taybete lê belê rewşa wê ya tendirûstî tu caran jê re nebûye asteng û kariye xwe bigihîne armanca xwe. Evîn Sabir diyar kir ku zehmetiyên ku gelek kes di jiyana xwe ya asayî de dijîn, ji bo kesên xwedî pedawistiyên taybet zêdetir in.

Heskirin û kêrhatiya wê ya hunerê

Şêwekar Evîn Sabir dema li dibistanê bû kêrhatiya xwe ya huner û wênekêşanê keşif kir, ji ber wê çû peymangeha hunerên ciwan û bi serkeftina xwe koleja hunerê ciwan temam kir. Evîn Sabir wiha qala vê pêvajoyê kir: “Armanca min peymangeha hunerê ciwan bû, destpêkê min ne dizanî li ku derê ye, lê belê min dixwest bixwînim. Rewşa me ya aborî û tendirûstî destpêkê asteng bû ku ez pêngavek wiha bavêjim û bixwînim, lê belê bi rêya hêza xwe û bi alikariya malbat, civak û mamostayan min karî peymageha hunerên ciwan temam bikim.”

Astengiyan nas nekir

Evîn Sabir ji ber rewşa xwe û civakê hertim rastî astengiyan hatiye, lê belê îradeya wê û piştgiriya malbatê ew gihandiye serkeftinê. Derbarê astengiyên ku ew pê re rû bi rû maye Evîn sabrî wiha got: “Gelek astengî li pêşiya min hebûn da ku bigihim armanca xwe. Lê belê ev astengî li beramberî min nebûn rêgirî, her tim malbata min piştgiriya min kir. Her çendî ku her kesê bi çevek xwedî pêdawistiya taybet li min temaşe dikir, min her tim hewil dida bi ser de biçim. Qonaxa xwendinê di koleja hunerê ciwan de qonaxa herî zehmet ya jiyana min bû, ji ber di wan salan de rewşa tendirûstiya min nebaş bû, dubare xirabiya rewşa aborî û gotinên civakê li ser min zêdetir bû. Lê belê min ev hemû astengî derbas kir û min xwendina xwe bi awayek serkeftî temam kir.”

‘Hêza min heye...’

Evîn diyar kir ku ev sê sale koleja hunerê ciwan temam kiriye, daxwaza wê ya bibe mamostayê hunerî heye. Her çiqas ji ber emeliyata xwe nekarî bibe mamosta, lê dest ji karê hunerî neberda. Niha jî di mala xwe de wêne dikêşe û hemwelatî daxwaza kêşana wêneyên xwe dikin. Evîn Sabir ji derveyî hunerê gelek ajal xwedî kirinê hez dike, gelek ajalên cûda weke pisîk, se xwedî dike, ev salek e çiyagertiyê dike. Evîn Sabir a bi xwe fêrî hunera şanoyî bûye û ji hemû qadên hunerê hez dike, beşdarî şanogeriyê bû û karê wê yekê ye şanoyê ku weke aktorekê têde lîstiye ‘Di çar werza de mirin’ sala bûrî di roja cîhanî ya şanogeriyê de hat pêşandan. Evîn Sabir li ser hemu xebatên ku pê re mijûl dibe bi gotina “Hêza min heye” hewl dide bi serkeftî pêk bîne.

‘Ev 11 sal e wêne dikêşim’

Evîn Sabir ev 11 sale karê wênekêşiyê dike, beşdarî gelek pêşangehên hevbeş bûye. Pêşangeha yekem ya wê ya taybet di sala 2022’an bi navê ‘Ji jinan re aştî’ ku ji 60 tabloyan pêkdihat vekir. Evîn Sabir wiha behsa karê xwe yê şêwekariyê kir: “Tabloyên ku min çêkiriye nayê jimartin, ez dikarim bêjim zêdeyî 200 karê min heye. Ji derveyî wê jî min gelek wêne li ser dîwarê dibîstanan û dibîstanên dayîkan çêkiriye û her wiha karê min li cihê giştî ku ji bo zarokan taybet min kiriye. Piraniya wêneyên ku min xêz kirine hemû der barê xwezayê de ne, ez bi xwe gelek ji xwezayê hez dikim û hinek tabloyên min yên din li ser tundîtûjiya ku li beramberî jinan tê kirin heye. Her karek hunerî mebestek ya wê heye, ji ber wê her tabloya ku ez çêdikim xwedî taybetmendiyeke û peyamek wê cûda heye. Huner beşek giring ya jiyanê ye û mirov bi rêya hunerê dikare keyfxweş û bi aram bibe.”