AST cara yekem Mîhrîcana Lîstikên Jinan li dar dixe

Şanoya Hunerê ya Enqereyê (AST) bi derhêneriya hunerê û organîzasyona Atolyeya Çand û Hunerê, Mîhrîcana Lîstikên Jinan di meha Adarê de li dar dixe. Şêwirmenda Hunerê ya Mîhrîcana Lîstikên Jinan Gîzem Aldemîr dibêje; “Cihê ku mîhrîcan lê ye û balê dikşîne, wekî ku ji navê wê jî diyar dibe ‘jin’ e. Tişta ku bi lîstikên jinan dixwaze were nîşandayîn jî cînayetên jinan ên li Tirkiyeyê û balkişandina li dijî her cure şîdetê ye.”

ZEYNEP AKGUL 
Enqere- Bi derhêneriya yek ji şanoyên herî bi kok û bi nav û deng Şanoya Hunerê ya Enqereyê û organîzasyona Atolyeya Çand û Hunerê, mînrîcana yekem a bi mijara jinan dest pê dike. Mîhrîcana şanoyê ya cara yekem bi mijara jinan tê lidarxistin dê hem ji bo hunerê hem jî têkoşîna jinan bibe piştgirî. Li ser projeya mîhrîcanê û naveroka wê, em bi Şêwirmenda Hunerê ya Mîhrîcana Lîstikên Jinan Gîzem Aldemîr re axivîn.
• Projeya Mîhrîcana Lîstikên Jinan çawa çêbû? Hûn dikarin ji me re behsa wê pêvajoya bikin?
Wekî ku hûn dizanin, bi pêvajoya pandemiyê re li tevahiya Tirkiyeyê çalakiyên çandî hatin rawestandin. Bêguman şano jî ji ber beşek hunerê ye, di pêvajoyek sekan de ye. Bi qedexeyan re pêvajoya hilberîna çandê neçar ma raweste lê hinek şano, tevî mercên salonên çalakiyan jî ber bi pêvajoya hilberînê ve çûn. Em dikarin ji vê xalê behsa projeya mîhrîcanê bikin. Şanoya Hunerê ya Enqereyê jî ji vê pêvajoyê heta tu bibêjî zirarê dîtiye û wekî ku raya giştî jî dizane, hatiye asteke ku dika xwe ji dest bide. Tevî her tiştî jî AST ku ev 58 sal in hunerê diafirîne û li ser hemû pirsgirêkên civakî disekine, bi saziyên ku bi wan re hevkariyê kiriye re hevdîtin kir, biryar girt ku tevî mercên heyî ji bo berdewamiya afirandinê mîhrîcanek li dar bixe. Bêguman ji ber ku mijara jinan birîna vekirî ya Tirkiyeyê ye biryar da ku divê mîhrîcan bi mijara ‘jinan’ were lidarxistin.  
• Bi mîhrîcanê hûn dixwazin balê bikşînin ser çi?
Em bi hêza hunerê ya ku dikare bigihîje ruhê mirovan û wan baş dike bawer dikin û di vê mijarê de gelek ji me hemfikir in. Şano jî yek ji beşên hunerê ya xwedî vê hêzê ye û ya girîng ew e ku hûn hêza xwe ji bo çi bi kar tînin. Cihê ku mîhrîcan dixwaze balê bikşîne ser jî cînayet û şîdeta li dijî jinan a li Tirkiyeyê ye. Bi vê yekê ji ser dikê li pêş çavên mirovan dê bi riya hunerê piştgirî were dayîn.
Mijara mîhrîcanê lîstikên jinan ên yekkesî ne 
• Dê di naveroka mîhrîcanan de çi hebe?
Mîhrîcana Lîstikên Jinan ku dê îsal cara yekem were lidarxistin, mijara mîhrîcana 2021’ê dê lîstikên jinan ên yekkesî bin. Metnên cihî û yên biyanî dê bi awayê lêanînê di antolojiyê de cih bigrin.
“Ez van qoltuxên vala dişibînim jinên ku ji me hatine veqetandin”
• Ji ber rêzikên ku ji ber pandemiyê tên pêkanîn dê li qoltuxên ku vala werin hiştin wêneyên jinên kuştî werin daliqandin. Ev qoltux dê werin firotin û yên bixwazin destek  bidin dê bikaribin wan qoltuxên vala bistînin. Beşek ji dahata vê yekê dê ji bo saziyek ku destek dide têkoşîna jinan were bexşandin. Belê ev fikir çawa derket holê?
Wekî ku min berê jî got huner bi hêz e. Hêzê ne tenê ji xwe, ji temaşevanên xwe digre. Ev mîhrîcan di pêvajoya pandemiyê de tê lidarxistin û her wiha ji ber vîrusê dê hin rêzikên wê hebin. Mînak qoltuxên vala. Ez wan dişibînim jinên ku ji me hatine veqetandin. Dibe ku em nikaribin valahiya jinên ku hatine qetilkirin, şîdetê dîtine dagirin lê ji bo valahî zêdetir nebe em dikarin hinek tiştan bikin. Dikarim ji bo komeleyên ku di vê mijarê de têdikoşin bibêjim ku çi ji destên me were em ê bikin. Pirsa tişteke din a ku şano jê re bibe navbeynkar çi ye, vê biryarê da girtin.
• Mîhrîcan dê di kîjan dîrokan de were lidarxistin? Hûn dikarin ji me re behsa bernameya mîhrîcanê bikin?
Dê gelek merheleyên mîhrîcanê hebin. Ya yekemîn di navbera 1-5’ê Adarê de bi mazûvaniya Şaredariya Bandirmayê be. Ya duyemîn dê li Enqereyê di 4-9-10 û 11’ê Adarê de li Dika Bîlkentê ya AST’ê be. Ya sêyemîn, bi mazûvaniya Şaredariya Ayvalikê di 23-27’ê Adarê de dê pêk were. Di naveroka wê de dê lîstikên jinan ên yekkesî hebin û her çîrok dê li ser mijarên gelek cuda yên jinek an jî gelek jinan be. 
 “Armanca me berdewamiya mîhrîcanê ye”
• Gelo dê mîhrîcan berdewam bike?  
Dikarim bibêjim ku armanc ev e û ji bo berdewamiya wê, xebat tên kirin. Bêguman dema ku piştgirî ji mîhrîcanê re were dayîn, ger sazî û dezgehên ji derveyî temaşevan sponsoriyê bikin hebin dê berdewamiya wê mumkun be. 
• Di hilbijartina lîstikan de tiştên hûn baldar bûn çi bûn? 
Temaşevan her dem dixwaze metna baş, performansa baş bibîne. Çîroka ku tê vegotin, naverok û bandora wê dema ji aliyê hunerî ve baş be, bikaribe derdê xwe bi temaşevanan re parve bike dibe sedem ku were hilbijartin.  
• Wekî mîhrîcaneke ku hatiye dewlemendkirin xuya dike. Cudahiya ve mîhrîcanê çi ye? 
Dikare were gotin ku cudabûna wê ji ber ku cara yekem pêşengî ji mîhrîcana lîstikên jinan a Tirkiyeyê re dike ye. Ji ber ku ji derveyî şanoyên mêrane yên li cîhanê û Tirkiyeyê ye, lîstik li ser jinan in dê teşwîq çêbibe û ez difikirim ku ev yek cudahiyeke girîng e.
 “Li Tirkiyeyê karê hunerê wekî ku hûn deveyê ji xendekê derbas bikin zor e”
• Herî dawî ji bo afirandina şanoyê gelek caran divê tu li dijî “tunebûnê” li ber xwe bidî. Bi piranî “tenê bi perdeyek û lîstikvanên kêm” lîstikên şanoyê tên amadekirin. Hûn bi ewqas pirsgirêkan re çawa dikarin derkevin serî?
Kedkarên şanoyê, ji afirandina ser dikê yan jî li pişt dikê xwedî dibin. Pirsgirêkên ku hûn behsa wan dikin hêsan nîn in lewre divê hûn li gorî mercan teşe bidin xwe. Ev jî carna we ji tişta ku hûn dixwazin bikin, dûr dixe we hepsî nava çarçoveyek teng dike. Tevî vê jî dikarim bibêjim ku heyecana ji afirandin û hevdîtina bi temaşevanan re çêdibe, hêviya me zindî dihêle. Lewre li Tirkiyeyê karê hunerê wekî ku hûn deveyê ji xendekê derbas bikin zor e.