Asiya Bin Remedan: Rastiya nivîskarên jin li Tûnisê hêjayî teşwîq û piştgiriyê ye
Nivîskara Tûnisî Asiya Bin Remedan bi romana xwe ya bi navê "Têla pêncemîn" beşdarî pêşangeha pirtûkan a Navdewletî ya Tûnisê bû û got ku wê li ser teoriyên zanistî û felsefî û herikîna rewşenbîrî gotûbêj kiriye.
ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis - Di çarçoveya rûniştina 36’emîn a Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Tûnisê de ku di 11’ê Mijdarê de bi dirûşma “Di nava mirovan de rêhevalê herî baş pirtûk in” ku weşanxaneyên Tûnisê û biyanî beşdar dibin de dest pê kir, ajansa me bi nivîskara Tûnisî Asiya Bin Remedan re hevdîtinek pêk anî.
Nivîskar Asiya Bin Remedan bi romana xwe ya bi navê "Têla pêncemîn" dibe ku romaneke felsefî ya sembolîk e behsa têkoşîna ku her misilmanek Ereb di navbera nasnameya resen û ramanên biyanî de rû bi rû maye, dike û behsa girîngiya bandora malbatê û têkiliya bav bi kurê xwe re dike. Wê ji ajansa me re diyar kir ku di romanê de teoriyên zanistî û felsefî û herikînên rewşenbîrî hatine behskirin, helbet ne bi kûrahî.
“Pêdivî bi şêwazek nû, ramanên ronakbîrî û rexnekirina ji bo rastiya Tûnisê heye”
Der barê rastiya nivîskarên jin ên Tûnisê de, wê bal kişand ser nebûna teşwîqê ji hêla dewletê ve, ji ber ku li hemberî dubarekirina mijarên ku xwendevanan bêzar dikin, ramanên nû nayên pejirandin û wiha domand: "Pêdiviya me bi şêwazeke nû, ramanên ronakbîrî û heta rexnekirina ji bo rastiya Tûnisê bi awayekî zelal û kûrtir heye. Ez ji asta desteka ji bo nivîskar bi giştî nerazî me, jin an mêr, wekî ku min got, em bi hewceyî nûjeniyê ne."
Asiye bin Remedan dibêje ku cudahî di navbera nivîsandina jinan û ya mêran de tune ye, ji ber ku behremendî tenê ya baştir û serkeftî diyar dike û wiha dirîjî da axaftina xwe: "Ne şert e ku jin di vegotin û nivîsandina mijarên xwe de jêhatî bin û bi zelalî wan derbixin. Weke mînak nivîskar Qasim Emîn heye ku li ser pirsgirêka jinan bi rengekî zirav nivîsiye û di vegotina êş û azarên jinan de bi awayekî cuda bi ser ketiye."
“Li hêramên Ereban piştî karantînaya koronayê daxwaza ji bo xwendinê zêde dûye”
Der barê nirxandina wê ya li ser rastiya çandê de li Tûnisê, Asiye Bin Remedan da zanîn ku kêmbûnek di daxwaziya xwendinê de heye ku ev yek ji ber beşdarbûna kêm a pêşangehê diyar bû, nemaze bi ciwanên ku bi malperên tora civakî eleqedar bûne.
Têkildarî rastiya çandê li herêma Ereban, bi taybetî di dema krîza koronayê de, bal kişand ku nîşane hene piştî karantînayek berfireh a ku ji hêla hin welatan ve hatiye sepandin, daxwazek ji bo xwendinê heye ku ev jî diyardeyek bi tendurist e ji bo pirtûkan û wiha got: "Pirtûk ew rêheval e ku xwendevan nikare jê bêzar bibe. Divê ciwan pirtûkan bixwînin, li ser cîhazên elektronîkî re be jî ji ber ku xwendin rêza yekem e ku mirov dikare bi riya wê derbasî hemû cîhanê bibe.
“Em gelek bûyerên tundiyê û tewanên ku li dijî jin, dayik û xwişkan tên kirin dibihîsin”
Der barê rastiya jinên Tûnisê de Asiye Bin Remedan dibêje: "Bi rastî, nebaş e. Em gelek bûyerên tundiyê û tawanên li dijî jin, dayik û xwişkan dibihîzin, ew jiyana bi ewle bijî. Jin ji dayikbûn û jinbûna xwe bêpar dimînin, tevahiya rojê dixebitin û diwestin lê tevî vê yekê ew debara mala xwe dike û di berdêla wê de mûçeyek hindik ku têra çend rojan dike distîne. Heta mafên wê yên betlaneya dayikbûnê jî tune ye, yanî mirov dikare bêje ku mafên wê hema ji holê rabûne."
Di serî de wê jinên gundî yên kedkar ku di kargehan de dixebitin bi bîr xist û wiha got: "Ev jin di nava şert û mercên herî hovane û nemirovî de dixebitin. Bi awayekî herî hovane tên îstîsmarkirin, jinên rastî destdirêjiyê tên tu desteka psîkolojîk nagirin. Mixabin jin di civakeke ku mafên wê hatine windakirin û rastiyek ku destwerdanê red dike dijîn."
Di pêşangeha pirtûkan de semîner û hevdîtinên diyalogê jî dê bên lidarxistin
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Tûnisê bi beşdariya 300 weşanxaneyên Ereb û herêmî dê heta 21’ê Mijdarê berdewam bike. Nûnertiya 20 welatên Ereb û biyanî dike. Di bernameya pêşangehê de 10 semînerên rewşenbîrî û 20 hevdîtinên diyalogê bi nivîskar, bîrmend û helbestvanên ji hundir û derveyî Tûnisê re, xwendina wêjeyî, forumên ciwanan û çalakiyên taybet ji bo zarokan pêk tê.
Di pêşangehê de heft xelat di warên afirîneriya romanê, afirîneriya vegotinê, afirîneriya helbestî, lêkolîn, wergerandin, nivîsandina ji bo zarok û ciwanan û xelata weşangeriyê dê bên pêşkêşkirin.