Anjou Rayhan bi 'Majdara Hamra' re pirsgirêkên jinan anî şanoyê

Anjou Rayhan a bi lêyistoka xwe ya "Majdara Hamra" re çîroka sê jinên ku hevberdane, dawî li zewaca xwe anîne, jiyana xwe ji dest dan û rastî êrîşa zayendî hatine vedibêje.

CAROLİNE BAZZI

Beyrut – Ji bo balkişandina pirsgirêkên ku jinan dijîn, lêyistokek trajîkomîk a çîroka 3 jinan vedibêje, hate amadekirin. Lîstika “Majdara Hamra” behsa çîroka Meryem a ku piştî ku ji hevjînê xwe hevberda nikare jiyana ku dixwaze hilbijêre, Fatima ku jinûve zewacandina wê hat qedexe kirib û Souad ku bi kesekî ku du caran zewiciyê re hat zewicandin û rastî tundiyê hat, bigre dest. Lêyistoka ku ji aliyê Yahya Jaber ve hat nivîsandin û birêvebirin, ji aliyê Anjou Rayhan ve hat lêyistin. Lîstikvana lêyistoka “Majdara Hamra” Anjou Rayhan, der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.

Amedekirina lêyistokê 8 meh domkir

Anjou Rayhan ya diyar kir karaktera sereke ya lêyistokê Souad e û mijara wê ya sereke tundî ye, wiha got: “Lêyistokek trajîkomedî ku temaşevanan dikenîne û bandor dike hat amedekirin. Nivîsandina senaryoyê û afirandina hemû karakteran heşt mehan domkir. Temaşevan destpêke bawer dike ku çîrok çîroka Meryem e, piştre Fatim tê ser sehneyê. Bi vî awayî temaşevan difikire ku ev çîroka Fatim e. Piştre Souad derdikeve holê. Bi sadebûn û henekên wê ya sivik re, temaşevan fam dike ku çîrok tevahî li dora Souad dizivire."

Ji karakterê Souad ji civakê re peyam tê dayîn

Anjou Rayhan ya bal kişand ser karakterê Souad, wiha got: “Di rêya temaşevanan, para civakê ya tundî dîtina Souadê tê vegotin.Tişta ku Souad ser xist, wek temaşeva şirîkatiya me ya sûc e. Di sehneya ku şimaq li Souad hat xistin de, min ji temaşevanan xwest ku beşdarî lêdana Souad bibin û aramnc ew e ku em diyar bikin ku hîn jî berpirsyariya tundiya ku jinan li welata me rû bi rû dimînin hildigrin û ji zarokên wan remafê hemwelatî nayê dayîn.”

Xeyala Souad temamkirina perwerdeya xwe ye

Anjou Rayhan anî ziman ku xeyala Souad ne dîtina prensek û bizewice an jî li xwe kirina cilê bûkaniyê, çûyina Fransayê û li wir temamkirina perwerdeya xwe bû û wiha axivî: “ Souad ji aliyê malbata xwe ve bi zorî tê zewicandin. Kesê ku pê re dizewice dibêje ku ew ê bihêle ku perwerdeya xwe berdewam bike, lê tişta ku Souad dibîne tacîz, tundî û heqaret e."

Çîroka Fatim

Ancou Rayhan ya behsa çîroka Fatim jî kir û wiha dibêje: “Jin xwe ji bo mezinkirina zarokên xwe feda kiriye, xwe, azadiya xwe û xeyalên xwe ji bîr kiriye. Dema ku divê mijarê de şiyar dibe û xwe difikire, zarokên wê ezperest nêz dibin. Baweriyek berfireh heye ku jin ji bo zewicandin, zarok anîn, paqijkirin û xwarinê çêkirine hatine afirandin heye û gelek jin vê yekê qebûl dikin û xwe fedaye vê yekê dikin."

Di Salon Zehra de jî cih girt

Anjou Rayhan a ku mezûna lîstikvaniyê ye, diyar kir ku di cih girtina vê lêyistokê de kêyfxweş e, da zanîn ku lêyistoka "Majdara Hamra" di sala 2020'an de hatiye nîşandan û di destpêka vê mehê de careke din hatiye pêşkêş kirin. Anjou Rayhan her wiha destnîşan kir ku ew di beşa yekem û duyemîn a rêzefîlma "Salon Zehra" ku karekterek jinek ku li hember tundiya hevserê wê li zarokên wê pêktîne bêdeng dimîne, zindî kir de cih girt.