Amadekariyên Mîhrîcana Şanoyê ya Qêrîna Waşokanî

Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcana şanoyê Derhiner Sarya Gulan der barê amadekariyên 5’emîn Mîhrîcana şanoyê ya ku dê li Qamişloyê bê nîşandan de da zanîn ku mîhrîcan dê şanoya kurdî, erebî û çanda hemû pêkhateyên herêmê bide nasîn.

 
ROJDA SEYIDXAN
 Qamişlo – Her sal bi pêşengtiya Tevgera Çanda û Hunera Demokratîk û Desteya Çandê Mîhrîcana şehîd Yekta Herekol a şanoyê tê li darxisitn. Di sala 2020’an de ji ber rewşa vîrûsa Koronayê mîhrîcan nehat çêkirin, Îsal  wê 5’emîn mîhrîcana şanoyê bi dirûşmeya “Qêrîna Waşokanî” di 27’ê Adarê de li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bê li darxistin. Wê 9 komên şanoyê ji tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi berhem û hunera xwe beşdarî mîhrîcana ku heya 4’ê Nîsanê dewam dike bibin. Têkildarî lidarxistina Mîhrîcana Şanoyê ya şehîd Yekta Herekol, amadekariyên wê Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcana şanoyê Derhiner Sarya Gulan nirxandin kir û agahî da.
Amadekariyên mîhrîcanê
Sarya li ser hazirtiyên komîna şanoyê der barê lidarxistina mîhrîcana şanoyê de ev tişt got: “Ev 6 meh in em amadekariyên mîhrîcana şanoyê dikin, der barê de 26 komên şanoyê ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê serlêdan kirin, ji wan 9 kom hatin pejirandin û qebûl kirin. Mîhrîcana me wê ji 27’ê Adarê heya 4’ê Nîsanê dewam bike. Di mîhrîcanê de dê lîstokvan berhemên hunra xwe pêşkêş bikin.”
 Armanca lidarxistina mîhrîcanê
Sarya bal kişand ser komên ku bi xwestek bûn tevlî mîhrîcanê bibin û wiha pêde çû: “Me dixwest li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê komên şanoyê beşdarî mîhrîcanê bibin. Gelek kom û lîstokvanên wan hatin qebûlkirin, lê ji ber rewşa qedexeya vîrûsa Koronayê nikarîbûn derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin. Armanca me ew bû em bi riya mîhrîcana şanoyê her çar parçeyên Kurdistanê bigînin hevdu. Mijara dirûşmeya mîhrîcanê jî me xwest ser navê bajarê me Serêkaniyê yê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin, be. Mîhrîcana me ya 4’emîn ser navê Efrîna dagirkirî bi dirûşmeya “Vegera Efrînê” bû, vê carê jî “Qêrîna Waşûkanî” ye. Li kêleka êrîş û şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê diqewime, em dixwazin ji tevahî cîhanê re bidin xuyakirin ku tevî zor û zehmetiyan em çand û huera xwe zindî dikin. Têkoşîn û berxwedana me li pêş e, bi vê mûnasebetê em dixwazin  şanoya kurdî, erebî û çanda hemû pêkhateyên herêmê di mîhrîcana xwe de bidin nasîn. Em bi hêvîne hemû beşdarvan demên xweş bi mere derbas bikin, bi hêviya serkeftinê ji hemû lîstokvan û komên me yên şanoyê re.”