Altin Portakal ji bo kesên xwedî pêdiviyên cûda dibe "bê asteng"
Mîhrîcana Fîlman a Altin Portakal a Antalyayê, îsal di navbera 24-31'ê Cotmehê de bi fîlmên xelatgîr, danasîna dengî û şertên taybet ên ji bo kesên bi pêdiviyên cûda re deriyê sînemayê ji herkesî re vedike.
Navenda Nûçeyan – Mîhrîcana Fîlman a Altın Portakal a Antalyayê îsal dê temaşevanên xwedî pêdiviyên cûda li sînemayan bîne ba hev. Mîhrîcana ku di navbera 24 û 31’ê Cotmehê dê bê li darxistin, dê di çarçoveya hevkariya Mîhrîcana Fîlmên bê Asteng de bê li darxistin. Dê di bernameyên xwe de cih bide pêşandanên fîlmên xwegihîştinê.
Ev hilbijartin bi beşdariya Mîhrîcana Fîlmên bê Asteng ku 14 sal in di warê sînemaya xwegihîştinê de dixebite, hatiye amadekirin. Armanc dike ku kesên xwedî pêdiviyên dîtin û bihîstinê bikaribin bi şert û mercên wekhev beşdarî çalakiyên çandî û hunerî bibin. Fîlm dê bi danasîna dengî û vebijarkên jêrnivîsan ji temaşevanan re bê pêşkêş kirin.
Du fîlm dê bi temaşevanan re bê pêşandan
Di çarçoveya hilbijartina ‘Fîlmên bê asteng’ de, du pêşandanên belaş dê 31’ê Cotmehê roja Şemiyê, li Hola Aspendos a Navenda Çanda Ataturk a Antalyayê (AKM) bê li darxistin. Fîlma anîmasyon a bi navê ‘Şarkıcı Balina’ (Balînaya Stranbêj) ku derhêneriya wê ji hêla Reza Memari ve hatiye kirin, dê di saet 12:30’an de bê nîşandan û ‘Genc Anneler’ (Dayîkên Ciwan) ku derhênêriya wê ji hêla Jean Pierre û Luc Dardenne ve hatiye kirin, dê di saet 15:30’an de bê pêşandan.
Her du fîlm jî dê ji bo temaşevanên xwedî pêdiviyên dîtinê danasîna dengî û ji bo temaşevanên xwedî pêdiviyên bihîstinê jî desteka jêrnivîsê bê dayîn.
Şertên taybet ên nîşandanê ji bo temaşevanên Otîzm
‘Şarkıcı Balina’ (The Last Whale Singer) ku di hilbijartinê de cih digire, dê di şert û mercên dostane yên otîzmê de bê nîşandan.
Di dema pêşandanê de dê salon bi temamî tarî nebe û dengê bilind jî kêm dibe. Temaşevan dê bikaribin di dema fîlm de tevger bikin, bixwin û vexwin.
Ev fîlma anîmasyon a sala 2025’an ku hilberîna hevpar di navbera Almanya, Komara Çek û Kanadayê de ye, çîroka Vincent, kurê sêwî yê ‘Şarkıcı Balina’ (Balîna Stranbêj) a dawî ku okyanûsan diparêze, vedibêje. Fîlm ku rêwîtiya balînaya humpback a ciwan vedibêje, di Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Schlingel a 2025’an de ji bo Zarok û Temaşevanên Ciwan xelata Baştirîn Fîlma Navneteweyî ya Zarokan wergirt.
Fîlma ‘Genç Anneler’ xelatgira Cannesê di bernameyê de ye
Fîlmek din di nav hilbijartinê de, ‘Genç Anneler’ (Dayîkên Ciwan), balê dikşîne ser jiyana pênc jinên ku di temenê ciwan de berpirsiyariya dayîktiyê girtine ser xwe.
Ev hilberîna hevpar a Belçîka-Fransî ya sala 2025’an çîroka Jessica, Perla, Julie, Ariane, û Naima ku li stargehek ji bo dayîkên ciwan dijîn û hewl didin ji bo xwe û zarokên xwe jiyanek çêtir ava bikin vedibêje.
Fîlmê ku derhêneriya wê ji aliyê Jean-Pierre û Luc Dardenne ve hatiye kirin, di Mîhrîcana Fîlman a Cannesê ya 2025’an de Xelata Senaryoya Herî Baş û Xelata Juriyê ya Ekumenîkî wergirt. Fîlm ezmûna dayîktiyê, her wiha hevgirtina jinan, newekheviyên civakî û hêviya ji bo pêşerojê digre dest.
Hilbijartina ‘Fîlmên bê Astegî’ ku di bernameya Mîhrîcana îsal de cih digire, gihîştina sînemayê ne tenê bi şert û mercên fîzîkî yên sînemayan ve sînordar e tîne bîra mirovan. Armanc ew e ku bi rêbazên nîşandanê yên li gorî xwedî pêdiviyên cûda hatine çêkirin, bêtir temaşevan bikaribin bibin beşek ji ezmûna sînemayê.