Afrîneriya Berkînê keviran vediguhezîne perçeyên hunerê

Berkîn Şêx Mihemed bi şêwazên xwe yên afrîner kevirên hişk bi xemlên sade veguherand perçeyên hunerê û ji madeyên nayên karanîn formên cuda çêdike.

 
SÎLVA EL-İBRAHÎM
Minbic - Jinên li bakur û rojhilatê Sûriyê xwedan hestên afirînerin û qabîliyeta nûbûnê li gel wan heye, bi afrîneriya xwe di jiyanê de giyan didin her tiştî û balkêş dikin. Berkîn Şêx Mihemed a 29 salî, jineke Kurd a ji gundê Qomilf ê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di malê de xwişka herî mezin e. Di sala 1997'an de bi malbata xwe re koçî bajarê Minbicê bû, ji ber karê bavê wê li wir bû, her wiha wê astên xwendin xwe li bajarê Minbic ê qedand û du salan xwendin da sekinandin ji ber rewşa xirab a herêmê. Di sala 2014'an de berê xwe da bajarê Laziqiyê ji bo ku Beşa Mamostahî ya Zanîngeha Tiştînê bixwîne. Ji ber bavê wê parêzer bû ji aliyê DAİŞ’ê ve dihate hedef girtin. Demên ku bajarê Minbicê di bin qontirola DAİŞ’ê de bû ji ber vê yekê malbat bi giştî koçî bajarê Laziqiyê bûn û venegeriyan heya sala 2020'an. Di wan salan de zanîngeh qedand û belgeya mamostahiyê girt.
Çêkirina nîgarê li ser camê
Berkîn Şêx Mihemed dibêje: "Min di zaroktiya xwe de ji xêzkirinê hezdikir û ji bo pêşxistina vê jêhatîbûnê li zaningehê malbata min piştgiriya min dikir û madeyên ku pêwist bû wan ji min re tanî. Di despêkê de min ji dersên xêzkirinê û karê desta hez dikir û min giringî dida ku ez li ser camê nîgar bikim û li ser qumaşan neqş çêbikim. Ez bi rêka afrîneriya xwe fêr bûm ku çawa fikrekî bi şêwazekî hunerî bighînim xwendekaran û ez bi hevalên xwe re diçûm Derya a Laziqiyê ji bo ku wext derbas bikim. Kevirê li wir bala min kişandin û ez fikirîm ku li ser wan keviran xêz çêbikim û min dest bi kom bûna keviran kir da ku ez nexş li ser çêbikim." 
Reng dide keviran
Berkîn Şêx Mihemed wiha qala reng kirina keviran dike: "Ez keviran ji kêleka çemê firatê kom dikim û rengê avî bikar tînim ji ber zû ziwa dibe û destê min qirêj nakin û madeya elkr lê dikim ji bo reng sabitbin neyên guhertin û dihêle bibiriqîne."
Berkîn da zanîn ku ji bo pêşxistina jêhatiya xwe, wê di 2016'an de li Laziqiyê  li Navenda Çandê dest bi kar kir û got: "Min dewrya perwerdê a 6 mehan dît û  Ji bo ramana xwe berfirehtir bikim ez çûm dewreya peykersaziyê û mamosteyên min cesaret da min ku ez berdewam bikim.” 
Berkîn madeyên weke berdaqên pilsatîk ên avê û kola û tiştên weke wan navêje ji wan tiştên hûnerî çêdike û ji bo çêkirina wan jî ev tişt got: "Ez li ser medyay civakî lêkolîn dikim û wan ji nûve çêdikim, an jî tiştek cuda ji wan derdixim."
“Nîçîra xewnan”
Her wiha darek ji nihasê li ser dep çêkiriye weke (Seyadet El-Ehlam) ango “nîçîra xewnan” ku weke sembola çîrokên hindiyan e. Ew perçek dorpêçkirî ye ku bi ben hatî xemilandin di hundirê malan de bi dîwar ve tê daleqandin û tê bawer kirin ku ew xewnên şêrîn tîne.
Berkîn bi rêka karê xwe yî hûnerî zor û zehmetiyên ku civak têre derbas dibin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van dimên zehmet de da xwiya kirin ku wê banga aştiyê bi kevokê ku şaxek zeytûnê hildigire dike û wêneyê zarokê ku di sala 2015'an de dema ku koçberî Ewropa bû di Deriya Spî de xeniqî û jiyana xwe ji dest da û dibêje: "Baş e ku kesên xwedî jêhatî bi riya karê xwe peyaman bişînin ku pirsgirêkên civaka  wan tê de hebe, ji ber vê yekê divê em li hunera xwe xwedî derkevin û ne tenê li xweşiya xwe ya kesanî bigerin."
“Jin çavkaniya hunerê û nebza afirîneriyê ne”
Demê ku Berkîn aciz dibe berê xwe dide xêz kirinê û dibêje: "Ez bawer dikim ku nebatên ez li wan meyze dikim enerjiyek erênî ji wan digrim û di demê qedexeya li ser bajêr ji ber korona min hemû demê xwe bi xêzkirinê derbas kir, min nêzî 500 xêz li ser keviran çêkirin û min hemû dan mirov û hevalên xwe."
Her wiha di derbarê karê xwe de Berkîn got: "Tevlîbûna min di fistîvala jinê ya sêyemîn a bajar û gundewarê Minbicê ya bi dirûşma ‘Jin çavkaniya hunerê û nebza afirîneriyê ne’ hate destpêkirin û du rojan berdewam kir, çêbû û berhemê min di kon ê ku têde gelek karên destan ên filiklor vedibêjin hatin pêşandan û hemû temaşe vana ecibandin."
Berkîn Şêx Mihemed dide diyarkirin ku gelek jin di civakê de hene xwedî jêhatiyên bi feydene lê  hawîrdora ku ew lê çêbûn nehişt ku ew jêhatiyên xwe derxin û dibêje: "Jin di dirêjahiya dîrokê de bi afirîneriya xwe tê nasîn, tevî vê yekê gelek hunerên wê ji ber çavan têne veşartin.