Şîva Qadirî di lîstikvaniyê de li xeyalên xwe digere

Lîstikvan Şîva Qadirî der barê daxwazên xwe de wiha dibêje: “Bi rastî ez dixwazim keçên welatê min bigihîjinin azadiyê û qada ku dixwazin û ji bo xeyalên xwe bi azadî hewl bidin û jinbûyina wan ji bo pêkanîna daxwazên wan nebe asteng.”

Mehabad – Şîva Qadirî ya 17 salî ku nişteciha bajarê Serdeştê û bi xebatên lîstikvanî û hunerî eleqedar dibe, di hevpeyvîneke xwe ya di ajansa Zan de wiha got: “Min di 8 saliya xwe de dest bi lîstikvaniyê kir. Xebata min a yekem kurtefîlmek bi navê ‘Xewnên Rengan’ ê Avat Mostafaeî bû. Piştî ku ez di vê fîlmê de lîstim, bi lîstikvaniyê re gelek eleqedar bûm û min berdewam kir. Xebata min a duyemîn jî fîlmeke dirêj a bi navê ‘Perseh Mozanî’ ku bi Avat Mostafaeî re xebitim. Min li vê qadê gelek pirtûkên xweşik xwend, li gelek fîlman temaşe kir û ev xebat ji bo min gelek bi sûd bûn.

Di sînemayê de pirsgirêkên jinan

Şîva Qadirî behsa pirsgirêkên ku di qada sînema û şanoyê de heye dike: “Qada şanoyê hinek tirs xist hundirê me û ev bûyerên dawî em jinan bi rastî jî tirsand lê tevgera MeToo hişt ku em fêm dikin di qada sînemayê de li dijî jinan hin zêdetir cudakarî heye. Di cihê kar de hin kêmtir bawerî û hin zêdetir tirs heye. Civak guherî û ji ber vê yekê em hinekî ji şanoyê dûr ketin.

"Ez dixwazim keçên axa min bigihîjin azadiyê"

Şîva Qadirî der barê qebûlkirina welatiyan a lîstikvaniyê de, wiha dibêje: “Dema me li bajarê xwe di qada sînemayê de dest bi xebat kirine kir, gel gelek baş me pêşwazî kirin. Piştî ku me hin zêdetir kar kir, yek ji wan mirovên di temenê min de vexwend, gelek ji wan jî me pir baş pêşwazî kirin. Çend kes ketin vî pîşeyî û piştî berdewamkirina xebatên xwe, xweş nehatin pêşwazîkirin.”

Yek ji xwestekên Şîva ew e ku bigihîje azadiya hemû jinên welatê xwe: “Bi rastî ez dixwazim keçên welatê min bigihîjin azadî û qada ku dixwazin, ji bo xeyalên xwe bi azadî hewl bidin û jinbûyina wan ji bo pêkanîna daxwazên wan nebe asteng. Ez pir hez dikim ku kesên di temen û hevalên min keç ên li dora min kêfxweş bibînim û ew hem min pir kêfxweş dike hem jî xwe bi pêş dixim.”