Şêwekara Cezayîrê hewl dide mîrasa çandî mayînde bike

Feziya dide zanîn ku wateya navê nîgaran heye, mînak; "Azta"tê wateya tevn, "Abzîm" û “Tafsot" tên wateya biharê, "Azadî” û "Eseran" tên wateya stêrkê. Ev hemû kar û barên hestyarî û girêdana mîrasa çandî, kevneşopî û bîranînê nîşan didin.

NAJWA RAHIM
Cezayîr - Nirxadayîna mîratên çandî li Cezayîrê û pêşvebirina wê û belgekirina hunerê yek ji armancên Feziya Sahib e. Bi xebatên xwe yên hunerî û pîşeyên kevneşopî, bi riya pêşangeha xwe ya bi navê "Ger dê û bav biçin, pîşeya destan dimîne" karê xwe didomîne.
Ajansa me ji bo pêşangeha bi navê “Dê û bav biçin pîşeya destan dimîne” bi pîşekara Cezayîrê, Feziya Sahib re hevdîtin kir...
Feziya Sahib, 60 salî ye, ji wîlayeta Têzî Wizo ye, profesora teqawîdbûyî ya Fransayê ye, endama komeleya muzîkê ya Endelosiyayê EL-Omrawiyê ye, endama waneya xwendinê ya pirtûkxaneya giştî ya girêdayî Têzî Wizo û endama Komeleya Teknîkî ya Neteweyî ya Jinên Cezayîrê ye.
Feziya projeya xwe ya pîşeyî, piştî ku ji karê xwe yê mamostehiya fransî teqawid bûye dest pê kiriye. ŞLi serê vê yekê dibêje; "Piştî teqawidbûna min ji bo ku keçên xwe mezin bikim û debara malbata xwe bikim, min dest bi xebata projeya xwe ya pîşeyê kir. Ji bo rêzgirtina dapîra xwe ya ku pîşeya destan jê fêr bûm, min pêşangeha hunera xwe ya pîşeyî, "Dê û bav biçin, pîşeya destan dimîne” li mala Ebdullatîf li navenda Ajansa Cezayîrî ya Çandî organîz kir. Dapîra min ji bo ku ez hin madeyan bo çêkirina tevn û hin parçeyên xemlandinê bînim ez rêdikirim. Min ji bo alîkariya wê her tişt kir." Tevî vê yekê jî diyar dike ku wê her dem dixwest xwendina xwe ya zanîngehê biqedîne.
Ez hewl didim mîratê bi taybetmendiyek hunerî ya pispor vegerînim
Feziya ji bo ku tecrubeya xwe ya di pîşeyên destan de zêde bike, ket navenda perwerdeya pîşeyî ya li wîleyeta Têzî Wizo. Taybetmendiya pîşe û mîrata kevneşopî hilbijart, ji bo profesyoneliya xwe ya di pîşeyê de sertîfîkayek girt û karibû kartek pîşeyî bistîne.
Piştî ku perwerdeya akademîk derbas kir, ji bo vejandina mîratê xebitî li ser vê got; "Min tevn çêkir da ku mîratê vejînim û kevneşopiyên herêma EL-Qebayl biparêzim.”
Der barê hilbijartina navên nîgar û navnîşankirina wan de jî dibêje; "Sernavên koma hunerê form û sembolên ku xwedan wateyên çandî ne ku ji mîrata kevnare ya Amazixî hatiye hilgirtiye. Mîna  nîgarên" Dêhiyê ", Azta "ku tê wateya tevn, "Abzîm" û “Tafsot" ku tê wateya biharê, "Azadî”, û "Eseran" ku tê wateya stêrk, ev hemû kar û barên hestyarî û girêdana mîrat, kevneşopî û bîranînê nîşan didin.
Der barê tiştên ku bi pîşeyên destan temsîl dike de jî ev destnîşan dike; "Her nîgar nav û wateyek wê heye, ji ber ku ez wê yekê perçeyek ji hebûna xwe dihesibînim, karekî min ê hunerî di pêşangehekê de bi navê “li devera min Biltibûq” heye û ez tê de bermahiyên destmalê, perde dikim nav hev û ew wekî dekor ji bo xemilandina dîwaran li malan tên bikaranîn.
Rengên min ji xwezaya Amazîx hatine girtin
Der barê malzemeyên ku Feziya Sahib di nîgarên xwe de bi kar tine de jî dibêje; “Piraniya madeyên ku ez bi kar tînim ji xwezayê ne, wekî ax û rengên xwezayî yên Amazîxî ku mîrata Berber a Cezayîrê vedibêjin. Ew li ser berhevkirina bermahiyên CD’yên ku wekî berê nedihatin bikaranîn dixebite û dibêje; “Min CD’yan berhev kir û ji wan re ji bo xemilandina dîwaran çêkir.”
Ji bo nirxandina mîrata Cezayîrê û pêşvebirina wê, Feziya Sahib hemû pîşekarên ku xwediyê pîşeyekê ne vexwend da ku li ser projeyên xwe bixebitin û wan bi rengekî xweş aşkere bikin û gotinên xwe wiha bi dawî dike; "Divê em balê bikşînin ser pîşeyên ku kevneşopiya me ne û beşdarî veberhênanê bibin da ku asta aboriya neteweyî bilind bikin.”