Şeva Yeldayê ku şeva herî dirêj a salê ye îşev tê pîrozkirin

Şeva Yeldayê ku şeva herî dirêj a salê ye, hemwelatiyên Kurdistanê girîngiyek mezin didin vê şevê û her sal pîroz dikin. Di vê şevê de malbat bi hev re kom dibin, şeva herî dirêj a salê bi hev re derbas dikin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Ji Şeva Yeldayê re, dibêjin şeva Çileyê jî û şeva herî dirêj a salê ye. Ev şev weke cejnek e û di Rojhilata Navîn de xwedî dîrokek e, gelek girîngî didinê û piştî Şeva Yeldayê roj dirêj dibin û şev jî kurtir dibin. Di vê şevê de behsa gelek helbest û çîrokan tê kirin, li Kurdistanê weke kevneşopiyek kevin tê pîrozkirin û gel vê şevê bi coş, xorûş û kel û pel û xwarinan pêşwazî dike.

Endama desteya karên civakî çandî û folklorî, Beyam Mihemed Abdullah behsa dîroka Şeva Yeldayê kir û diyar kir ku dixwazin peyva Yeldayê bi ya Çileyê re biguherînin.

Li Silêmaniyê Şeva Yeldayê çawa tê pêşwazîkirin?

Beyan Mihemed got: “Civaka çandî û folklorî ya Kurd ji sala 2016’an ve Şeva Yeldayê pîroz dike. Di destpêkê de me li gel çend rêxistinan ev şev pêşwazî kir, îsal jî sala şeşemîn e em vê şevê pêşwazî dikin. Sala par jî bi bernameyek, şevê ku bernameya bi navê Şewnema Çile bû, şeva destpêka çileyê di 20’ê Kanûna destpêkê de bû, piştre me lêkolîn kir, di dîrokê de derket ku 20’ê Kanûna yekem werza payîzê ye û divê şeva 21’ê girêdayî 22’ê Kanûna yekem be.”

Beyan wiha behsa çalakiyên îsal ên ji bo Şeva Yeldayê kir û got: “Îro êvarê li hola rewşenbîrî ya Silêmaniyê çalakiyek taybet ji bo vê şevê dê were lidarxistin û xelat werin dayîn ji çil kesûkarên şehîdan re û di heman demê de dê belavok der barê Şeva Yelda û dîroka wê de werin belavkirin.”

‘Jin pêşengên civaka çandî ne’

Beyan Mihemed da zanîn ku di civaka Kurd de desteya karêger heye ku ji lijneyek pêk tê û jin jî di vê lijneyê de cihê xwe digrin û got: “Em bi xwebexşî kar dikin û jin zêdetir pêşeng in, ji ber ku di xebat û biryardayînê de xwedî hêzeke baş in û di civaka çandî de rêzek taybet didin jinan.”