Şeva Beratê tevahî civak Êzidî heya sibê şiyare

Yek ji cejnên herî kevnar ê civak Êzidî Şevberatke. Şeva ku tevahî civak Êzidî heya sibê şiyare, heya sibehê sitran metelok dilan û ken li ser ruyê wan kêm nabe û ji herdemê bêtir yekitî tifaq wan heye.

EVÎN ZENDA

Şengal - Yek ji cejnên herî kevnar ê civak Êzidî Şevberatke. Weke her demê divê ferdên Êzidî di wê şevê de jî xwe ji tevahî nebaşiyan dur bigire. Wê şevê kesek ji malên xwe gund û bajêrên xwe dur nakeve. Her kes êvarê li cem hev kom dibin û bi hev re şêvberatkan digirin. Bi giranî tevahî buk di wê şevê de qesta malên xwe dikin, ger ku cudayî malbaba xwe be, ew jî di wê şevê de li mala xwe vedigire û diçin mala dayika xwe. Bi vî avayî tevahî ferdên malbatê dibin yek û êdî li gor jimara xwe bi hev re dirunin û li benda berbanga sibehê dimînin.

Berat sembola aramiyê ye

Ji bo em Şevberatka fambikin divê berî hertiştî em wateya Berata bizanin. Berata li Laleşa Nuranî tê çêkirin. Ew ji ava kaniya sipî, axa paqij a Laleşê û mastê mihan tê çêkirin. Jin vana dixin nava hev de û biçuk biçuk yek bi yek dikin gilover li du wê gel diçe Laleşê ziyaret dikin û wan beratkan ji mala xwe re tînin û dixin hindirê baxçikên malên xwe yên ku pîrozin. Bi wî şêweyî her tim hêvî û daxwazên xwe ji wan beratan re dibêjin û bi wan berateyan ziyaretî dibin. Ji bo wê divê di mala her Êzidiyekê de boxçik hebe, ji ber kî bê mala te despêkê li Boxçikê ziyaretî dibin. Di nava civaka Êzidî de berate xwedî cihek gelek giringe, tê gotin ku gelek şer û xwîn bi Berateyan sekinîne. Di her malekê de boxçik hene di hindirê wan boxçikan de jî berate hene. Gelek ji wan boxçikan bi serê malê vedikin û hertim pê ziyaretî dibin. Caran di malekê de ger şer çêbibe kes biçe bin beratê de û bêje bi xatirê berate kesê din nikare zextê lê bike. Civaka Êzidî bi Tawisê Melek, navên xwidanê xwe û yek jî bi Beratê Sund dixwin. Ev sondên giranin ji bo wan, ji bo wê zu zu di nava civakê de bivan navan sond nayên xwendin, ger bê xwendin jî yên bermber pê bawerin ku ew yek raste. Di nava civaka Êzidî de ji bo wê cihê derewan tuneye. Yanî ji bo hemû civaka Êzidî sedema qencî, başî, hevaltî û yekitiyê ye.

Berat bi destê keçên ciwan tên amadekirin

Berat ji aliyê jinên nezewicî ve heya sibehê li Laleşê tên çêdikin. Civak jî ji bo çêkirina beratan çî jî ji bo xizmeta wan keçan wê şevê li ku bin şiyar dibin. Tê gotin yên ku şêvberatkan bigire divê heya berbanga sibê şiyar biminin. Yên bixwazin xêra xwe mezintir bikin û yên ku bikarin divê hem şêvberatkê bigire, hem sibehê jî divê ta rojdiçe ava nerazin.

“Dinya kemilî kesk û sor xemilî”

Şeva herî despêkê ya ku berê berat têde dihat çêkirin tê gotin ku roja wê jî Çarşema Nisanê bûye. Çarşema Nisanê ji ber cejna kewidandina dinyayê buye, yanî di çarşema Nisanê de Cihan temambuye û êdî ji biharê re amadeye. Ji bo wê gotinek heye dibêjin; ‘Dinya kemilî kesk û sor xemilî.’ Ji bo wê hertim di werza buharê meha Nisanê de çarşema nîsanê tê piroz kirin. cejan çarşema Nisanê naguhere hertim di heman wextî deye. Lê ji ber Şevberatk pirozin ji bo wê li ser tevahî rojên salê digere. Yanî her şevberatkek di rojek cuda ya salê de tê piroz kirin.

Şevê din jî li Şengalê tevahî civak bi hev re şevberatka xwe girtin û heya sibehê hêvî û daxwazên xwe kirin. Yên bixazin vêcarê wê ji Şengalê bi rêbikevin û berbi Laleşa Nuranî ve biçin, wê li cihê piroz ziyaretî bibin û beratkan ji xwe re bînin. Her gava ku kes bixwaze dikare biçe wan beratkan ji bo mala xwe bîne. Ji îro şunde wê civaka Êzidî ji bo hatina Çarşema serê Nisanê xwe amade bikin. Wê her kes ji bo cejna Tawisê Melek xwe bixemilînin û wê vêcarê jî hatina biharê pêşwazî bikin.