Şeşemîn Mehrecana Wêje û Hunera Jinê

Şeşemîn Mehrecana Wêje û Hunera Jinê wê di navbera 1 – 2 yê adarê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bê lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Desteya Çandê ya Herêma Cezîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê –Rojava Şeşemîn Mehrecana Wêje û Hunera Jinê li dardixe. Di bin diruşmeya "Jin giyanê çandî vejîn dike” de wê mehrîcan li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo ji 1’ê adarê despêbike heta 2’ê adarê berdewam bike.
Şertên tevlîbûnê wihane;
Divê temenê beşdar ne kîmê 18 sala be
Berhemên beşdar pêwîste bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî be.  
Beşên pêşbirkê çîrok, helbest û gotinên wêjeyî ne.
Beşdar dikare tenê bi berhemekê beşdar bibe
Divê berhem li ser bernameya wourd'ê ye elektronîk werin amedekirin
 Divê berhemên Kurdî bi ponta 12 û yên Erebî û Suryanî bi ponta 14 werin amadekirin
Divê berhem li tu deran nehatibe weşandin û ji zimanekî din nehatibe wergerandin
Berhemên gotar û çîrokê ne zîdeyî 1000 gotinî be
Berhemên helbestan ji du rûpelan ne zêdetir be
Divê ku beşdar berhem, kurtejiyan, navnîşan û telefona xwe bi riya nomara/gmalla li jêr bişînin.
jinên nivîskar ên li bakûr û rojhilatê Sûriyê dijîn. her wiha yên li derve jî dijîn dikarin tevlî mehrîcanê bibin.
Di mehrecanê de pêşbirka karê destan û hunera şêwekariyê jî heye
Hun dikarin berhemên xwe heya  24/2/2021’an bişînin