Şanoya Zûqaq pirsgirêkên civakî nîşan dide

Koma Şanoyê Zûqaq a Lubnanê pirsgirêkên civakî û rewşên şer tine ser dike. Ji endamên koma şanoya Zûqaq Maya Zibîb diyar kir ku ji ber we mijarên civakî dikin şano ji ber wê jî şopînerên wan pir zêdene.

 
KIRISTIYAN WAKÎD
Beyrûd- Li welatê ku aştî lê diperpite, di nava qelebalixiyên şer de, komeke şano ya bi navê "Zûqaq" xebatên xwe dike. Yek ji komên ku mijarên civakî, psîkolojîk, rewşên şer û pevçûnan, penaberî û karkerên biyanî, jin û ciwanên girtî, tundiya ku zarok û jin li malê pê re rû bi rû dimînin, tîne ser dikê ev kom e.
Derhêner, nivîskar û şanoger Maya Zibîb, li gel derhênerê şanoyê Umer Abî Azar koma "Zûqaqê" damezirand. Maya di hevpeyvînek de ji me re qala dîrok û armanca komê kir û got: “Dema ku êrîşa dewleta Israîlê li ser Lubnanê çêbû, me kom ava kir. Armanca me ew bû ku em diyalog û ramanê di çarçoveya hunerê de li tevahî herêmên Lubnanê bi pêş bixin." 
Koma Zûqaq
Maya gotinên xwe wiha berdewam kir: "Koma Zûqaq bi riya şanoyê nexweşiyên derûnî û civakî nîşan dide her wiha endamên wê ji kêrhatî û serpêhatiyên hev sûdê digrin û baş dibin. Bi vê şêwazê endamên komê ji aliyê civakî û olî yên cihêreng ve hev temam dikin.”
Li ser hejmara komê Maya got: "Kom ji 5 endamên bingehîn pêk tê û tîmeke mezin ji teknîk û rêveberan heye ku di nav de derhênerê şanoyê Umer Abî Azar heye. Azar gelek pêşandan ji koma Zûqaq re li Rojhilata Navîn, Ewropa, li Başûrê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Başûrê Asya û Afrîkayê saz kiriye.
Maya da zanîn ku kom Zûqaq tevli gelek mîhrîcan, şano û komxebatên li  zanînghehên Navneteweyî bûye ji bo ku xebatên xwe nûjen bike. Wekî navenda hunera şanoyê li zanîngehên New York, Ebû Dabî, Navenda Sînsye Wodz Mîtşêl, Zanîngeha Hiyostn, Teksas û hwd. tevli xebatan bûye. 
Maya li ser têgihîştina awayên demokratîbûnê li ser dikê wiha dibêje: "Ji pêşandanên kolanan heta ser dikê, temaşavanên Zûqaqê ji rewşenbîran bigire heta beşên din ên civakî beşdarî pêşandanên komê dibin." 
Xelata Hemwelatiya Rûmetê
Tê diyarkirin ku cihêrengiya şanoyê û kêrhatiyên lîstikvanan li qada navneteweyî hatiye naskirin û gelek xelat girtine. Mînak; xelata "El-birîmyum" û Empîriyel a Çabanî ya 2017’an ku ji hêla komeleya Hunerê ya Çabanî ve ji hunermendên ciwan re tê diyarîkirin hat dayîn. Di 2017’an de ji Pelîrumoya Îtalyayê xelata Hemwelatiya Rûmetê girtiye.
Maya Zibîb da zanîn ku bi paymangeha Fransayê re, di 2015'an de "Foksa Lubnanê" ji bo piştgiriya xebatên hunermendên herêmî ava kirine, wekî encam jî li seranserê Ewropayê li gelek mîhrîcanan xebatên endaman hatine pêşkêşkirin.
Di Kanûna 2017an de Komê Zûqaq, li herêma Al-karenetînîya studyo vekir û şanoya bi navê "Alcûkêr" ku li ser kesayetiyên ku di nava civakê de bi xemsarî tevdigerin çêkirine, pêşkêş kir.
Bi vê şanoyê, Zûqaqê gaveke serkeftî li hundir û derveyê welat avêt. Di Mijdara 2017’an de li Mîhrîcana Hunerî ya Navneteweyî li herêma Bordo ya Fransayê hat pêşkêşkirin.
Tê ragihandin ku bi teqîna 4’ê Tebaxa 2020’an ku li benderê Beyrûdê ji ber 2750 tonên netra amonyûm ên ji 6 salan ve bê tedbîr hatibû hêştin çêbû, studyoya komê ziyanên mezin dît.
Maya teqez kir ku teqîna bendera Beyrûdê gelek ziyanên madî li ser studoyê çêkiriye, hemû amûrên teknîkî hatine rûxandin. Maya da zanîn ku ew bi alîkariya heval û komeleyan, ji nû ve studyoyê saz dikin, ji ber ku studyo girtiye, ji bo dest bikar bikin cih ji wan re pêwîst e ev jî demeke dirêj dixwaze.
Di hevpeyvînê de Maya Zibîb bang li ciwanan kir ku ji bo pêşxistina şanoya Lubnanê tevli beşa çanda hunerî ya qada şanoyê bibin.
Tevî pêşketina navgînên hunerî, şano bi gelemperî di kevneşopiya jiyanî de hunera herî dilsoz e û ji bo sampetiyê dibe mînak. Koma Zûqaq jî ezmûngeriya çanda îdeal a şanoya Lubnanê ye.