Şanoya "Poşmaniya Rûvî" li Şehbayê hate pêşandan

Tevgera Çand û Huner û Desteya Kar û Barên Civakî yên herêma Efrîn Bakur û rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek ji bo mûralê zarokan li dar xistin.

Şehba- Bi pêşengtiya Tevgera çand û Huner û Desteya Kar û Barên Civakî yên herêma Efrîn Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê dest bi çalakiyên xwe yên ji bo mûralê zarokan li hola navenda Çand û Huner a navçeya Ehdas Şehbayê li dar xistin. Di vê çalakiyê de nêzî 500 zarokên navçeya Ehdas amade bûn, zarok bi heycanekê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya ku hatiye li dar xistin şano bi navê "Poşmaniya Rûvî" ku mijara nebawerkirin bi dijmin tê de ji aliyê Tevgera Çand û Huner hate pêşandan, pişre zarokên ku beşdarî çalakiyê bûn lîstokên cur bi cur lîstin û gelek kêfxweş bûn. 
Endama desteya kar û barên civakî ya herêam Efrînê Hêvîn Mihemed balkişand ser armanca wan ji darxistina çalakiyan ji zarokan re û ev tişt anî ziman: "Em û tevgera çand û huner bi hevdu re bi vê çalakiyê rabûne. Tevgera çand û huner şanoyek amadekir û di vê çalakiyê de ji zarokan re pêşkêş kir. Me xwest vê şahiyê li ser asta Şehbayê li dar bixin ta ku kêfxweşiyê di dilê her zarokekî de biçînin. Em di rewşek penberiyê re derbas dibin loma armanca me ji vê çalakiyê ew e ku mûralê zarokan bilind bikin ji ber ew ên herî zêde bi şer bandor dibin. Em hewil didin bibin hevalê zarokan û êşa wan derman bikin. Di vê çalakiyê de me lîstok jî ji zarokan re amade kir. Zarok pêşerojên civaka me ne loma divê girîngî bidin wan û piştgiriya wan bikin ta ku şer û pevçûnên ku em tê re derbas dibin li ser wan bandor nekin."
Endama şanoya "Poşamniya Rûvî" ku tê de rola rûvî dileyize Evîn rîhanê wiha vegot: "Me nêzî 3 mehan li ser vê şanoyeyê xwe perwerde dikir ta ku em karek serkeftî ji zarokan re bidin pêşndan. Me hewilda bi rêya vê şanoyeyê karên baş û rast ji zarokan re nîşan bidin di heman demê de baweriya xwe bi her kesî nekin û neyên xapandin. Ez rola rûvî dileyzim di vê şanoyeyê de û dîk jî baweriya xwe bi min dike. Nameya ji vê şanoyeyê ji milet û zarokan re ew e ku zû neyên xûpandin û dijminê xwe nas bikin."
Hêjayî gotinê ye ku ev çalakî wê li tevahî navçe û wargehên koçberiyê yên girêdayî kantoan Şehabyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê li dar xistin.