"Şanoya "Perspan" gelek tabloyên hunerî di nav xwe de dihewîne"

Şanogerên Efrînê yên ku beşdarî yekem mihrîcana şanoya li ser asta Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatiye lidarxistin, bûn der barê mihrîcanê de axivîn.

HESNA MIHEMED
Şehba- Yekemîn mihrîcana şanoyê ya bi navê "Arîn bisk û zulfên aştiyê ye" ji aliyê Desteya Çandê ve bi alîkariya Tevgera Mezobotamya ya Çand û Hunera herêmên Firatê, li herêma Firatê hat lidarxistin. Ev yekem mihrîcana şanoyê li ser asta Bakur-Rojhialtê Sûriyeyê tê lidarxistin û ji 21'ê Mijdarê heya 27'ê Mijdarê bi şanoyên cur bi cur li herêmên Tebqa, Reqa, Minbic, Heleb, Kobanê û Efrînê domiya. Beşa şanoya Tevgera Çand û Hunera herêma Efrînê jî bi şanoyên xwe beşdarî mihrîcanê bûn û tê de huner û çanda gelê xwe dan pêşandan. Şano bi navê "Perspan" di roja 7'an a mihrîcanê de hat pêşkêşkirin û di nava xwe de pirsgirêkên di nav dewlet û civakan de diqewimin û çawaniya perspankirina wan dihewîne. Di heman demê de hemû şanoyên ku beşdarî mihrîcana şanoyê bûne wê di demên pêş de derbasî mihrîcana Kerkûk li Başûrê Kurdistanê bibin û şanoyên xwe li wir pêşkêş bikin, yek ji wan koma şano ya herêma Efrînê ye. Şanogerên herêma Efrînê ku beşdarî mihrîcanê bûne, ji ajansa me re behsa girîngiya tevlibûna mihrîcana şanoyê ya li kantona Kobanê hat lidarxistin kirin.
"Bi riya "perspan" me çanda xwe ragihand"
Endama beşa şano ya herêma Efrînê Sozdar Omer ku tevli mihrîcana Arîn Bisik û Zilfên Aştiyê bûye behsa serkeftin û derbasbûna mihrîcanê kir û got: "Me wek jinên tevgera Hîlala Zêrîn bi alîkariya Tev-Çand amadekariya pêşkêşkirina şanoya xwe di mihrîcana ku li Kobanê hat lidarxistin kir. Beriya ku mihrîcanê dest bi pêşandana xwe bikira bi du mehan me amadekarî li kantona Şehbayê jê re dikir. Navê şanoya me "Perspan" bû ew jî şanoyek sembolî ye û di nav xwe de mijarên pirsgirêkên di navbera dewletan de rû didin dihewîne, bi taybetî êşên koçberên ku ji welata xwe dûr ketine. Şano gelek tabloyan di nava xwe de dihewîne, di heman demê de rola jinan di civakê de û desteserkirina mafên wan ji aliyê mêrên desthilatdar ve pêşkêş dike. Beşdarbûna me ya mihrîcanê li Kobanê gavek serkeftî bû ji me re wek şanogerên Efrînê û derfetek ji me re bû da ku em karibin êşa Efrîniyan bi xelkê Kobanê re parve bikin."
"Me kêmasî û rexneyên xwe bi hev re parve dikirin"
Sozdar, feydaya ku ji pêşkêşkirina şanoyan di mihrîcanê de girtine anî ziman û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di mihrîcanê de piştî me şanoya xwe pêşkêş dikir rexne, kêmasî û pirsgirêkên ku tê de derketine holê dihatin nîqaşkirin da em di demên pêş de li ser rawestin û sererast bikin. Bi riya vê mihrîcanê Kobanê û Efrînê çanda hev nas kirin û zêdetir nêzî hev bûn. Yekem car mihrîcana şanoyan tê lidarxistin û ji bo me jî gava yekemîn bû ku em wek şanogerên Efrînê beşdarî mihrîcanên şanoyê bibin û tê de şanoyên xwe ji gel re ragihînin. Di mihrîcanê de her şanoyek xwedî wateyek cuda û girîng bû. Em şanogerên Efrînê ne hêviya me ji her mirovê ew e ku xwedî li meraq, çand û folklora xwe derbikeve da ku em bi hev re wê zindî di nav civakê de bihêlin. Bi taybetî aliyê şanoyê ji ber ku ew rûyê rast ê civakê ye."
"Şanoya Perspan gelek tabloyên hunerî dihewîne"
Şanoger Zêneb Îbo jî bal kişand ser lidarxistina mihrîcana Arîn a şanoyan li Kobanê û xebata ku ji bo wê hatiye kirin û wiha got: "Cara yekem li ser asta Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê mihrîcanek bi vê rengî ku tenê beşên şanoyê digre nava xwe, hat lidarxistin û ji bo me gavek pêşketinê bû. mihrîcan rojê tabloyek ji şanoyê ji gel re pêşkêş dikir û peyamek bi riya wan radigihand. Me xwest pirsgirêkên ku di hundirê civakê û dewletê te hene çareser bikin. Sê jinan cih di vê şanoyê de digirtin û rola xwe tê de dilîstin. Şanoya ku me amade kiribû jî gelek tabloyên hunerî digirt dest. Her tabolyek jî xwedî wate û girîngî bû."