Şanoya Mexribê tabûyan dişkîne û rûpoşên ji ser dozên femînîst radike

Naima Zaitan bi dîtina xwe ya hunerî ya rizgarîxwaz dikaribû bibe parêzvana mafên jinan ên Mexribê û ev yek bû sedem ku mijarên herî girîng ên di xebata wê de nirxandiye wekî "wêrek" were binavkirin. Ew dibêje: "Ez hewl didim di berhemên xwe yên şano û sînemayê de behsa rastiya me jinan bikim û ez nafikirim ku ev yek di çarçoveya ‘tabûyan’ de ye.”

HENAN HARIT
Mexrib- Dozên femînîst û şert û mercên jinên Mexribê yên ku dikevin nava ‘tabûyan’ di şanoyê de carna nîqaşan çêdike, lê li aliyê din hunermend û derhêner hene ku parastina mafên jinan dikin û bala xwe nadin hemû dengên ku li dijî ramanên wan derdikevin
Rakirina rûpoşan
Nêzî hefteyek berê gelê Mexribê pêşandana yekem a şanoyê "Mask" tamaşe kir û bi riya wê nehêniyên veşartî yên tundî, lêdan û êşên jinan hatin vegotin û bang li hemû jinan hat kirin ku bi wêrekî helwest û tevgerên xwe di nava civakê de bînin ziman.
Şano ji aliyê derhênereke jin Naima Zaitan ve hatiye çêkirin. Ew xemên jinên Mexribê hildigire, ji ber ku ew li ser sehneyê ji bo pirsgirêkên jinan têdikoşe û piraniya berhemên wê wekî tabû tên binavkirin.
Derhêner Naima Zaitan ji ajansa me re axivî û wiha got: “Şanoya "Mask" banga rakirina maskeyên ku ji aliyê hin adetên kevnar ve li ser jinan hatine ferzkirin dike. Maskeyeke ku ji aliyê şekl û reng ve tê guhertin. Pêşandana şanoyê karek e ku nivîsên wê ji aliyê komek nivîskarên jin û mêr ve hatiye nivîsandin û behsa şert û mercên giran ên jinan dike, ji zarokatiyê, heta xortaniyê û paşê serdemên din. Wekî terikandina dibistanê, zewaca di temenê biçûk de, veqetîn, bi tena serê xwe girtina berpirsyariya zarokan, tacîz, tundî û hwd. Ev rastiyek e ku êdî em nikarin tehemul bikin û divê em helwesta xwe li ser van hemûyan ragihînin û beşdarî guhertinan bibin.”
Ev rastiyek e ne tabû ye
Naima Zaitan bi dîtina xwe ya hunerî ya rizgarîxwaz dikaribû bibe parêzvana mafên jinan ên Mexribê û ev yek bû sedem ku mijarên herî girîng ên ku di xebata wê de nirxandiye wekî "wêrek" hat binavkirin. Ew dibêje: "Ez hewl didim di berhemên xwe yên şano û sînemayê de behsa rastiya me jinan bikim û ez nafikirim ku ev yek di çarçoveya "tabûyan" de ye.
Kêmasiyek heye ku divê em vebînin û pê re mijûl bibin, ji ber ku hemû mijarên şanoya Aquarium ji rastiya Mexribê derdikevin. Ji bajar û gundên wî, ji muzîka wî, ji çanda wî û em nikarin bi pirsgirêk, pirs û arîşeyên xwe re mijûl bibin. Divê huner bi jiyana me re bikeve têkiliyê.”
Li ser pirsa gelo ew bi xebata xwe dixwaze zîhniyetê biguherîne yan na dibêje: "Xebata ji bo guhertina zîhniyetê mijareke dijwar e ku xebatek berdewam dixwaze. Ew bi hewceyî ked û xebata hemû beşan e, ji ber ku em bi dîrokek çandî ya bi kok re, bi zîhniyetên ku bi raman û îmtiyazên xwe yên mêranî bawer dikin re mijûl dibin.”
Dema ku beden dipeyîve
 Di sala 2012’an de derhêner Naima Zaitan şanoyek ku wê demê li Mexribê bû sedema nerazîbûnên mezin bi navê "Diyala" pêşkêş kir; di zaravayê Mexribê de, tê wateya organa zayendî ya jinan. Navê wê ji şanoya Emerîkayê "Monologa vajînal " hatibû girtin.
Der barê vê tecrubeyê de Naima Zaitan wiha dibêje: "Diyala şanoyek e ku malzemeyên xwe ji kargeh û atolyeyan girtiye û me tê de nêzî salekê li zêdetirî sed jinan guhdarî kiriye. Ev di şanoya Aquarium de bû, ji ber vê yekê "Diyala" jî mîna berhemên din bi jinan re mijûl dibe. Lê ferqa wê ew e ku "Diyala" li ser çîrokên rast hatibû avakirin ku bi taybetî bi mijarên girêdayî beden ve mijûl dibû lewre proseya wergirtinê ji bo hin temaşevanan dijwar bû.”
“Civakek nûjen, vekirî û pêşketî bê jin û mêr, bê hezkirin, rêzgirtin, wekhevî û xîret nabe”
Mîrateya jinan yek ji wan mijaran e ku dem bi dem gengeşiyê çêdike, nemaze di van salên dawî de, ji ber ku ev mijar di nav tabûyan de ye li Mexribê û zehmet e ku mirov wê bi şanoyê bîne ziman, ji ber ku ne hêsan e temaşevan agahdar bike.
Derhêner Naima Zaitan bi şanoya xwe ya bi navê "Tarz El-Hesab" jî li ser vê mijarê xebitî û bi rêbazeke stranbêjî nerazîbûna ku li ser jinan di mîrasê de, serdestiya ramana kevneşopî û zîhniyeta mêranî derdixe pêş. Der barê peyama ku derhêner dixwaze bi xebatên xwe ragihîne wiha dibêje: "Ez bi hemû xebatên xwe dixwazim li ser prensîba wekheviyê israr bikim, tabûyan bişkînim û ji axaftinên li ser qalib û pêşdaraziyan derbas bikim. Ez dixwazim bibêjim ku civakek nûjen normal, vekirî û pêşketî bê jin û mêr, bêyî têkiliyên hezkirin, rêzgirtin, biratî, xîret û qebûlkirina yên din nabe.”
“Şano balê dikşîne ser bêedaetiya civakî ya ku bandorê li jinan dike û mijara mîrasê”
Çend şanoyên din jî hene ku behsa mafê mîrasê yên jinan dikin, wekî şanoya "Al Qasma" ku senaryoya wê bi çavdêriya şanoger Îsam El-Yûsûfî, bi derhêneriya Mesûd Bouhsin û senaryoya wê ji aliyê Racîd Xettabî ve hatiye amadekirin.
Şano cara yekem di sala 2017’an de hat pêşandan û heta niha jî tê pêşandan, ji ber ku koma şanoyê biryar da ku ji nû ve li baregehên partiyên siyasî were pêşandan da ku li ser bêedaletiya civakî ya ku bandorê li jinan dike di mijara mîrasê de hişyarî were kirin.
Hunermenda Mexribî Fadîla Benmoussa ku yek ji karakterên sereke yên şanoya "Al Qasma" ye, dibêje: "Şano ji bo pêşandanê di her kêliyê de guncaw e, ji ber ku mijareke girîng girêdayî zilma li ser jinan di mîratê de digre nav xwe. Min hilbijart ku ez di vê şanoyê de kar bikim ji ber ku ew karekî hişmend û cidî ye û mijarek hestiyar e. Em hewl didin ramanên cuda û civakê nêzî hev bikin da ku hin pirsgirêkan çareser bikin. Em bi gelek aktoran re şêwirîn, di nav de pisporên olî û qanûnê û yên din jî hene da ku xebatek hunerî ya hevseng pêşkêş bikin.”
Der barê bertekên şopînerên şanoyê de, bi taybetî ji ber ku kêşeyên mîrasê nakokiyan zêde dike, Naima Zaitan dibêje: "Di dema pêşandanên yekem de li bajarên mezin tirs hebû lê ji ber ku şano bi şêweyek hunerî ya komîk dihate kirin, hişt ku temaşevan jê hezbike. Her wiha em rasterast der barê mijarê de nêrîna xwe nadin, tenê pirsgirêkan radigihînin û û neheqiya ku li jinan tê kirin radixin ber çavan. Em mafê bijartinê ji şopîner re dihêlin. Di dawiya axaftina xwe de got ku ew bi beşdarbûna xwe ya di şanoya "Al Qasma" de ku li ser girîngtirîn mijarên civakê radiweste, serbilind e