Şanoya Mefrûka piştî hevberdanê zextên ku jin pê re rû bi rû dimînin vedibêje

Şanoya Mefrûka ya ku di 23'ê vê mehê de li Beyrûdê hate pêşandan li ser çîroka jinek ku piştî hevberdanê pirsgirêk û zextên ku jiyaye, vedibêje.

CAROLİNE BAZZİ

Beyrûd - Şanoya Mefrûka li ser jiyana Emel a piştî hevberdanê ye, ku bûye jineke bê nasname û ji zarokên xwe hatiye mehrûmkirin. Merwe Xelîl bi Wefa Helawî re şanoya "Mefrûka" nivîsand. Di şanoya "Mefrûka de, Merwa Xelîl, Wefa Helawî û Sêrîna El-Şamî rola “Emel” lîstine. Şano di 23'ê vê heyvê de hat pêşandan

"Me ji serpêhatiyên jinan şano çêkir"

Li ser sedema hilbijartina mijara hevberdanê Merwa Xelîl wiha got: "Min xwest ez balê bikşînim ser vê mijarê ji ber ku ez di serpêhatiyekê re derbas bûm û tê de bûm şahidê hevberdana hevala xwe. Çîroka hevala min îlham da min ku ez li ser vê fikrê biaxivim û bi vê fikrê em bikevin nava pirsgirêkên derûnî, civakî û siyasî. Jina ku ji hevjînê xwe tê berdan, ji ber ku êdî ne bi bav û ne jî bi hevjînê xwe ve girêdayî ye, bê nasname dimîne. Me bi jinên ku bi pirsgirêkên telaqê re rû bi rû mane re gelek hevpeyivîn kirin, me ji serpêhatiyên jinên ku me nas kir, şano çêkir. Ji bo vê ramanê dem pêwîst bû, di destpêkê de min bi tena serê xwe dest bi lêkolînê kir, piştre bi Wefa Helawî re hevdîtin kir, sê mehan min li ser nivîsê xebitî, piştre jî ez û Wefa Helawî bi qasî salekê xebitîn."

"Civak jina berdayî mîna vîrusekî dibîne û her kes xwe jê dûr dixe"

Wefa Helawî da zanîn ku wan rola Emel bi sê lîstikvanan pêşkêş kir da ku ji yek jinên re ji yek rûyî bêtir nîşan bidin û wiha pê de çû: "Em bi lêkolînên ku me kirin û bi hevpeyivînên ku me ji bo şanoyê kiribûn hînî gelek agahiyan bûn. Em dizanin ku em di civakek baviksalarî de dijîn û dizanin ku newekhevî di navbera zayendan de heye, lê em matmayî dimînin ku hin kes difikirin ku jinan hemû mafên xwe bi dest xistine. Qanûn edaletê ji jinan re pêk nayîne. Mefrûka balê dikşîne li ser nêrîna civakê ya li ser jinên berdayî. Civak jina berdayî ji ber ku biryara hevberdanê daye, berpirsyar dibîne, lewma ji munasebatên civakî û hevdîtinên bi hevalên xwe yên jin re bêpar dimîne û dibe mîna vîrusek an jî nexweşiyek ku her kes xwe jê dûr dixe. Her jineke berdayî ya ku li şanoyê temaşe dike dibêje me qala wê kiriye an jî qala çîroka wê kiriye."

"Me şano di forma komediyê de pêşkêş kir ji ber ku ev awayê jiyana mirovan e"

Sêrîna El-Şamî li ser sedema qebûlkirina rola Emel wiha axivî: "Min li senaryoyê nihêrî û pir jê hez kir, min xwest em vê mijarê pêşkêşî bikin. Çîroka Emel mîna çîroka gelek jinan e. Ez pir giriyam, her pêşandan ez di zêdetirî dîmenekê de digirîm, lê ne ez Sêrîna digirîm a ku digirî Emel e. Ez hêsir dibarînim ji ber ku ez êşa Emel hîs dikim. Me şano di forma komediyê de pêşkêş kir ne ji ber ku temaşevan ji komediyayê hez dike, ez difikirim ku ev kar bi vî rengî hate pêşkêş kirin ji ber ku ev awayê jiyana mirovan e. Dema ku em dozê bi forma komîk pêşkêş dikin, em bêtir nêzî mirovan dibin û dikevin dilê wan. Em vê xebatê ji dilê xwe pêşkêş dikin."