Şanoya “Delala Min Ilfet” ê serboriya jinekê ye

Di çîroka Delala Min Ilfet de serpêhatiya keçikên di jiyanê de mafên wan yên bingehîn hatine qedexekirin. Her wiha ew qala yên ji geşta bi hevalên xwe yên dibistanê re, mafê axaftinê, daxwazên wan û ji cil û bergên ku bi dilê xwe li xwe bikin bê par hatine hiştin e dike.

KAROLÎN BAZΠ
Beyrût- Ilfet , a ku malbatê ew neçar kir derewan bike û ji boyî ji wê jiyana heyî xelaz bibe li rêyekê digeriya, çaraserî zewaca bi mêrekê re dît. Mêrê ku xwe qenc an jî azad dida diyarkrin Ilfet pê xapiya û bi wî re hevjînî kir. Lê di demekî herî kurte ruyê mêrê derewîn yê rast ku ne şoreşger û ne jî azade, derket holê û Ilfet ê rêya lê digeriya di wî mêrî de jî nedît. her wiha vî mêrî Ilfet neçarî du rêyan kir, yan wê bijareka teslimyetê yan jî wê qutbûyîna ji zarokên xwe hilbijêre. 
Ilfet Xatar ê şanoya bi navê "Delala Min Ilfet" ya tê de behsa serpêhatiya xwe û hemû jinên ku rastî heman niheqî û bûyeran hatine vedibêje. Di şanoyê de behsa serpêhatiya jinên ciwan ên ku rastî desthiladariya malbatê hatine û ji hemû mafên xwe bêpar mane dike û serpêhatiya xwe jî wiha vedibêje: “Li vî welatî mafê her dayikê ye ku zarokên xwe bigere gel xwe û xwedî bike. Lê dadgeh û kesên bawermend min ji mafê dayiktiyê bêpar dihêlin. Zarok dibin qurbaniyên desthiladariya mêr û gurura jinê.”
Li beran berî hemû desthiladarî û dextên civaka heyî Ilfet ê koledarî û situ xwarî nepejirand, li beran berî vê bû jinek xwedî hêz û xwdî kar, di karê xwe de serkeftin bi dest xist. Ji boyî bi dest xistina mafê xwdî kirina kurê xwe bê navber têkoşîn dike û heya xwedîkirina kurê xwe bi dest nexe dev ji têkoşna xwe berneda.
Çîroka Ilfetê ya ji kurê xwe bê par mayî
"Delala Min Ilfet", ji çîroka Ilfet Xetar hatiye, di vê serpêhatiyê de Ilfet bi biriyara dadgehên olî ji mafê dayîktiyê hatiye mehrûmkirin. Ew ji ajansa me re dibêje: "şanoya ‘Delala Min Ilfet’ beşek ji wê çîroka min e lê min wek şano nivîsand ji ber ku çîroka her jinekê ye, lê belê ev şano tenê têra vegotinê nake, pêwîste her kes xwe bêxe rewşa famkirina wan kesan de."
Şanogerî bû îlhama nivîsîna serpêhatiyên rast
Biryara nivsandina çîrokê jî wiha tîne ziman: “Berî sê salan ez tevlî şanoya (Şuxl Beyt) ‘karê malê’ bûm. Di  sala 2019’an de derhîner û sazkarê şanoya ‘Şuxl Beyt’  Şadî EL-Hibir ji me  xwest ku em çîrokekê li ser jinan binivîsin ku cara yekem be em tê de rasteyê  vebvêjin ku ew jî di nav pirojeya şanoya `Jiyana Min  Şoreş e` de dema me li ser dikê perwerde an jî pirovyên şanoyan dikirin, em li ser gelek mijaran daxivîn. Ew cara yekem bû ez li ser lawê xwe daxivîm. Di wê leystokê de min li ser lawê xwe beşek biçûk çêkir. Piştî şanoya Jiyana Min Şoreş e min dît ku ez ji nivîsandina çîrokê re amade me, ew ne birayar bû lê belê hest bû, min çîrok nivîsand û Şadî EL-Hibir xwend û gelekî erênî dît, piştre cardin wek şêwayê şano nivîsand. Çîroka Delala Min Ilfet serpêhatiya keçek bi tenê biçûk e. xwestekên wê ji aliyê malbata wê ve dihatin redkirin, dema ku mezin jî bû di jiyanê de bi tenê hate hiştin wê nedizanî mirovan çawan binirxîne. Ango wê nedikarî hevlên xwe yên ras hilbijêre. Li vir du vebijêrk li pêşiya wê diman an wê teslîmî çand û edetan bibe, an jî wê rewşa heyî qebûl neke li ber xwe bide. Ji ber ku em jiyanê tenê carekî dijîn."
"Ji ber tirsa zêde ya malbatê zarok ji têgihîştin û zanebûnê bê par dimînin"
Ilfet Xetar bal kişand ser şêwayê perwedeya şanoyê de û domand: "Ez înkar nakim, di jiyanê de ez rastî gelek qeyd û benda hatime. Dibe hinek ji van keleman ji tirsa zêde ya malbatê be jî ji ber tirsa zêde ya malbatan dibe sedem zarok ji zanebûnê bê par bimînin. Dema ez keça xwe mezin dikim, wiha dihizirim hin deman dixwazim bê daxwaza min keça min xelatiyan bike ji boyî ez pêre bibim alîkar û wan xeletiyan serast bikim. Piştî tunebûna min dema keça min xelatiyan bike wê gelekî zihimetiyan bijî. Her ku ez mezin dibûm min rêbaza dayika xwe baştir fam dikir.” 
"Rastiya perwerdeya nava civakê"
Ilfet ê di berdewamiya gotinên xwe de balikşande ser şêwayê perwedê yê di civakê de û got: "Em wek jin û mêr ji şêwayê perwedeya di civakê de êş dikişînin. Perwedeya heyî li mêran ferz dike ku di jiyanê de li hevjîn û zarokên xwe zulimê bike. Jin jî neçar dimîne ji rastiya jiyan xwe ya heyî birevin, bi awayek xwe xapînok bihizirin ku ew jiyan gelekî xweşe û derewan li xwe bikin.” 
Ilfet Xetar wiha dirêjî dide gotinên xwe: "Ez di wê baweriyê de me dema mirov wateya hin diruşmeyan nizanibe û ji wan bawer bike, wê demê zanîn tenê di be derw û mirov bi nezanînê ve tê girê dan. Mînak her kes behsa zanistê dike, lê dema mijar vedigere ser kesayeta wan ew ji zanistê dûr dikevin û vedigerin ser çand û perwerdeya xwe ya berê. Ez bawerim dema civaka me li civakên din mêze dikin, wana azad dibînin û berê xwe didin wan civakan. Lê ne ku ew bi wan ramanan îqanane, ew tenê dixwazin guhdar bikin. Ev yek jî nasnameyê winda dike, di vê ku em nasnameya xwe bizanibin û li xwe vegerin da ku em zanibin çi dixwazin û ger bi rastî em bixwazibin dewleteke zanist ava bikin divê ku em xwe pêşbixin û hevjînitiyên me jî bi awayek zanistî werin pêkanîn."
"Mijara daningehê li dadgehên zagon saz rewşek tirajedîk e"
Mijara danîngehê li Lubnan gelekî berbelav e, li gorî qanûna zarok heya 9 salî li gel dayika xwe dimîne û piştre bi biryara dadgehê zarok didin e bav, Ilfet ê ev mijar di şanoya xwe de bi awayek baldarî girtiye dest û dibêje: "Mijara danîngehê li tevahî dadgehên şerî tirajîk e, bawer dikim ku ramana danîngehê li Lubnan bi hewceyî lêvegerînekê ye, ji ber ku dema zarok neh salan li gel dayika xwe ma wê dayik bikaribe jêre bêje tuyê durî min bikevî.? An jî jêre bê jî tuyê bi bavê xwe re jiyan bikî. Ev hemû tişt bandorên neyînî li ser derûniya zarokan dikin. Dema em banga daxwaza guherînên dadgehê dikin, ez bawerim ku ev tu tiştî ji ol kêm nake. Dema pevçûna veguherî tolvekirinê, wê demê ev pevçûn bandorên neyînî li derûniya zarokan dike."
Şanoya binavê "Delala Min Ilfet'" e jina li ser kurisiyê runiştî û serpêhatya jiyana xwe vedibêje, jê armanc dike ku bi rêya vê şanoyê peyama wê bigihîje lawê wê Adem ku li gorî biriyarê dadgehê nikariye bibîne. Ilfet Hêvî dike rojekê bi rêya peyama vê şanoyê lawê wê jê agahî bigre û lê veger, ew jî lawê xwe bibîn e. 
Ilfet Xetar bi tena xwe şanoyê pêşkêş dike û di vê şanoyê de çed rolên cuda dilehîze. ew bi rola dayika Ilfat û hevjînê Ilfet dilehîze her wiha balê dikişîne ser wê, dema ku mirov bi tena xwe şanoyê bilehîze zihimete. Ilfet wiha dawaî li gotinên xwe tîne: "Lê belê ji ber perwerdeyên zêde min karî bi tena xwe şanoyê bilehîzim. Ji ber pir perwedeyên ku me dîtine û erênî bûne min karî ez bi tena xwe vê şanoyê bilehîzim, min karî ez di navbera xwe û kesyaetên din de hevsengiyekê çê bikim. Min şanoya `Delala Min Ilfet" di sala 2019 an de nivîsand, lê ji ber virusa korna hate taloqkirin. Delala min Ilfet ne lawaz e, ew amadeye ji boyî pêşkêşkirina civakê."
"Şanoya bi navê Ilfet ji boyî ser dikê amedeye"
Piştî Ilfet şanoyê ji boyî ceribandinê dinvîse û pêşkêşî derhênerên xwe yê giştî dike. Derhêner Şadî EL-Hibir jî bi Ilfet'ê re biriyar digirin ku ev şano li ser dikê ji gel re were pêşkêşkirin û derhêner di derbarê şanoya bi navê "Delala Min Ilfet" de wiha dibê je: "min Ilfet îqna kir ku li ser kurê xwe Adem ku jê hat mehrûmkirin biaxive, min di şanoya "Jiyana Min Şoreş e" de dîmenke ji heft kêliyan pêşkêş kir û tê de hîn bûm ku Ilfet dikare li ser kurê xwe biaxive. Ez di wê baweriyê de me ilfet niha amadeye ku tekoşîna xwe bidomîne, jiber ku şano cesaretek di kesayeta wêde avakir ku li himbe civakê rû birû bimîne. Ji boyî nivîsîna şanoyê demê wan tenê mehek bû,  tevî dema kurt lê mijar rast bû û min pir jê hez kir û me bi hevre mijar pêşxist. Di vê şanoyê de kesayeta Ilfet ya bi hêz û ji xwe bawer hîn zêdetir derkete holê. Ez bawer dikim ku jinên bi vî rengî divê ronahî her li ser wan be. Her wiha ez bawer dikim ku rewşa korona û aborî jî wê li pêşiya vegera şanoyê ya li ser dikê nebe asteng."