Şanoya Ajal a tundûtujiya li ser jinê vedibêje li Silêmanî hat pêşkeşkirin

Koma Hîwa ya Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Silêmanî şanoya bi navê ‘Ajal’ ya derbarê tunditujiya li ser jinê pêşkêş kirin.

Silêmanî - Dûh danê êvarê li hola rewşenbîran ya bajarê Silêmanî, Koma Hîwa ya Rojhilatê Kurdistanê, şanoya bi navê ‘Ajal’ ya di derbarê tundûtujiya li ser jinê bi hevkariya koma şanoyê ya Gezîz û bi serpereştiya Gezîzî Emer hate nîşandan.

Naveroka şanoyê behsa tundûtujiya li beramberî jinê dike û armanca pêşkêşkirina vê şanoyê kêmkirina tundûtujiya li ser jinê û derbarê tûndûtujiyê de hişyarkirina civakê ye.