Şanovana Cîbûtî Seada: Ez ji hêza veguherîner a hunerê bawer dikim

Şanovana Cîbûtî Seada Îsmaîl Elî, da zanîn ji bo veguherîna civakî û hişmendiyê huner riyeke bi hêz e û li dijî tabûyên civakî derdikeve.

ZEYNEB HEDACÎ

Cîbûtî- Zimanê hunerî yê gerdûnî û başker; ji aliyê civakan ve ji bo afirandina bîr û misogerkirina avakirina civakî di tevahiya dîrokê de  hatiye bikaranîn. Ruxmê gelek astengiyan jî jinan di hemû qadên hunerê de rola pêşengiyê lîstine. Yek ji wan jî Seada Îsmaîl Elî ya li dijî zextên civakî li ber xwe daye û xwe di şaxên hunerê yên cuda yên weke şano û wênesaziyê de ava kiriye, difikire ku huner ne tenê hobiyek e, xwedî hêzek e ku dikare civakê biguherîne û sînordarkirinên kevneşopî yên li dijî  jinan hatine ferzkirin bişkîne.

'Ez xwe weke pêşengek jinan dibînim'

Hunermenda şanoyê Seada Îsmaîl Elî ya 23 salî, jêhatibûna xwe ya lîstikvaniyê jî di temenekî biçûk de keşf dike. Piştre li Enstîtuya Hunerê perwerde dibîne. Seada Îsmaîl Elî ya di tevahiya jiyana xwe ya lîstikvaniyê de rastî zext û astengiyên civakî tê, got “Ez bi biryar im ku fikrên qalibgirtî biguherînim” û bi van gotinan didomîne:

“Di vê qadê de jinbûn zehmetiyek mezin bû. Jin weke xirab tên dîtin divê jin li malê bin lê min biryar da ku ez vê fikrê biguherînim û îsbat bikim ku huner dikare ji bo mirov, civak û pirsgirêkan bibe dengekî bi hêz. Huner bû sedem ku ez zêdetir ji xwe bawer bikim. Hînî têkiliya bi mirovan re bûm. Huner ji bo peyamên girîng bidim û hêviyê bidim mirovên din alîkariyek pir mezin da min. Ez xwe weke pêşengek jin dibînim. Piştî ku ez ketim qada hunerê û derketim ser dikê, min hîs kir ku ji bo mirovên din dibim rol model û berpirsiyariyên min ên li hemberî civakê zêde bûne. Huner amûrek fikirîna li ser heqîqetê û guhertina wê ye.”

'Ez her dem hewl didim hestên xwe xêz bikim’

Seada Îsmaîl Elî ya li kêlaka şanoyê wênexêziyê jî dike, diyar kir ku xebata wêne ya şênber dike lê ne profesyonel e û wiha got: “Ez her dem hewl didim hestên xwe xêz bikim. Armanc dikim bi wêneyên xwe pirs ji mirovan bikim û hewl didim der barê xwe de bifikirim. Wêne hesta estetîk bi mirov re bi pêş dixe. Di mijara şanoyê de hem li dibistanê hem jî piştî mezûnbûne min di gelek lîstikan de cih girt. Ez hewl didim şanogeriya xwe bi pêş bixim. Min di lîstikên 'Ebû Mecîd' û 'El-Xensa' de rola sereke lîst. Min di şanoya “Vegera El-Xensa” de rola helbestvanek roja me ya îro lîst.”

'Ez gelek hez dikim bi hunerê peyam bidim'

Seada Îsmaîl Elî, da zanîn ku beşdarî şanoyek ku ji aliyê Cîvata Şanoya Neteweyî ya ji bo piştevaniya bi gelê Filistînê re hatiye amadekirin û li pêşangeha pirtûkan hatiye pêşandan jî bûye û wiha got: “Min di lîstikê de rola dayika mexdûr lîst. Ez gelek hez dikim bi hunerê peyam bidim û balê bikşînim ser pirsgirêkan û çareseriya wan."

Çîroka Seada Îsmaîl Elî ji bo ciwan û jinên Cîbûtî mînakeke îlhamê dide; nîşan dide ku huner çawa dikare bibe amûrek veguherînê û astengiyên civakî bişkîne, bi biryardarî û wêrektiya xwe, der barê pêkhatina xeyalan de dibe rol û model.