Şanogerên Kurd bi listikên xwe balê dikşînin ser pirsgirêkan

Li Urmiyeyê şanogerên jin û mêr bi listikên xwe derdikevin ser dikê balê dikşînin ser pirsgirêkên jinan ên civakî û armanc dikin ku di civakê de hişyariyê ava bikin.

BAHAR GOHAR

Urmiye- Li Urmiyeyê şanogerên jin û mêr bi listikên xwe derdikevin ser dikê, armanc dikin ku di civakê de hişyariyê ava bikin.

Lîstikwana şanoyê û derhêner Maede Darlekî behsa lîstikên xwe kir û got: “Lîstika 'Tala Aros Morda' ya ku Resûl Bangîn nivîsandiye û derhêneriya wê jî Torac Pakpûr kiriye, di 26'ê mehê de dest pê dike, 8 rojan li Navenda Çanda Şams a Ûrmiyeyê dê bê lîstin. Ez, Mahîn Encem, Zehra Reşîdî, Arezû Esedî, Erfan Sohaîlî, Kiya Abdavî, Emîr Golşanî, Samî Hemîdî û Torac Pakpûr, 5 jin û 5 mêr bi tevahî 10 lîstikvan tê de cih digrin.

‘Şano xwedî bandoreke baş e’

Maede Darlekî di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku di lîstikê de pirsgirêkên ciwanan ên di dema zewacê de derdikevin pêş nîşan didin û wiha pê de çû: “Çanda desthilatdariya mêr li gorî nêrîna xwe modelek malbatê ava dike. Em hewl didin pirsgirêkên ciwanan ku di roja me ya îro de dijîn derxin pêş. Lîstikvanên jin di vê şanoyê de rolên ku êşên civakê û azarên jinên îroyîn nîşan didin desxistin pêş. Gel li şanoyê temaşe dike. Baş e ku gel bêhtir bala xwe dide xebatên çandî û li vî bajêrî hejmara aktivîstên çandî gelek in. Em dikarin şanoyê îro li Ûrmiyeyê weke faktoreke bandorker li ser çandê binirxînin.”