“Şahmaran hêmaya fikrê zindî ya gelekî ye”

Pêşangeha Şahmaran yekem car ji aliyê hunermend Naz Elî Ewal li bajarê Silêmaniyê di 10’ê Cotmehê de hate vekirin. Hunermend Naz Elî dibêje; ‘Şahmaran efsaneyekî Kurdî ye û nîşana fikrê zindî ya gelekî ye.”

Navenda Nûçeyan – Cara yekem Pêşangeha Şahmaran ji aliyê hunermend Naz Elî Ewal li bajarê Silêmaniyê hate vekirin. Pêşangeha ku bi navê ‘Şahmaran li baxê Sêwane’ sêyem pêşangeha taybet ya hunermend Naz Elî ye. Her wiha di pêşnagehê de 30 tabloyên ku li ser xweza û Şehmaranê hatin nîşandin.

Hunermend Naz Elî der barê pêşangeh û efsaneya Şahmaran a dîrokî wiha vegot: “Cara yekem min tabloyên Şahmaranê dit, mejiyê min ji pirsan tijî bû û min digot em xwedî xwedawendek efsaneyî ne, lê belê çima ev nave di mejî de tê dagirkirin û weke Efrîn û wek Kerkuk li me were! Wêneyê xwedawendek nemir di nexş û reng û îstatîk, wêne heta vê serdemê li ser diwarê gelek gundên Bakûr, Rojava û Başûr hilawistîne. Çawa dikare mirovek Kurd huner bike û behsa Şahmaran neke, nabe Şahmaran nîşana fikrî ya zindi ya netewekê ye û xelk didizin. Şahmaran di aliyê ziman de Kurdî ye, qet pêwîst nake bi zimanê Tirkî yan Erebî û her ew belge bi temamî wan gumanan ji holê radike ku weke daristanên Efrîn ji me ne dizin!”

Naz Elî wiha didomîne: “Ez Şahmaranê weke nîşanekê bi karnaynim, çîrok û ew tiştên ku der barê wê de heye, weke lêkolînerekê min kar li ser kiriye. Ez pirs dikim gelo çi tiştî wisa kiriye di hizir û fikrê netewekê de heye ku wêneyê jin û marekê bi hev ve girê bidin û bêjin ev xwedawenda zanînê ye! Bê gûman hiş û fikrek gelek serbest û ciwanî tê de ye. Di sibehekê de Hava li gel marek ya biheştê, sêvekê dixwe û adem bêdûa li jinê dikin ku beheş jê standiye!! Ew çi rû dide dema ku mirovên Kurd her ew dayîka Hava û mar dike bingehê zanîn û jêre dibêjin xûdawenda zanînê û wêneyê wê bi hemû pîrozî û şanaziyê dihilawêsin. Ji ber wê di gelek karên min de Şahmaran heye. Di rastiyê de gelê Kurd xwedî tewusek gelek pîroze ku li gel Kurdên Êzidî heye û di hilawisin, ger netewek xwedî fikrek wiha bi hêz jiyanê şirove bkin û bi zanibin û bibin çiroka destxweşiya biheştê, çima niha bêdengin ji bo dizîna fikrê efsaneyî ya xwedawenda Şahmaran.”