Şadiye Manap: Heta jin nenivîse wê dîroka wê nebe
Nivîskar Şadiye Manap, bal kişand ser rola jinên Kurd a di wêjeyê de û got: “Divê jin dîroka xwe, çîroka xwe binvîsin. Divê jin bizanin ku heta ew bi xwe nenvîsin, wê dîrokek wan tune be.”
MEMÎHAN HİLBÎN ZEYDAN
Wan – Di civaka Kurd de, jin bingeha wêjeya devkî pêk tînin. Di heman demê de jinên Kurd bi vegotinan, vê mîrasê bi rêyên xwezayî diparêze û di wêjeya Kurdî de xwedî cihek girîng e. Jin êdî ne tenê karakterên sereke yên pirtûkan in, ew çîrokên xwe bi xwe dinvîsin.
Jinên Kurd, ji ber zexta civakî û rolên ku ji wan re hatine destnîşankirin, neçar mane ku bi salan di planên paş ên wêjeyê de bimînin. Ev jin, niha têdikoşina ku di wêjeya nivîskî de bêtir xuya bibin, didin. Nivîskarên jin ku ezmûnên xwe, bîr û çîrokên xwe yên têkoşînê dinvîsin, li dijî têgihîştina mêrên serdest a wêjeyê vegotinek nû ava dikin, di heman demê de ji bo hebûna zimanê Kurdî û jinan têkoşînek girîng dimeşînin.
Şadiye Manap jî yek ji van jinan e. Şadiye Manap di sala 1992’an de hate binçavkirin û girtin, di 30 salên girtîbûna xwe de gelek nivîs û helbest nivîsandin û piştî ji girtîgehê derket, pirtûka xwe ya bi navê ‘Av Jî Dinvîse / Su Da Yazıyor’ derxist.
Nivîskar Şadiye Manap têkildarî rola jinên Kurd a di wêjeyê de nirxandin kir.
‘Di wêjeyê de rola jinan diyarker e’
Şadiye Manap diyar kir ku jinên Kurd di dîroka wêjeyî û wêjeya hemdem de di xalek girîng de ne û wiha got: “Mînak, dengbêjiya Kurdî, destpêkê ji hêla jinan ve hatiye gotin. Edûlê û jinên din digotin. Di bingeh de, jinan kevneşopiya dengbêjiyê bipêş xistin. Lê belê, bi demê re ev derbasî mêran bûye. Dîsa, dema ku em li destan û stranan ji Dewrêş û Edûlê bigre heta Mem û Zîn û Siyabend û Xecê dinhêrin, rola jinan di wêjeyê de gelek diyarker e. Çawa ku rola jinan di pergala malbata Kurdî de bingehîn e, di wêjeyê de jî bi heman rengî xwedî rola bingehîn e.”
Şadiye Manap da zanîn ku jin di dîroka wêjeyî de kirdeyên wêje û civakî ne û destnîşan kir ku ne tenê wek amûrên xwezayî, fermî, an rûberî têne hesibandin. Şadiye destnîşan kir ku di heman demê de rolek wan a civakî, çandî û edebî heye û di civakê de cihekî mayînde bi dest xistine.
‘Bi desthilatdariya mêr re, rengê wêjeyê diguhere’
Şadiye Manap bal kişand ser rola jinan a di vê mijarê de û wiha vegot: “Bi taybetî dema ku mijar pirsgirêkek civakî an çareseriya wê be, rola jinan bêtir derdikeve pêş. Lê belê, her ku em nêzî roja îro dibin, ev rewş berevajî dibe. Di wêjeyê de, pênûs, gotin û çalakiyên jinan derbasî mêran dibin. Bi desthilata mêran re, rengê wêjeyê hêdî hêdî diguhere. Lê ger em tiştek li ser îro bêjin, jinên Kurd heta astekê wêjeyê bipêş dixin. Îro, ew bi hev re bi têkoşîna azadiyê re bipêş dikeve. Têkoşîna azadiyê zemînek wisa ava dike ku jinên Kurd azadiya xwe, rengê azadiya xwe û îdiaya xwe ya avakirina azadî û civakê di wêjeyê de jî diyar dikin.”
‘Hê kêmaniyên me hene’
Şadiye Manap, diyar kir ku divê jin di wêjeyê de xwedî hebûneke mezintir bin û wiha got: “Lê belê, li gorî min, wek jinên Kurd, di vî warî de gelek kêmaniyên me hene. Em ne di ferqê de ne, lê heta ku her çîrok û peyvên me neyên nivîsandin, wêjeya jinan nikare derkeve holê. Mînak, çiqas mêr li ser jinan binvîse jî, ew nabe wêjeya jinan. Belê, pêşketin hene, lê kêmanî jî hene. Di nav xwecihên Emrîkî de gotinek heye, ‘Heta şêr fêrî nivîsandinê nebe, hemû çîrok pesnê nêçîrvan didin.’ Ji ber vê, divê jin dîroka xwe, çîrokên xwe binvîsin. Divê her kes dîroka xwe binvîse û divê jin bizanin ku heta ew bi xwe nenvîsin, ew ê nebin xwediyê dîroka xwe.”
Şadiye Manap da zanîn ku ew behsa dîrokek teorîk nake û diyar kir ku wêje di dîrokê de roleke pir girîng dilîze û bêyî wêjeyê, dîrokek teorîk nikare civakê rave bike. Şadiye Manap destnîşan kir ku her çend hejmara nivîskarên jin ên Kurd di demên dawî de zêde bûye jî, ew hîn jî negihîştine hebûna ku ew heq dikin û sedemê wê jî wiha anî ziman: “Destpêkê, me wek jin bi temamî xwe bipêş nexistiye. Kevneşopiya dengbêjiyê, kevneşopiya çîrokbêjiyê heye, lê wek jin me xwe pir baş perwerde nekiriye, me xwe tam bipêş nexistiye. Ya duyemîn, nivîsandin pir girîng e, me fêm nekiriye nivîsîn çiqas girîng e. Ya sêyemîn, ez dikarim bêjim ku her çend jinên perwerdekirî hebin jî, hinek caran em tam ji xwe bawer nakin, em bawer nakin ku em afirînerên vê yekê ne. Ji ber vê ez dibêjim ku afirînerî û pêşketina wêjeyê, feraseta nivîsandina dîrokî û têgihîştina zayendê bi hev re bipêş ve diçin. Di vî warî de kêmasiyek hejmarî heye.”
Şadiye Manap, anî ziman ku 30 salan di girtîgehê de maye û wiha domand: “Dema em bi awayekî civakî binivîsin, em dikarin hêza xwe ya kesî, şoreşgerî û wêjeyî zêde bikin û wêjeyek afirîner bipêş bixin. Divê sazî û rêxistinên me jî girîngiyê bidin vê mijarê.”
Şadiye Manap kî ye?
Şadiye Manap di sala 1968'an de li Gundê Xuşxuşkê yê navçeya Curnê Reş (Hîlvan) a Rihayê ji dayîk bûye, bi salan li Serêkaniyê û Dîlokê jiyaye. Di 1’ê Kanûna 1992’an de li Rihayê hatibû binçavkirin û li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê ji xala ‘endametiya rêxistinê’ cezayê muebetê lê hatibû birîn. Şadiye Manap, dema hatibû girtin 24 salî bû, li Rihayê, Midyadê û di dawiyê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ma. Piştî nêzî 30 sal û 8 mehan di girtîgehê de ma, hate berdan.
Pirtûka helbestan a ji 135 rûpelan pêk tê ya Şadiye Manap, a bi navê ‘Av Jî Dinivîse’, di meha Nîsanê de ji aliyê Weşanxaneya Aryen ve hate weşandin. Di pirtûkê de helbestên li ser azadî, hevaltî û ezmûnên jiyanî cih digre.