Şadî Mehdoor li Îranê çanda Gurcî dide nasîn

Şadî Mehdoor ku dersa Gurcî dide, bi koma ku ava kiriye çanda Gurcî dide nasîn û di vî warî de pirtûkan dinivîsîne, diyar kir ku armanca wê ew e di nava mirovan de hestên xweşik, aştî û hevaltiyê ava bike.

ŞABNAM TAWAKOLÎ

Tehran- Ji dema serdestiya Sefewiyan heta serdema rêveberiya Afşar û Kaçar de hejmarek zêde ya Gurciyan surgunî Îranê hatin kirin. Beşek zêde ya Gurciyan li bajarên Feridounşehr û Boyin Mian Dasht ya parzgeha Esfehanê dijîn. Meleza Îran- Gurcî Şadî Mehdoor a 20 salî ku ji Esfehanê ye, di mijara aranjmana berhemên klasîk û lêdana kemanê de xwedî ceribandinek 8 salan e. 

Şadî Mehdoor der barê zimanê Gurcistan, çand, aborî û hunera wê de pirtûkek sê cild nivîsandiye û di heman demê de li Northwest International University der barê zimanê Gurcî de dersê dide. Şadî Mehdoor wiha got: “Me biryar da ku gelek wekheviyên dirokî û çandî yên Îran û Gircistanê bigrin ber çavan me hewldaneke çandî da û piştî demekê me ferq kir ku divê gelek kes fêrî zimanê Gurcî bibin. Ji ber ku analîz û lêkolîna gramera Gurcî ji bo me bû firsendek guncaw.”

Koma muzîkê ava kir

Şadî Mehdoor da zanîn ku nivîsandina pirtûkê sê salan berdewam kiriye û got: “Di pirtûkê de zanyariyên der barê aborî, tûrîzm û zimanê Gurcistanê de cih girt. Piştre me vê çand û hunera Gurcî bi muzîka me lê dida ragihand. Li gel xwişka xwe ya muzîkvan Mehşîd me komek bi navê Vîveka ava kir. Xwişka min, stranên ku têkiliya wan bi muzîka klasîk a Rojava û muzîka pop a Îranê ve girêdayî çêkir. Kombînasyon û hevsengiya di navbera van herdu terzan de bi eşkere tê hîskirin.”

Armanc belavkirina aştiyê ye

Şadî Mehdoor herî dawî armanca xwe parve kir û got: “Armanca me ew e ku bi muzîk, çand û edebiyatê, em di nava mirovan de hestek xweş, aştî û hevaltiyê ava bikin. Ez di wê hêviyê de me ku weke gelê Gurcî-Îran, ji bo van herdu welatan bibe qasidek baş, em bikaribin teşwîqî aştî û dostaniyê bik in.”